Di çanda gelên Arî de pakî û pîroziya agir û rojê
Roj û agir ji dema neolotîk ve pîroz hatine dîtin. Ji vê bawermendiyê re şemsî gotine. Gotina şems bi xwe gotineke sumerî ye û tê wateya roj û ronahiyê. Arkeologan derxistine holê ku 7250 sal bz. li Qotên Berçem (Erxeniyê) mirovên wê demê roj û hîvê pîroz dîtine. Herweha li jêrzemîna Mizgefta Mezin a Amedê (Ulu Camiyê) heta îro jî şopên perestgeha şemsiyan mane. Piştre cuhî hatine herêmê û perestgeha şemsiyan guhertine û kirine kenîşte. Piştî çendik û çend salan vê carê xirîstiyan li Amedê bûne desthilatdar û kenîşteya cuhiyan veguheztine dêrê. Di dawî de jî misilman hatine Amedê girtine û wan jî dêra xirîstiyan kirine Mizgefta Mezin.
Di ola Zerdest û Ariyanan de jî ax, av, roj, agir û hewa ҫar element û stûnên pîroz û hevpar bûne. Avesta û Veda du pirtûkên cêwî ne. Lê Zerdeşt Vedayê weke cêwiya Avesta nedîtiye. Veda li Hindistan û Avesta jî li Îranê pirtûkên pîroz hatine qebûlkirin. Di ola Zerdeşt, Brahma, Canî û Hindû de agir pak û pîroz e. Di bingehê wê de tîrêj pîroz in û agir ji wan tîrêjan yek e. Baweriya agirperestî û rojperestiyê eynî ne û ev bingehê felsefeya mecusiyan bi xwe ye. Di zanista pozîtîv de jî, avabûna gerdûn û cîhanê pêşî bi rojê destpêdike. Piştre roj û gereksêrkên din diteqin, gaz, hawa, ax û av peyda dibin.
Di Gathayên Avesta de navê şeş firîştehên bêmirin û herherî hene. Sê ji wan mêr in û sêyên din jî jin in. Her şeş jî alîkarên Ahura Mazda ne. Firîşteha herî mezin û baş ku Zerdeşt doktrîna xwe ya olî û felsefî pê dide nasandin Aşa ye.
Zerdeşt dibîne ku xelk ji vî zimanê bilind û felsefeya kûr baş fêmnake. Wê demê hewl dide ku felsefeya xwe bi sembolan sivik bîke ku xelk bi hêsanî fêm bike. Ew, Aşayê ji meqamê firîştehiya bilind dadixe jêr û Aşayê bi sembola agir dide nasandin. Ji ber ku Aşa di nav afiranêrên Xwedê de firîşteya herî mezin û pak e. Ji derî vê safîtiyê du taybetiyên Aşa yên din jî hene:
Di serî de agir dema bi tiştan dikeve, her tiş dibe agir. Bi hêza agir şekil û şemalên tiştan tên guhertin. Di dema şewatê de tiştên ku dişewitin, dişibîne xwe. Hêza agir bandora xwe li ser jiyaneke pak dike. Qudreteke îlahî di agir de heye û ew li ser jiyana mirov û gerdûnê bandor dike.
Ya duyem, rewrikên agir hertim ber bi jor ve hildikişin û bilind dibin. Ev daxwaza jiyaneke pak û bilind sembolîze dikin. Herweha qanûna bêdawî ya Aşayê hertim bi jor ve hildikişe. Agir li vir semboleke berbiҫav e. Di dema Sasaniyan de ji vê bêmiriniya pîroz re Ardîbehişt digotin. Divê agir hertim pêketî be û qet venemire. Magiyên (meleyên) Zerdeşt dema li agirgehan agir pê dixist, lepik dikirin destên xwe û devê xwe jî bi poteke pak girê didan ku hilma wan negîje agir û agirê pak û pîroz bimîne û pîs û genî nebe.
Piştî Ahura Mazda, vê carê Xwedanê rojê Mîtra bû sembola agirê pak û pîroz. Herweha agirê newrozê jî di dîroka gelên arî de agirê herî kevnare, mayinde, pak û pîroz e.
Herweha di ola êzdiyan de jî ax, av, agir, roj û hewa pîroz in. Li gor baweriya êzdiyan Xwedê Melekê Tawiz ji nûra agirê xwe afirandiye. Roj sembola Şêx Şems û Melekê Tawiz e. Şems jî jixwe tê wateya rojê. Êzdî dema roj derdikeve û diçe ava, berê xwe didin rojê û dua dikin.
Di nav kurdên misilman de hîn îro jî roj, hîv û agir pîroz in. Berê xwe didin wan ji xwe, dilxwaz û dostên xwe re dua û ji dijmin, zordest û nepakan re nifiran dikin.
Amed Tîgrîs