Di Romana Şampazê de Tehma Folklorê
Romana Sadiq Ûskanî ya bi navê Şampazê bi hevoka “Heşayî haziran, berê ez ker bûm, bi dû ra bûm însan!" dest pê dike. Wiha didomîne: “Welah. Bi dilê safî dibêjim. Bi qewlê helkê, heta mirov xwe nas dike, emrê xwe xelas dike. Dinya ye! Jixwe qey dinya jî wiha ye. Nizanim hema wî zemanî çi bi helkê hatibû. Di carekî da her tişt bû tiştekî din.”
Vebêjerê romanê li "Qezê" dijî, yanî li Qoserê. Roman ji devê karakterê sereke ku gundê wan ji aliyê hêzên dewletê de hatiye şewitandin û koçî Qezê kirine tê vegotin. karakterê romanê yê din jî yekî bi navê Adil Berdayî ye ku ji derewan diçêre, heta dawiya romanê tu kes namîne ku wan naxapîne û fena li wan nake.
Roman bi zimanekî fesîh, edebî, herêmî û folklorîk hatiye nivîsand. Di romanê da gelek çîrok hene û her yek tahmekê dide xwîneran. Di romanê de, biwêj, gotinê pêşiyan û dijûn hebûn û di cî de hatibûn bikar anîn. Honandina romanê xweş bû, mirov ji xwendina wê têr nedibû.
Roman li ser civakê û tiştên bi serê wan de hatine ji aliyê karakterê sereke yê romanê ve, tê vegotin. Meriv kare bibêje ku roman bi awayek mîzahî rexneyek civakî jî dike.
Karakterê romanê yê sereke yekî yextiyar e û xwe li gelek tiştan radikşîne, lê dikeve dahfika Adil Berdayî, “wî zerf vekir, çavê xwe lê gerand, xwend û devê xwe da ber guhê min û ji min ra got:
- pere bi te ra hene?” (r. 11)
Zerf ji maliyê hatiye, ji bo ceryana xaniyê wan ê gund ê ku pazdeh sal berê hatiye şewitandinê, lê Adilo dibêje ez ê bi perekî hindik te jê xelas bikim.
Di rûpelên 18-19an de qala sondaja ku li erdê qezê û dora wê dixin hatiye kirin. Bi awayek girtî be jî rexneya bandora kapîtalîzmê ya neyînî tê kirin.
Di rûpela 38an de Nivîskar bal kişandiye ser yekîtiyê, mele Evdilcelîl jî yekî ji gund koç kiriye, lê dewlet dev jê bernade û carê davije ser mala wî, ew jî dibêje ku em li hev û du xwedî dernekevin halê me dê bi vî awayî be.
Di romanê de qala Kew û meraqçiyan hatiye kirin. Wek çandeke balkêş hatiye pêşkêş kirin. Bi vê hêla xwe meriv kare bibêje ku nivîskar çavdêriya jiyana rasteqîn a civakî jî kiriye. (r. 104)
Di rûpela 107an de bal kişandiye ser demên limêja îniyê ku gelek mirov diçûn li meydana dikirin, li dû melê fermî nedikirin. Ev jî wek helwestek gel a li hember bikaranîna dîn ji aliyê dewletê ve ye.
Di romanê de yekî bi navê " xisto" heye û dere heyfa karakterê romanê yê sereke ji Adil Beradayî distîne.
Nivîskarê romanê kuçe û kolanê Qoserê tîne ber çavên xwîneran. Qerekterên romanê dihatin ber çavên xwîneran û roman herikbar bû. Roman bi girtina Adil Berdayî diqede.
Sadiq Ûskan, di sala 1981` de li gundê Qûça Heciyan ê bi ser Qoserê ve ye hatiye dinyê. Di sala 2007` an de li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Mamostetiya Koma Fîlozofiyê qedandiye, li Amedê dijî.
Pirtûkên wî: - Payîzxêr, li ser salnameya kurmancî xebateka folklorîk ( Sadiq Ûskan, Weşanên Wardozê, folklor,2007)