1. Tekst

  2. Gotar

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. Dewletbûn, Erkê Her Partî û Hêza Kurdistanî ye!
Dewletbûn, Erkê Her Partî û Hêza Kurdistanî ye!,dewletbûn,erkê,her,partî,û,hêza,kurdistanî,ye

Dewletbûn, Erkê Her Partî û Hêza Kurdistanî ye!

A+ A-

Li Başûrê Kurdistanê; aktorên serxwebûna Başûrê Kurdistanê, ji bona pêkanîna mafê çarenûsa netewa Kurd û Kurdistanê mîna xwebexşan di têkoşînek dîrokî de ne. Pir asteng derketin pêşîya wan û raserî êrîşan hatin. Hin ji hundir û hin ji derve de xwestin ku pêşîya vê gava pîroz bigirin û koletîyê wek “qedera kurdan” bi wan bidin qebûlkirin ku Kurd û Kurdistan bi qedera xwe razî bibe!

Lê wan aktorên serxwebûnxwazên bi hest, raman û stratejî, di her hewldanên xwe de eşkere kirin ku ew ê bi qedera xwe nerazî bin û ji bona netewa Kurd û Kurdistanê wê bibin aktorên dîrokek nû. Ev helwestek pîroz e.

Hêzên parêzgerên statûya ser Kurdistanê, helbet naxwazin Kurd bibin xwedî qederek nû. Naxwazin bibin xwedî dewlet. Heta ji wan were ew ê van hewldanên aktorên serxwebûna Kurdistanê asteng bikin. Ev têt fêmkirin. Dijmin in û naxwazin yeka kurdan bibe dido. Hewlên wan neyarîya sedan salan e.

Lê malxerabîyek heye ku bingeha wê li Kurdistan e. Bi xwîna kurdan, bi keda kurdan, li ser dînamîkên kurdan xwedî bandor e û bi vê bandora xwe dixwaze vê gava pîroz asteng bike û bêqîmet bike.

Ji hewlên dijminan bêtir, divê Kurd hesabê van bikin. Ji ber ku evana li gor programa dijminên Kurd û Kurdistanê tevdigerin. Tiştên ku dijmin eşkere nake, bi van dide gotin û kirin. Dikarin li gor xwestinên dijminên Kurd û Kurdistanê, bibin sebebê bêîstîqrarîyek mezin.

Her çiqa ev hêzên ku li ser “dijminatîya birêz Mesud Barzanî” dixwazin van karesatan bimeşînin, di warekî de armanca wan û yên dijîtîya dewletbûna kurdan dikin, dibe yek. Ew jî “pêşîlêgirtina serxwebûna Kurdistanê û bêqîmetkirina referandûmê” ye.

Cûreyek ji wan li derdorê Tevgera Goran an li gora xwestinên vê tevgerê helwestê digirin. Ava ku di cîhoka van re diherike, li cîhekî din, dikeve ser ava Tevgera Goran û xwînê dide helwesta pêşîlêgirtina referandûma serxwebûna Kurdistanê. Di herêmê de dibe sebebê xurtkirina bandora Îran-Nûrî El Malikî û tirkan.

Ev hêz bi ti haweyî nêzîkî dan û stendinên nav hêzên netewî yên kurdan nabe û beşdarbûna xwe wek qoz li henber daxwazên hewldanên netewî û yekgirtî bikartîne. Dixwaze bi zorê xwestinên xwe bide qebûlkirin. Bi van hewlên xwe gava îradeya netewî binpê dike û tenê xwestinên xwe li ser her kesî ferz dike. Edresa wan, wargehê dijminatîya aktorên serxwebûnê ye, lê di eslê xwe de dijminê serxwebûnê ne. Naxwazin ku Iraq perçe bibe û Kurd bibin xwedî dewlet. Iraq, federasyonê û makezagona Iraqê wek edres pêşniyarî me dikin.

Cureyê din PKK û derdorê wê ne. Ew bi şêweyek vekirî û eşkere dijitîya dewletê dikin û naxwazin ku Kurd bibin dewlet. Bi îdeolojîyek seqet bêdewletbûnê diparêzin û dibêjin “kar û hewldanên dewletbûnê armancek pir xerabe”(!) û divê pêşîya van hewldanan bên girtin. Ev stratejî ya Îran û dijminên kurdan e û bi awayekî eşkere Îran dixwaze vê hêzê li hember daxwazên netewa Kurd û Kurdistanê bikar bîne.

Him li Başûrê Kurdistanê û him li hersê perçeyên din yên Kurdistanê û him jî li dîyaspora Kurdistanê, coşek pir mezin ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê heye. Ji bona xwedîlêderketina vê gava dîrokî, divê her kurdê xwedî daxwaz, dozdarê serxwebûnê, bi çavê “piştgirîya referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê” li xwe nenêre. Kurd nabin ku “piştgirê serxwebûnê” bin. Ew kevirên avakirina mala Kurd û Kurdistanê ne. Xwebexşê doza rewa a netewa Kurd û Kurdistanê ne. Divê xwe ne wek “piştgir” wek dozdarê dozê, xwebexşerên dozâ Kurdistanê bibînin.

Di vî warî de her Kurd xwedîyê dozê ye. Her partî, rêxistin û sazî, komelên serxwebûnxwaz, pergalên doza rewa a netewa Kurd û Kurdistanê ne. Di geşkirina agirê azadîya netewa Kurd de xwedî erk û xwedî heqin. Divê bi hestekî Kurd û Kurdistanî xwedî li erkên xwe derkevin.

Dîrok cara yekeme ku ev firset derxistîye pêşîya Kurd û Kurdistanê. Li her beşên Kurdistanê, hêz û partîyên Kurdistanî di bin vî barê pîroz de xwedî rolên serete ne.

21.06.2017