Dew birê maste, ma ev rast e?
Gotineke belav bûye, derbarî du tiştên nêzî hev in" dew birê mast e ". Gelo mirovek ev kelepûra han ronahî kirye? Dibe mirovek hebe ku li ser rawistî be, lê ez jê bê hay im. De ka emê vê gotinê ji xwe re bikarbînin, emê wê ya “biklên" ta em bizanibin bê wê çi bi serbike ve.
Rast e, ku dew û mast "xwediyên" hev in, tuxmê wan yek e, lê ew nakevin yek rêzê de, yek nirxî de, yek wateyê de:
Mast ji şîr e! Ev tişteke sane ye, helbet ne seyr e ku dew ji mast e, ev ya jî tişteke naskirî ye. Lê di vir de têkilî tête guhertin ku dew bi dûv mast de bi nav dibe, bi wateya ku nirxê mast buhatir e û bikaranînên mast bêtir in û di encamê de, dew ji derveyî xelexa wateyê dimîne.
Ya cihê pirsê ew e: Bo çi ev hevok wisa derketiye holê? Kî bi dûv de ye? Li çi qûnaxê û bi çi qewarî xwe bi nav dike?
Ber bi civaka gundî de:
Helbet çi peyva ku heye xwedî cih û war e, ev ya jî di civaka gundî de xwe navnîşan dike. Kî mast e kî dew e?
Ya teqez em li riwê hevokê binêrin nêrînek kûr, dûr û hûr:
Dibe bi sanayî yek xwe li mast bike xwedî, lê xwediyê dew kiye? Tirşbûnek herduyan dighên hev, lê ji hev diveqetin? Ew jî ku tirşbûna mast carcaran tête xwestin, lê dew ne wisa ye, ev ya jî girêda ye bi naveroka mast û dew bi xwe.
Ji hêleke din ve, derbarî dew, tête gotin: Tu kes nabê dewê min tirş e! Ev ya jî, neku dew dinirxîne, na! Lê belê dikeve warê bikaranîna dew, ku gelek dihate vexuarin, ku pirr bû, lê tucar rê li ber venabe ku bi mast ve bête girêdan.
Weke bi navdibe: Mast dikeve meşkê de, ku tête kilan, ta demeke nîşan kirî, ku valadibe beroşekê, bu nîvişkê ku bi ser ketiye bête danhev û yê dimîne ew dew e. Yanî mast xwedî nirx “qedrê" xwe ye, pileya wî bilind e.
Çi hiştiye ku îca dew birê mast be û ji mast e?
Dê em vegerin ser destpêkê “rast e, dew birê mast e"! Bo çi rast e û ji ku rast e û dew ne birê mast e?
Gelo ev bi sedema lihevanînê ye, an lihevhatinekê ye, an ne ew û ne eve jî, ku tiştekî raz heye di navberê de?
Yek jê, civak gundîtiyê tîne ber çav, ya din, ew amûrên ku peyde dibin, namînin weke xwe, lê belê, bikar tên, navnîşan in gundî ne ku bê wiha jî ziman nayê avakirin û civak bi xwe bi nav dibe.
Bidestpêkirina dew, ragihandinek heye, ew e, ku dew ne cihê lêpirsînê ye, çiku bi nirxakî nizme, îca dema ku du tişt bên nêzîkkirinî hev, di civaka gundî de, çav li alav, amûrên ku bikaribin bi vê role rabin, weke hemahingiyekê li darxîne, daku ew kesê dibe di piliya dew de be, nêzî mirovê di pileya mast de be, an lihevketina li ser du tiştan zelal bike.
Aramiyek an hêmeniyek di vir de peyde dibe bi vê gavavêtinê, ku civak jîngeha xwe dinase, û sîma hasten wê.
Derbarî vê gotinê gotinek din heye dibe ku mijara me ronahîtir bike, ew e: Șûv bi dev frêze ve ye, ku ew jî gotinek gundîtiye.
Dûrêzkirinek din di vir de heye: Firêza ku frêze duh Șûv bû, û Șûv dibe ku sibe bibe firêz piştî çandinê, ew herdû nêzî hev in, lê dew bi bihayê xwe ne wiha ye.
Li virê pirsek din heye, ew e: Bo çi bira ye, bi wate ye ku nêr e?
Bê guman, ev xalek sereke di maka zimanî de ye ku bi civakê ve girêda ye.
Tevî em dizanin ku peyva mê, mêyetî di gotinên me yên girîng de di pêş de ne: Dê û bav, Xwîşk û bira, zimanê dayik …, îca ev çi kêşe ye? Çima bira ye ne navekî dine?
Ev pirsa berê mirov dide cihekî din, ku nêrînê me li jor eşkere kirine bêne rawestin tevî wêne û wateyên xwe, lê ne bi navê veqetandinekê, lê belê bi navê hişyariyek ku gotin dide me.
Birayetî bi dev bav, an nêr ve ye, ew bêtir bi kar tê, diyar, lewra em dibêjin: Birayetiya me, em birayên hev in ku xwîşk bê deng in, bi wateya ku li pişt birane.
Eger em di vî warî de li van peyvan binêrin: dew, mast, şîr, diyare ku her sê nav bi nêritî bi nav dibin, ku mere bi bîr dikin bi tiştekî din: Pirsa nêr û mê, di zimanê kurdî de, weku ziman jî bi nêritî tête nasîn, ku gerek mê baya, çimkî dizê.
Ev xalik gelek ber firehe û kûre, lê ya ji me re pêwîste ev pirsa biratiya dew ji mast re ye.
Di boçûna min de tevgerek wateyên gotinê heye, ew jî bi têkilyên wê girêdayî ne, ku dew di dan û standinên civaka gundî, li mal, ji derve, li cihê kar “paleyê", dew ne dikeve şûna avê tenê de, lê avê li xwe digire ji cihekî, û bi nan re tête vexwarin “xwarin" di heman demê de, ji cihekî din.
Ev şîroveya han berê mirov dide çi?
Di nêrîna min de, diyare ku pileya dew bilind bûye, çimkî dew bi nav dibe, ku bira ye, ku di civaka gundî de rolek dew heye, çi li çolê, çi li male, çi ji dêvla avê, çi bi serê xwe ku dilê mirov hênik dike, bi taybetî di kelkela germa havînê de, ta ku dew dibe weke xwarinek sivik bi nan re, an, mirovê diçe kar gulpek an tasek “zerdikek" dew vedixwe û xurîniya xwe pê dişkîne.
Li ser vê astê mirov dibîne ku gelek rêyên gotinên wiha gelêrî hene:
Dew bi serê xwe ye
Lê dew bi nîşan dibe di kêleka “regezek" ji nêz ve, ku bi hev re dikevin berhevkirinekê de
Dew li paş dimîne
Dew bi ser dikeve
Lê di ser û ber re gelek tiştên din têne gotin, ravekirin, şîrovekirin, gelek wêneyên civakî dikevin tevna gengeşîya pêwendîyên jîngeha civaka mirovan ku:
Dew dew e û mast mast e
Ku dew li mast vedigere
Ku dew nirxeke xwe diyar dike di ber re
Ku beramberî vê gotinê mirov dikare gelek tiştan bi nav bike di mijarên hunerî, wêjayî, mêjoyî, rexneyî, felsefî… û hwd.
Ev ya jî çesipandinek li ser dolmenbûna folklorê bi xwe ye.
Gelo di vir de, mirov dikare bibêje:
Ji min re bibêje tu çi folklorî dixwînî ez ê ji te re bibêjim tu kiyî?
Dihok