DUŞEMA SOR/SERENCAMA MIRINEKÎ
Gelo dema hûn hîn bibin, an jî bibihîzin bisteke din yekî ku hûn nas dikin wê were kuştin hûn ê çi bikin? Çawa tevbigerin? Meriv dixwaze wisa bawer bike ku hûn ê xwe bi awayekî bigihîjînin wî kesî an jî bi awayekî agahiyê bidin wî. Ne wisa? Tişta kut tê bîra meriv ev e. Tişta ku meriv lê bendê ye ev e. Û tişta ku bê kirin jî ev e.
Lê bele dema meriv pirtûka Gabriel Gorcia Morgvez ya bi navê Duşema Sor/Serencama Mirinekî dixwîne, hê di risteya yekemin de fêr dibe ku wê Santiago Nacar bê kuştin. Pirtûk jî ji xwe bi vê hevokê dest pê dike. Agahiyê dide xwendekar ku wê di nava saetek de yek bê kuştin.
Pîrtuk di heman demî de me ji ciyê me yê bi ewle digire, me dibe nav jiyana şêniyên navçeyek biçûk. Nîşanê me dide ku jiyana wan çewa di nav xemsariyê de derbas dibe. Wisa ku em jî bi wan re kêlî bi kêlî dibin şahide bûyerê. Her kî wê agahiyê dibihîse di serî de bixwaze tiştek bike jî di nav demeke pir kin de dikeve nav pêlên xemsariyê û dibêje; wê çewa bibe? Tiştek wisa ne pêkan e. Wê karibe xwe biparêze û hwd. Li hember xemsariya wan em matmayî dimînin.
Bi awayek aşkere neye gotin jî hemû kes li benda mirina wî ne. Hemû kes dizanin wê Santiago bê kuştin. Lê bele, tu kes jî ji bo wî xelas bike nakeve nava liv û tevgerek micid. Dilê xwe pê dişewitînin. Lê xemsar in, naxwazin baweriya xwe bi vê agahiyê bînin. Vê ya jî bi başbûna qesasan ve girê didin. Lewere heta wê deme nedîtine û nebihîstine ku ew her dû birayên ku dibêjin “emê Santîago Nacar bikujin” heta wê rojê bi bûyerek xerab nehatine rojeva navçeyê.
Dîsa dema meriv dest bi xwendinê dike çewa di serî de dizane ku wê Santago bê kuştin di heman hevokê de bangewazî û tikaya veşartî jî dibine. Qesas ji bo ku wî nekujin ji aliyê yekî ve bên sekinandin çi ji desten wan tê dikin. Lê bele ji serokê şaredariyê bigire ta serleşkerên ewlehîyê û keşeyê dêrê. Tev jî dibihîzin lê tiştek nakin. Di nav xemsariyê de jiyana xwe ya rojane didomînin û li kuştina Santiago temaşe dikin. Ew bi xwe jî bi vê bêdengî û xemsariya xwe dibin şirîkê vê buyerê. A sosretir jî ev e.
Her ku em di nav rûpelên pirtûkê de pêşve diçin sebeba kuştina Santiago jî hîn dibin. “NAMÛS” Santiago ( Ezîz ) û Angela ( ferişte – melek ) ji hev hez dikin. Û berya zewacê bi hev şa dibin. ( bi rastî ev mijar jî pir zêde ne zelal e ). Gabo ev der ji me re dihêle. Û dema Angela bêdilê xwe bi yekî din re tê zewicandin şeva zîfafê ev derdikeve holê. Angela ne kecik e. Viya wek di roja me de jî tê jiyan ji bo namus “ bê paqijkirn “ pêwîste “ xwîn “ birije. Wisa ku dema namus tê gotin; ê ku çîrokê ji me re vedibêje bi gotinên diya xwe rastiyê li ser çavên me dixe. “Jibo namûsê kuştin şert e!”
Lê belê dema jinika şîrfiroş dibihîze wê ev bûyer biqewime xwe bi xwe dibêje; “min carek din his kir ku em jin çiqas bi tena sere xwe ne. Em nikarin li gorî dilê xwe ji yekî hez bikin, bi merivekî re bizewicin, lê li ser navê me mêr tên kuştin.”
Li gorî min di nav rûpelan de tişta hatiye veşartin û di din xemsariya şêniyên navçeyê de ev heye. Dewlemendiya malbata Santiago, wiya di hişmendiya wan de ji alîkî de fikra xwe dikare biparêze ava dike. Ji aliyê din jî di nav gel de li hember dewlemenda tovên tolhildanê hatiye çandin. Santiago keferata gunehên bavê xwe ye.
Pirtûk bi tevahî 106 rûpele. Ji aliye Încî Kut ve bo tirkî û ji aliyê Ciwanmerd Kulek ve bo kurdî bi navê Serencama Mirinekî hatiye wergerandin. Çapa tirkî li weşanxaneya canê hatiye çapkirin, ya kurdî jî li Weşanxaneya Lîsê hatiye çapkirin. Zimanek gelek herikbar e û heta dawî jî meriv nikare pirtûkê ji deste xwe berde. Min tenê vana nivîsand. Lê dema Gaba tê gotin helbet bi hezaran çîrok di nav çîrokê de hene. Baldar bin. Dema we pirtûkê xwend hûn jî nebin şirîkê kuştina Ezîz û Ferîşteyan…
Mem FARQÎNÎ