DI KULTURA KURDÎ DE KOFÎ
Li ba jinên Kurd, gellek babetên girêdanê hene. Em dê tene li ser kofîyê bisekinin. Kofî perçekinceke Kurdî ya neteweyî ku taybetî ji bo jinên Kurd e. Xweşikî û masûmîya jinan îfade dike. Serê jinan piranî bi rengên zer, sor û kesk tên xemilandin.
Kurdistanîbûnê herî zede ev reng îfade dikin. Kofî, perçekinceke jinan e ku bi hezaran sal in wekî aksesûar tê bikaranîn. Çêkirina kofî weha ye: Kofî di textê hunandinê ku ji re “elbik” tê gotin tê hunandin û di nav wê de qedîfeya ku dişibe qûmê heye. Perçeyên bi reng wekî heft guliyên por bi kofîyê ve tên girêdan.
Herweha li her kofîyê nîv-zêr tên pêvekirin. Li gorî rewşa malbatan li hin kofîyan 24 zêr tên pêvekirin. Hinek jî ji vê hejmarê kêm an zede ne. Li Kurdistanê kofî herî zede ji aliyê jin, keç, ciwan û mêran ve tê bikaranîn. Berê piranîya jinên Kurdan kofî bikar danîn.
Hin jinên ciwan li ser kofîyê çarçef jî bikar tînin. Jin û keçên ku tenê kofî bê çarçef bikar tînin jî hene.
Jinên îxtiyar kofîyan bê çarçef bikar tînin. Lê herêma Serhedê li Kurdistana Bakur, beravajîyê vê ye. Jin berê çarçef li xwe dikin û kofîyê jî li ser çarçefê girê didin.
Li bajaran an jî li riyan wexta mirov jinên bi kofî dibîne, ji kofî û kincên wan mirov dikare texmîn bike ku ew ji kuderê ne. Ji kîjan eşîrê ne jî tê texmînkirin. Kofî û kincên jinên eşîretên Kurd li Kurdistanê ji hev cuda ne. Aksesûar ji kîjan malbatê hatîne nîşan didin. Li Kurdistanê motîfên kofîyan li herêman cuda ne, ji ber vê jî em dikarin wan li gorî herîman kategorize bikin. Mînak: Herêmên wekî Dêrsim, Serhed, Colemerg (Hekarî), Koçgirî, Amed, Behdînan, Xerzan, Bişêrî, Çikakî, Erdelan, Hewreman, Deşta Berrîyê, Toran nuha jî tên binavkirin.
Di lêkolînên kulturîyên di derbarê folklora Kurdî de divê ev herêmên cuda bên analîzkirin, ji ber ku her herêm xwedîyê motîfa taybetî ye, wekî mînak Semsûr, Sêwas, Mereş, Meletî, Erzingan, Erzirom, Dêrsim, Agirî, Wan, Bedlis, Mûş. Taybetî jî jinên Colemergê kofî bikar tînin.
Li bakur û başûrê Kurdistana Bakur taybetî jî jinên extiyar kofî bikar tînin. Jinên zewicî ku kofî bikar tînin, sîngê wan girtî ye lê bi reng e. Li ba keçikan girêdana serî bi reng e, lê sîngê wan vekirî ye. Ev tê wê maneyê ku ew keçên ezeb in. Jinên zevicî û ezeb ji ber vê yeke kofîyên cuda bikar tînin. Îro ji ber bajarvanî û modernîteyê ev edet asîmîle bûne. Êdî şûna kofîyan, leçek û çît girtine.
Tiştên ku ji zaroktîya min tên bîra min jinan kofî piştî nîşanê gire didan. Berê wê ya serê wan vekirî bû yan jî bi çît digirtin. Maneya wê ev e: Ev kes dergîstiya hinekan e. Bi vê, rê li ber tacîzan jî dihat girtin. Bi gotineke din li ba Kurdan kofî ji keçikî derbasbûna jinbûnê ye. Ev jî bi dergîstîbûnê dest pê dikir. Ev dihat wê maneyê ku ew dê êdî ji hinekên din re nebûya jin. Di derbarê mêran de baş nayê bîra min, lê li ba mêran ew zûtir dest pê dikir. Ev sosyolojîya Kurdan jî nişan dide. Kofî li hin herîman ji kulav tê honandin. Li ser wê jî şar tê girêdan. Jinan, zêr û zîvê xwe yê herî girîng li pêşîya kofîyê girê didan. Biskên xwe bi awayekî gulî dikirin û li nêzî guhan bin kitayê dihatin girêdan. Kitan di bin çenge de beşê sîngê dixemiland. Li gorî rewşa aborîya malbatê kalîte û şiklê kofî dikaribû cuda be. Jinan piştî emrekê kofî ji sere xwe danîn, ji ber ku kulav wekî qûm giranî çê dike û rê li ber serêşê vedike. Lê dîsa jî hin jinên aristokrat heta mirinê jî kofî bikar danîn. Yên kofî derdixistin jî, çît bikar danîn ku ew jî carnan dibû sebebê serêşê.
Îro li Kurdistanê kofî zêde nayê bikaranîn, lê li hin herêman hîn jî hene.
Hêvî dikim ku li Kurdistaneke ku bingeha xwe ya taybet û azad temam kiribe, bi beşdarîya kesên ku dilê xwe dane folklorê dezgeheke aksesûarê ya Kurdistanê ava bibe. Dikare bi rîya dezgehên weha dewlemendîya folklora Kurdistanê derkeve holê.