Cigerxwîn û çavên şîn
Bi kurtî, çima Cigerxwîn "1903-1984"nifret dibû ji çavên şîn? Gelo nifreta wî bi çi sedemê xwe dida nasîn? Pirsa sisiyan: Çawa yek dikare vê awirê şîrove bike, bi wateyek rexneyî?
Sê pirs bi hevre xwe amade dikin di babeta me de, ku dibe sane be, ji rexê pêkanîna çav ve di folklora kurdî de, nemaze:Stran, lê pirsa pêkananînê vekirî dimîne , û ya pêwîst ew e:Emê çi bi serxin derbarî vê mijarê ku çav dibe derbirîna gelek tiştan?
Pirsa çav
Eger wê bîhn navnîşana dev be, wê nêrîn navnîşana çav be: Nêrîn bîhna çav e, ku çav zimanê dile, pêre jî: wergêrê cane di gelek caran de, û ji ber vê yekê, çav bûye simboleke giran buha di çandeya geleyan de, ku mirov bi çav dinase, bi çav dibe, dibe çavek!
Bê guman kêliya babet bi nav bû, gelekan ji we eger ne we hemiyan bi çav mijûl bûne, lê çav nayên jimar û navnîşan kirin: Çavê daykê an bav, cavê jin an mêr, cavê biçûk an mezinan, çavên cenawiran, ta asteya ku her tişt bi çav dibe, lê divê jibîr ne be, ku cavê evîndaran evîndarê ew xwe di hunav de diçesibîne, lewra hatiye control kirin1!
Ya pêwîst ew çi çave? Çavê reş weku pirr bi nave di çandeya me kurdan de, an cavê şîn ku kêm bi nav bû ye, di herêma ku Cigerxwîn têde dijiya, an kesk, an bilî wan..?
Pirsa helbestvanê me pirsa çav e, weku nivîsiya wî dibêje, lê pirsa çav ji mêj ve bi ser zimanan ketiye û belav bû ye, û di têksên dîrok û folklorî de berze, lê, careke din, her yek ewê bi ser ziman dixe, û xwe lê berdide bi şêweyekî, wekû dîrokê ji nuh ve dinvîse û ta folklor jî sîbera xwe davêje ser, ku Cigerxwîn bi qasî ku hest an helwesta xwe avêtiye ser çavên reş, ewqas xwe dûrî çavên şîn kiriye, lê dîrok çi dibêje li ser pirsa wî weke nivîskar û helbestvan bi hev re? Û kî dibe rêberê yê din? Çi guman di peyre bi nav dibe, û raman xwe cuda dike?
Ya bi xwe, ya ne bi xwe
Ya bi xwe, ku pirr diyare li gel Cigerxwîn ew dîmena çavên reş di helbesta wî de, ku bi saneyî yek dikare malbenda wan ya xurt bi nav bike, ku yên bi şêweya wî wisa xwe dane nasîn2, ya ne bi xwe ku pirr kême ev malbend ji rexê çavên şîn ve, ku xwe ji wan şuştiye eger bi nêrînek rexneyî an dîrokî ku yek li ser vê babetê raweste. Lê fermana wî çiye li gel wan? Çima xwe dûr kiriye ji cavên şîn, û di bin çi sedemê de.
Lê pirsa ku bê guman li ser vê yekê ew e: Gelo ev xalika han dibe lêhatiya mijarekê bi xwe?
Ez di cih de diyar dikim wisa: Belê! Çi xalika ku bi navekî diyare dibe mijarek, an babetek, ta pirsgrêkek dema ku bi civak û çandeya civakê tête girêdan, nemaza ku têkeve cîhanek çandeyî û entrobolcî de, û kêliya ku çav weke Îqoneyekê binase, ev jî babeta helbestvanê me ye, çima na, bi taybet ku bi dijwariyekê ava bibe?!
Îca em ê dest pê bikin, û eşkere bikin, ji pirtûka wî ya ku di bin navê( ( Folklora kurdî) de ye, ya ku hatiye weşandin di sala1988an de, li Stokholmê, di pey koçkirna wî re, lê têbîniyek li virê he ye, ku ev pirtûk ji 27-11 sala 1965an amade ye ji capê re, weku di dawiya pêşgotinê de bi nav bûye, bi wateya ku li gor dîroka xwe tê xwendin, an bi kar dibe, dema ku em li ser pirsa çav rawestin, berî derketina wî ji Sûriyê.
Cigerxwîn caneke bi du baskan bû di jiyana xwe de:Folklor, û baskê din nêrîn û tevgera wî, lê folklor dimîne çavkaniya herî mezin jê re, çimkî çandeya kurdî xwe bi folklorê dinasand, ji ber devkiya wê, ku ji rexê dîrok û hêzên siyasî wisa dinase, îca dema ku helbestvan xwe dighîne folklor, û bi xwe re dihêle, dibe weke nasnameyek û nameyek ji kesên ku xwest wî binasin, ku helbesta wî xwe jê aza nake, çimkî gotiye (Bê guman ko dewlemendî û mezinahîya zimana bi folklor û rewş û pergala tore, rist û nivîsarên wa ye.)3.
Derbarî strana" Ez kevokim" awira xwe ya çandeyî bi cih dike li ser kaxezê, weke dîkomaneke dîrokî, û ji me re bi rê dike, ku cavê şîn ne tenê bê pare li gel wî, hember cavê reş, lê ta ew ji dervî behwer û nêrîna wiye, bi taybet ku ji dil û can ji xwe re kiriye babetek ( Gelek diriste, ko em bi çavê felsefê lê binêrin), ku ev peyv balkêşeke, dema ku dibêje ( Çawa "çavşîn" di awira kurmanca de ne gelek şêrîn û xweşikin. Herweku di strana "Çaçanê"de hatiye gotin:" çavşînê, çav şeytanê" û carna kurmanc dibêjin "çav pisîkê". Ji ber ko, pirên kurdên welatê me çavreş û ji çavên reş yan belek hezdikin û istran û dîlokan li ser dibêjin. r.14), ev gotin dikeve rêya zanistiyê de jî.
Daku pirsa me diyar be, pêdiviye ku em weke wî nekin, dema ku peyva giring “felsefe" bi kar aniye, çimkî bi wateyk sane bi nav bû ye, yana yek dikare lêpirsînekê ji wî û ji xwe bike: Çilo cavşîn wisa bi nav dibin? Gelo ewî çavên hemî kurdan şopandibûn? Ya din jî çawa ev jûreyên çavan wisa hatine danasîn û danalî?
Di şopandina min de li ser şîrovekirna Cigerxwîn ji strana “Ez kevokim", ku hatiye guhestin" kevokim" di strana "Hesen Cizrawî" de, bê zemînek rexneyî û zanistî dinerxîne, yek jê ( ku ne( Kevoka dîn),û ne( Çavê şîn), di strana Cezrawî peyde dibe, weke belav bû ye, îca eger bi rengek din hatiye stran bi dengê wî ev tiştek dine), di ber re mînaka wî ya ku ne weke daxwaza wî diyar dibe, dema ku diraweste li ser strana" Sultanê", weke hatiye dûrêzkirin:
Sultanê dinya deme
Lê, lê, lê,lê Sultanê
Xilxalê lingê te me
……..
Gustîla tilya te me
Kembera li pişta te me
Guharê guhê te me
……..
………
Çav şînê, çav şeytanê
Biçûkê mal cîranê…r.30
Ev pesnek mezin tête dan ji yara stranvan an xwediyê strana gelerî re, ku Seyda xwe ji ser dide alî, ne weke nirxandina wî ji strana" kevokim" bi teybet rexê Zirawî ve !
Domahiya stranê naveroka wê eşkere dike, bê Sultanê çiqasî hêjaye ku çavşîniya wê bê hempa ye ku yê lê meyzeke ew ê wîna ji rê bibe! Wiha cavên şîn xwedî hiner in û dibe ku cavê bisîkê bi xwe jî cihê tirsê be, çimkî bi hêz in, ku pisîk ta di reşayê de dikarin bibînin,lê ya giringtire ew e ku girêdana bisîkê bi şeytan ve ne ji ber xwe hatiye, çimkî kûrbûn bi şeytan dinase, û nependiyên wê, û bisîk canwerek cihê sawê ye bi gelek wateyan.
Ji rexekî din, beşek ji kurdan heye, çavşîne, weke hatiye nasîn4.
Pirsek din: Ma strana me kurdan, ya ku destpêk wisa hatiye:
Ha wer wer ha wer wer
Ha wer wer kezî zer
An : Kezî zerê kezî zer
Ha wer wer û ha wer wer
Di folklorê de bi nav bû ye? bi wateya ku kurdin me pê dinasin?
Lê gelo Cigerxwîn li ser ya xwe ma, an nêrîna wî hate guhertin?
Raste helbestvan xwe ji pirsa çavê şîn ne şuştiye, weku dibêje di helbestekê xwe de:
Yara por zerîn
Çav şîn, û rû geş
Dosta xem revîn…5.
Beriya ku derkeve Orupa bi çend salan,lê dema Orupa dibîne, û çav çavşînan çi keç an xatûnan dikeve bi rêtmek din dilê wî lêdixe, bi taybet li bajarê Siwêdê ku lê dijiya ta koçkirina wî, weke helbesta (Şoxa Swêdî):
Şoxek Swêdî pir şêrîn
Bala bilind û çav kesk û şîn6.
Çav kesk û şîn, bi hev re dinasin, ta asteya ku yek dikare bibêje:Eger te gote "şîn", te av, yan deriye bi nav kir, lê pêre jî şînkayî navnîşan dibe, ku mirov dikeve pehweriyekê, ew e:Şîn û şînkayî cêwiyên malzarokekê ne, ta peyva “Şîn" ku dijberî jînê hatiye, dolmendiya xwe eşkere dike, ku bi hev re têne hûnadin: Jîn û şîn, lê mixabin,di têgehê de: Tevî ku şîn bi aramî û hêmenî û dostaniyê belav bû ye valî walî, ew hatiye lidarxistin bi têgehek cuda, di bin bandora çandeyek oleyî û ta hinerî bi xwe de jî.
Lê pêdiviye ku em xwe nexapînin li gel vê yekê, ku Cigerxwîn koçkir û di dilê wî de, weku hatiye gotin:Hesretek, an axînek ji çavreşan ve pêre çûye gorê, ew jî bê guman vedgere perwerdekirina wî, lê pêre jî dibe ku bandora olê li ser hebe ta ku xwe dida nasîn mirovek ji dervî ol ê bû, ku cînwar û çandeya herêm û kesayetî ew xistine bin nêrîna çavreşan, ku helwest an huneriya wî pê navnîşan dibû.
Bi navkirina vê babetê, Mela Cizîrî diyare di huneriya wî de,ku ne hişyariyî “laweyî" bi nav dibe, ku çavên Horiyên buhiştê ber bi çav in, û dimîne ya giring û dijwar ku çavşîn bi " bê bingeh:Bidaa" dinasin di misilmaniyê de 7.
Di nêrînek sîmiyayî de, derbarî çavreş an çavşînan ve, mirov xwe dibîne di rêyek girtî de: Asoyî rexê reşê û şaqûlî rexê şînê ve, ya yekem mirov bê şop dihêle, û ya duyem mirov bin ban dike,ya yekem bi şevê girêdaye, berî dide çolistanê, û ya duyem bi ava kûr, bi deriyê girêdaye, îca ya pêwîst ew e ku herdû ber mêyatî diçin, ku mirov bi herduan ji dest xwe diçe.
Reşayî bi xweşaya xuristî dimîne, û şînî bi nependî û guhertinê bi nav dibe.
Lê di nêrîna dîrokî de bi wateya kirêt diyare, ku Ereb jê nifret dibin, ku kesên çavşîn (tawanbar dikirin bi derew û zikreş û kirêtiye), ku navnîşanek bû ji kesê Ecemî Romî re, ta dihate gotin ku xwediyê dijmintiya dijwar ew dijminek şîne)8.
Bê guman ev tiştekî ne tenê balkêşe, lê belê dikevê entrobolociya dan-standinê di navbera gel û çandeyan de, ku çakî û çepelî di nav de ji hev cuda dibin.
Danberhevkirin
De îca yek çawa dikare danberhevkirinekê serrast bike bi wateya nelihevkirinek tund û dixuya yî, di navbera nifreta Seydayê Cigerxwîn ji çavşîn û hezkirina wî jê re? Lê bêyî ku jibîr bibe strana"Sultanê" ya folklorî, ku dibe dîdarek dîrokî di vê pirsa me de, û dengvedanê wê?
Helbet wê nirxandina vê pirsê di rêyeke din de derbas bibe, çaxê ku Seydayê Cigerxwîn çavşîn bi hest an helwesta helbestiyanî pêşkêş kiriba, lê nêrîna wî ya di pirtûka folklor de, em xistin bin ramaneke din de, ku helbesta wî dikeve radeya duyem de, ku me bi xwe re dixîne aloziyek tund:
1-Di navbera nifretkirina wî ji çavşînan, û diyarkirina sihirbaziya wan de.
2-Di navbera behwerî û helwesta wî ji rexê çavşînan de.
3-Di navbera gotina dîrokî û helbestiyanî de.
Û ji ber ku dan-standin bi wêjeyî ye, nemaze: Helbest, an bi huneriyê re bê dawiye, yek dikare vê pirsê bihûne bi şêweyekî girantir, ku şîn weku xwe bi ava deriyê dinase, ew berê mirov dide destpêka gerdûnê, lê reşayî berê mirov dide nenasîn û nixumandina tiştan.
Cigexwîn dilive di navbera pêveçonek dirêj, weke mirinek diyar li gel çavşînan ve, ku bi wan re disote, bi mebesta ku xwe bi wan bivejîne, weku xwe dîtibû ji mêj ve,û berbiçûna çavşînan de, ku dereng ew naskirin.
Dimîne ya pêwîstir li virê, ew e, ku em gelekî barê wî giran nekin çimkî di dawiya pêşgotina pirtûka xwe de ya (Folklora kurdî), hêvî kiriye ji xwendevanê xwe ku şaşiyên wî rast bike, eger hebin ((Rûnê genî li ser nanê xwedî)9.
Xalika dawî, ew e: Rast tixûp ji rexne û nirxandinê re tune ye, çimkî cambazî û xweşiya wan di rûbera pirr fireh de ye, lê li gel Seydayê Cigerxwîn tête nirxan din weke helbestvanekî gelerî, bêyî ku mirov wî bê par bike ji helbest û wêneyên nûjen10, bi wateya ku peyva wî ya dîrokî an bi navê felsefî û ta rexna folklorî pêk nayê dûrî hest û helwesta helbestiyaniya wî bi xwe.
Ya ku mirov li ser dirawest ev nûçeya zanistî û nuh derketî, dibêje ku çavşîn û çavkesk, ew bi xwe şaşiyek cînîtîkî ne( Eyb wîrasî), ji çavreş û tarî cuda bûne ne zêdetirî deh hezar sal11, îca derbarî vê nûçeyê, mirov çi dikare bibêje li ser helwesta Cigerxwîn, û awirên wî li gel çavên şîn? Bê berê me dide babeteke din, bi nêrînin din û helbet bi armancên din !
==========
Jêder
1-Bi hesanî mirov dikare binase:Çeleb an coreyên çavan di rêya malperên entirnêtê re, eger di bin navê çav an rengên çav de, lewra min ev yeka han vekirî hiştiye ji peygera xwendevan re.
2-Ez li ser pirsa çav li gel Cigerxwîn rawistime, di sêmînareke xwe de bi navê (Şevbuhêrkek folklorî bi Cigerxwîn re), li bajarê Qmişlo,hola" Zelal", berya nêzîkî salekê" dem nayê bîra min",li ser pirsa çavên şîn di strana folklorî de" Ez kevokim lê lê" û şîrovekirina wê, derbarî beşek bi navê( Çav: Pirsek çandeyî ye) di pirtokek min de li ser Cigerxwîn ku nêzîk wê çap bibe li gel Akadîmiya kurdî li Hewlêrê.
3- - Cigerxwîn: Folklora kordî, weşanên roja nû, Stokholm, 1988, R:6.
4- Li ser vî babetê binêre pirtûka( Kurd),ya Basil Nîkîtîn, wergera erebî, ya Dr.Nûrî Talebanî,1998, r:55-57.
5- Cigerxwîn: Kî me ez,Avesta, çapa sêyem,2003, Stenbol, r:189, ji helbesta" Nivîskarek bo yar".
6- Binêre ( Aşitî), Avesta,çapa sêyem, : 2003, Stenbol, r:184.
7- weku Ibn Sîrîn dibêje di" Şîrovekirina xewnan de", di intirnête de.
8- Binêre:Sîmiya rengan di helbesta Yihya Semawî de, kovara" Ronahiyên rexneyî",jimara heştan, 2012, bi navê: Murdiya Abad, Resûl Belawî, ji entirnêtê hatiye guhestin, bi erebî.
9- Cigerxwîn: Folklora kurdî, r: 8.
10- Min ev yeka han diyar kiriye di birtûka( Cegerxwîn) de, ku li ber çapê ye, beşê:Nûjeniya Cigerxwîn.
11-Ev nûçe min guheste ji( Nadî Seyyidetî), ya entirnêtî, jêder , kovareke elmaniye.
Li gel vê yekê, helbestvanê firensî Rambo,berya sed û pêncî salî, xwestiye tîpên ziman bi rengan girêde, ku( A reş e ), û ( 0 şîn e), bi wateiya ku reş bi tîpa yekem dinase, û şîn bi tîpek, paşî gelek tîpan diyar dibe, weke min şîrovekiriye di pirtoka xwe de( Awaz..), Heleb, çapa yekem, 2005, rr:173-185, ku seykolociyê hembêz dike..
Qamişlo