Bêhna Dara Sincê
Dilawer Zeraq, mamoste, nivîskar, edîtor û şèwirmend e. Di 1965an de li Farqîna Amedè hatiye dinè. Heta lîseyè li Farqînè xwendiye, li zanîngeha Dicleyè Beşa Matematîkè(bîrkarî) di 1985an de qedandiye. Ji 1996an vir ve dinivîse. Nivîsè wî ji ew salan vir ve di kovar û rojnameyan de tèn weşandin. Di kovara "W"yè de edîtorî kiriye. Nivîskar bi çèkirinèn peyvan, lèkolîn ú etîmolojiyè re jî eleqedar e. Du sal e ji kar hatiye avètin… mamoste nivîsè li ser wèje û rexneyè jî dinivîse.
Berhemèn wî;
Lèkolînèn wèje ú rexneyè, ferhenga biwèjan, 3 heb çîrok, seyîniyèn wî 3 heb novel, 6 wergerèn wî yèn ji tirkî jî hene.
Nivîskar di temamî çîrokèn xwe de navè lehengan ji navèn dîrokî û Kurdewarî hildibijère. Mijarèn wî ji jiyana Kurdan û bi pirayî rasteqîn in. Bi pirayî di berhemèn xwe da behsa jinan û girîngiya wan kiriye.
Bèhna Dara Sincè
Ev pirtûk 226 rûpel e, ji 3 beşan (xwenasîn, hevnasîn, xwezanîn), bi mijarèn; ji jiyana rasteqîn: Psikolojîk, soyolojîk bi tarza Bîranînè û weke romana búyerî hatiye çèkirin.
Ev roman romaneke; hezè, hèzè, xwenasînè, xwezanînè, dil û ketina hundirè dilî ye.
Roman bi Kurdiyeke zelal, paqij û dewlemend hatiye nivisandin hin peyvèn( nojek, fûrek, kudandin, bengbeng, niwazker, nax) xweş yèn ku mirov digot yèn bav û kalan in hebûn bi taybetî peyva kudandinè xweş lè rûniştibû ji ber ku peyvek xas kurdi ye. Di wateya domandinè de ye ku domandin peyvek biyaniye.
Hevokèn nivîskar bi pirayî kin û zelal bún yèn dirèj hebûn lè herêkbariyè nedabû sekinandin. Mijar zède ji hev dûr neketibûn pirr xweş hatibû honandin.
Gelek biwèjèn xweş ku di cî de hatibûn dayîn hebûn Mînak;
"Ez derziyè di ku re dikim hema tu tayekî di wir re dikî"
"Tu bûyî teniya bi dohn"
"Hè hesp tuneye tu afir dikolî"
Di romanè de sè mijarèn sereke weke ana fikir hebûn;
1- Tirs û hèz tena serè xwe ne tu tiştek in, bi hezkirinè digîhîjin astekè.
2- Tirs jî tèkçûna tirsè jî bi çokè ye.
Ew jî di serè pirtûkè de( ji çokan ketibû) û di dawiya pirtûkè de( li ser çokan rabû ser xwe) daye xwîner.
3- Rabûna ser çokan; ji çiyè sûd digrin û li girtîgehè radibin ser pèyan.
Naverok;
Çîrok weke du mijar hatibûn dayîn û çirokèn du kesan bûn. Yek jè Xelas bû ku ew yekî feqîr belengaz bû ku çû çiya navè wî bû Rustem, ku ew di ciwaniya xwe da di çayxaneya da şixuliye û ji bavè xwe zaf fikara kiriye piştre çûye çiya û di bûyerek de hatiye girtin û ketiye girtîgehè.
Yè din Cindî ye ji malbatek arîstoqrat e lè bi tirsè mezin bûye piştre xwendiye bûye parèzer û piştre jî ketiye zindanè û wî û Rustem bîranînèn xwe ji hev ra vegotine..
Nivîskar wek pisporekî di çîrokè de mijarèn pirr xweş di mijaran de hevokèn pirr xweş daye:
* Xwe bi tirsè hînè wèrekiyè dikin.
* Ketina ku binevş xwe bi qestî dixîne û dibè min got ka ketin çawa ye.
* ji èşè hez bike ku èş bè xwe lè bilefîne, èşè hemèz bike.
* Tirs li ber hezkirinè tèk diçe.
Mamoste lehengèn sereke ji mèran bijartibe jî yèn jin jî hene; weke Binevş, Sînemxan û diyèn Ferzende, Cindî û Xelas.
Hin mijarèn ku nivîskar li ser pesindayîna jinan, girîngîya jinan maye û behsa jinan û nèrînèn wan, kirinèn wan bi balkèşî kiriye:
1- Rûpela 74: Tiştè ku dayik hînè mirovan dikin, reng û dirûvè didin kesayeta mirov.
2- Rûpela 36: Diya Cindî ji bo Cindî dibèje " Ez dibèjim, kurè me bira hînî revè nebe, nebe yekî newèrek. Bila xwe ji şer biparèze lè bila nereve bila biçe biaxive.
3- Rûpela 203: Binevş ji hezkirinè xwe feda kir xwe avèt ser Rustem û ji dèlva wî ve mir.
4- Rûpela 169: Binevş ji karè xweşiktirkirina xweza madè xwe tirş dike û dibè "min dixwest biçim qada germ û giran"
5- Rûpela 118: Sînemxan tirsa Cindî sivik dike wî dikşîne qada Newrozè
6- Rûpela 123: Sînemxan ji bo biryardayîna Cindî ku dè bikeve siyasetè gotè " camèr heke tu nebèjî erè ez è destè xwe li te heram bikim".
7- Rûpela 123: Cindî dibè; " aliyekî min heza ku dayè da min, aliyekî min hèza ku Sînemxanè xwest bi min re çèke".
8- Rûpeka 66: bîza min jè diçû zayenda nèr bûye mè.
Nivîskar bi zanebûn zayenda hin peyvan guhertibû; kursî, ken, mad, ewr hwd…
Bi dîtin û fikra min mijara Cindî an bibèjin çîroka Cindî kèm û qels ma bû, dubarekirin zaf bû lè ew şîpa hiş yanè monologa navxweyî( mijara Rustem ku bi xwe bixwe diaxive) pirr xweş û tarzek baş bû.
Pirsa me ya ji nivîskar bona sè xalan (...) û dubareya wan de me ev bersiv girt; " Ev formeke nivisînè ye, bi zanebûn tè danîn, ku ev xal (...) valahiya hemû kurdan e. Em bi wan xalan(...) xwe temam dikin. Yanè xwînèr wè valahiyè çawa bixwaze dikare wisa tije bike".
Husèn Çalişcî