Bêdengî, Bidengê Bêdengîyê Hate Birîn
Nivîskarekî diasporayê HESENÊ METÊ
Gelek nivîskarên Kurd ên li derveyê welat dûrbûna ji axa xwe bi nivîsên xwe tînin zimên, ji wan yek jî Hesenê Metê ye. Bi gelek berheman nivîskar derdikeve pêşberî xwîneran piyes, çîrok, roman û werger.
Pirtûka nivîskar a dawî bi navê Hefsar xwe berdide nava romanên Kurdî. Hefsara jiyan û mirinê, hefsara hebûn û tunebûnê. Karakterê pirtûkê Germîyan hefsarê jiyanê ji dest berdaye bi alikariya dostê xwe yê berê Behram dixwaze dîsa hefsarê jiyanê bidest bixe. Bi nivîsîna defterekê xwîner bi xwe re digerîne. Geh dibe zozanan ku zarokatiya wî li wir derbas bûye geh dibe penaberiyê ku jiyana wî li wirê bi dawî dibe. Bi çîroka Germîyan rewşa penaberan, binhişê mirovek û bêrîkirina welat bi alikariya nivîskar pel bi pel di pirtûkê de hatiye honandin. Derûniya karakterê me di nivîsên wî yên di deftera ku li piştî xwe dihêle de diyar dibe.Tiştên ku di binê hişê wî de hene dinivîse lê wek jiyana xwe ya reş û tarî xêz dikşîne li ser nivîsên xwe. Romana bi nave Hefsar ji romanên nivîskar yên din cudatir e.
Nivîskar romanên beriya Hefsarê di Labîrenta Cinan, Tofan û Gotinên Gunehkar de gelek metafor bikar aniye. Labîrenta Cinan em dikarin bibêjin pirtûka xwenasînê ye. Xwîner bi karakterê pirtûkê mamoste Kevanot gundekî dinase. Gundekî paşverû zarokên xwe jî li gorî baweriyên xwe mezin kirine. Bi pirtûkê nivîskar xwîner di 16 malên cuda de digerîne lê hişmendiya wan kesan di cihekî de digihîjîne hevdu. Mamoste Kevanot modelekî zana ye xwîner li bendêne ku mamoste gundiyan ji baweriyên şaş vegerîne lê berevajiya vî tiştî gundî bandor li ser mamoste çêdikin. Di dawiya pirtûkê de kum û kolozên mezinan bi keviran tên pelçiqandin. Bi vê pelçiqandinê nezanî û hemû şaşî tên pelçiqandin. Nivîskar di Labîrenta Cinan de balê nakşîne nezaniya nexwendinê, balê dikşîne ser baweriya olekê û nezanîna olekê. Di Labîrenta Cinan de zimanê Kurmancî derbas nabe tenê zimanê malê derbas dibe. Gelo ew ê xwîner çawa bizanibe zimanê malê zimanê Kurmancî ye¬? Nivîskar ji bo ku xwîner jî ji malê dihesîbîne?
Romana duyemîn bi navê Tofan digihîje li ber destê xwîneran. Nivîskar piştî tofana Nûh tofanek jî li Cizîra Botan radike.Tofan Bekoyê Ewan dike mêvanê Ehmedê Xanî. Bi diayê Ehmedê Xanî 300 sal şûnde Bekoyê Ewan vedigere warê xwe Cîzîra Botan, li warê Mem û Zinê bajarê qedîm Beko digere. Bi gera Beko nivîskar berê xwîner dide Xelîfeyek û eshabên wî bi pênûsa nivîskar xwîner Xelifeyê vê demê dinase Xelîfeyê ku dubendî dixe nav miletekî(!) Her xwîner dikarê vê Xelifeyê li gorî xwe binirxîne. Bekoyê fesad gava li Cizirê digere heyfa xwe ji Cizîra dema xwe distîne. Me bi perîşanî li warê Mem û Zinê digerîne. Tofanak li Cizîrê rabûye tofana dubendiyê, tofana ji hev heznekirinê û tofana li nav miletekî. Nivîskar bi navê Bekoyê gilî û gazincên xwe digihijîne xwîneran. Di dîrokê de Eshabî Kêfê ku raketiye û 300 sal şûnde şiyar bûye û Bekoyê ku 300 sal şûnde ji gora xwe derdikeve welatê xwe wek berê nabînin. Honaka van herdu mijaran tehmekê xweş dide pirtûkê.
Romanekê wêrekîyê Gotînên Gunehkar di nava pirtûkên nivîskar de cihên xwe digire. Di pirtûkê de du tirsên însanan Xwedê û Şeytanê hundirê mirovahiyê dide axaftin. Xêr çi ye? Guneh çi ye? Mirovahî ji bo çi şaşiyan dike û berpirsiyariyê dixe stuyê kî? Nivîskar gunehên mirovahiyê bi zimanekî edebî nivîsîye. Xêr û guneh, Xwedê û Şeytan mirov bi xwe ye! Nivîskar pirtûka Tofan û Gotinên Gunehkar di herduyan de jî tofan rakiriye yek tofana Nûh bi destê Xwedê yek jî tofana di nava miletêkî de ye.
Sê romanên nivîskar Labîrenta Cînan, Tofan û Gotinên Gunehkar wek hevdu hatine honandin. Bi gelemperî mijarên wan hevdu dişopînin. Hefsar ji van mijaran cudatir e, di wir de çirokekî rasteqin bi pênûsa nivîskar hatiye honandin. Xeynî romanan Hesenê Metê çîroknûs e jî pirtûka bi navê Smîrnoff bi çardeh çîrokan derdikeve pêşberî xwîneran, her çîrok bi mijarek hatiye honandin. Xerîbî, nezanî, xwekêmdîtin, minetkarî û hwd…
Pirtûka çirokan bi navê Epîlog bi neh çîrokan dikeve nav pirtûkan, çîroka yekemîn monolog e karakter bi Mîr Celadet Elî Bedirxan re dipeyive dîsa hawara xwe digihîjine Ehmedê Xanî. Di çîrokek din de rexneyan li nivîskarên derveyê welat dike û dibêje helbestên bêhest dinivîsînin. Hesenê Metê jî nivîskarek derveyê welat e gelo ew bi kijan hest nivîsên xwe dinîvîse? Gelo rexneyê li xwe jî dike?
Pirtûka bi navê Ardû jî ji çîrokên gelerî pêk tê.