Bo Bîranîna Mamosteyê Amedî, Elî Seydo Gewranî (Kurdî)
Bi deh salan e ez, derbarê xebatên nivîskar, dîrokzan, wergêr, dîplomat û zimannasê kurd î bi rûmet Elî Seydo GORANÎ/GEWRANÎ da agahdar im. Lê ji ber ku bi tu awayî ez bi hûrgilî li ser jiyana wî ranewestîya bûm, di heşê min da wek ku ew “Ji Kurdên Goran e”, ramanek bi cih bûbû. Sedemê bingehîn ê peydabûna vê ramanê di serê min da, ew bû ku cara pêşîn ez rastê paşnavê “Guran an Goran” hatibûm û wek Elî Seydo Goranî cih girtibû.
Di nivîsek ku min bi salan berê wergerandibû da, ferqkir ku Elî Seydo Goranî ne ji kurdên Goran e. Bi hizra ku ez ê di demên bê da li ser jiyana wî hin tiştan binivîsim, danî alîkî. Ev raman, di nava arşîvên min bi salan li ser hev kombûyî da, wenda bû.
Mamoste Elî Seydo, wek kesayetek niştîmanperwerê kurd ku li derveyê welat ji dayîkbûyî, hemû jiyana xwe li dîyasporayê jiyaye lê nasnameya xwe ya neteweyî parastîye, heta kurdî jî paşê fêr bûye û ferhenga kurdî-erebî weşandiye, her di heşê min da mabû. Di vê rewşa ku bi milyonan kurdên li derveyê welat bineçarî jiyane, asîmîleyê erebî, farisî û tirkî bûne da, çirisîna Mamoste Elî Seydoyî wek stêrkeke neteweyî ya kurdan nayê ji bîr kirin.
Mamoste Elî Seydo, roja 16ê Hezîrana 2017an, dîsa hat bîra min. Bêyî ku ez li arşîva xwe binêrim, hat bîra min ku paşnavê Mamoste Elî Seydoyî ji deştek ku di navbera Amedê û navçeyek wê da dimîne, digire. Min ji birêz Rojhat ra telefon kir, pirsa “gelo di navbera Amed û Licê da Deşta Gewdanî” heye? Rojhat jî got ez ê lêbikolim.
Di vê navê da min li ser Feysbûkê pirsa “Gelo di navbera Amed û Licê da Deşta Gewdanî heye?” kir. Dema sibehê min li şîroveyên ku hatine kirin mêze kir. Şîroveya hevalê Urartu Elyan, “Di navbera Amed û Erxenîyê da Deşta Gewra heye, Gewra mezintirîn deşt e, heta bavê min li gundê Elyan (Cermik) ji dayîk bûye ku li wê deştê ye.” bala min kişand. Paşê şîroveyên ku xeta Amed û Erxeniyê nîşan didin, ji birêz Eyub Alacabey, Ebdurahman Onen û Bedran Xebinyan hatin. Dema min van şîroveyan dît, ji xwe ra got ev “Lice” û “Gewdan” ji kuderê derketin, rasterast ev deşta ya navbera Erxenî û Amedê ye.
Min dest bi lêgerîna Mamoste Elî Seydoyî di arşîva xwe da kir. Agahiyên berfireh di arşîva min da hebûn. Ez rastê gotara li ser jiyana Mamoste Elî Seydoyî ya di kovara Kurdistan21ê da hatim. Kurteya wê ev e. Li gorî vegotina Mamoste Elî Seydoyî, malbata wî di dema Osmanîyan da Kurdistanê terk kirine. Wiha dinivîse:
“Navê min Elî Seydo Gewranî Kurdî ye. Em ji eşîreta Dudikan in. Em ji Deşta Gewra ya di navbera Amed û Erxeniyê da ne. Elî Seydo Gewranî û Eşref Kurdî yê Bijişkê Yaser Arafat, zarokên heman malbata ku ji Amedê çûne Urdunê ne. Wê demê navê Mamoste yê rastîn Elî Seydo Gewranî Kurdî ye. Ew di sala 1908an da li paytexta Urdunê, Ammanê hatiye dunyayê. Kalê wî di serdema osmaniyan da, salên 1880yan da li Şamê bicih dibe. Paşê diçe navçeya Selbê û ji aliyê dewleta osmanî ve wek qaymeqamê navçeyê tê pêwirdarkirin. Gewranî dibistana seretayî li Ammanê dixwîne. Piştî Şerê Yekem ê Cîhanî li Qudusê di dibistanek Brîtanî da tê qeydkirin û perwerdeya xwe didomîne. Piştî perwerdeya xwe ya Qudsê, di sala 1924an da diçe Beyrûtê, li wirê di Zanîngeha Amerika da wek xwendekarê yekem Beşa Îqtîsadê diqedîne.
Di sala 1929an da, li Urdunê wek perwerdekar dest bi peywirê dike. Di kovara Hawarê da bi kurdî dinivîse. (Bnr. HAWAR, Jimar 22) Gewranî bi salan li Urdunê rêveberiya dibistanê dike. Ew, di sala 1949an da dibe sekreterê Wezareta Karê Derve yê Urdunê. Paşê di balyozxaneyên Urdunê yên li Siûdî, Anqere û Şamê da, tê pêwirdarkirin. Di vê navê da ji qadên dîplomatîk vedikişe û li Urdunê di Wezareta Perwerdeyê da tê pêwirdarkirin. Çend kitêbên perwerdeyê li Urdunê amade dike.
Elî Seydo Gewranî piştî serdemek ji nû ve vedigere qada dîplomatîk. Li balyozxaneyên Urdunê yên Cidde, Anqere, Şam û Sîna pêwir digire. Elî Seydo, di salên 1960an da malnişîn dibe. Di 8ê Kanûna 1992yan da, li Ammanê, di 84 saliya xwe da koça dawî dike. 5 zarokên wî hene. Navê wan Eşref, Mazin, Şîrîn, Nesrîn û Nermîn in. Eşref serdemek berê hatibû Başûrê Kurdistanê.
Hin Berhemên Elî Seydo Gewranî:
1) Mîn Amman îlel Îmadîye, Ew Cewle fî Kurdistanîl Cenûbîye (1939)
2) Kurdish a Hesen Arfa ji Îngilîzî wergerand Erebî
3) Komara Kurd li Mehabadê, William Eaglaton, ji Înglîzî bo Erebî
4) Rêwîtîya Welatê Mêrxasan, Dana Adams Schmidt, ji Înglîzî bo Erebî
5) Xebata Lor û Lorîstan, kovara Korî Zanyarî Kurd, 1974 paşê bû pirtûk
6) Ferhenga Nûjen Kurdî-Erebî 2 Berg
7) Mîm Amal alî Mlagiye
Aso Zagrosî (18.6.2017) Wergêr: Ahmed KANÎ
Linka Tirkî: file:///C:/Users/Ahmet%20KAN/Desktop/AMEDLİ%20MAMOSTE%20ALÎ%20SEYDO%20GEWRANÎ’NİN%20ANISINA!!!%20-%20Zagrosname%20-%20Ramyarî%20_%20Dîrok%