Bidestxistin
-1-
Mirovek bi dûv helbesteke ket, dixwest wê helbestê binivîse, bîhinçikandî bû, tiştek jê qizince nekir, ku çiqas li pey diçû, di navbera wan de firehtir dibû, bê neçar rawest, û xwe aram kir, xwe bê deng kir, ji nişkê ve xwe bi hest kir ku tiştek di giyanê wî de dileve, destê wî rahişte pênûsê û dema ava kaniyekê di nav tiliyên destê wî de derbû. Ew helbesta ku xwe ji ber dida alî bi xwe bû.
Mebest, afrandin ne li gor daxwazê, û li gor pîvan in dine ji dervî bi xwe, seqayek wê heye, hestek wê heye, vînek wê heye, demek wê heye, ku dema mirov rêz û hurmetê bide yê, hindê dikare xwe bi nav bike: Afrandinyar!
-2-
Don Kîşot, wek mirovek qeşmer bi nav dibe, weku nivîserê hêja Sêrvantis "1547-1616", wisa daye hûnadin û afrandin berya bêtirî çar çerxan, ew mirovê ku bi aşên bayê dinase, bi wateya ku ev çi mirovê ji hevketiye ku şerê ewan dike. Ha raza huneriyê di vir de ye, ku ew kesê bi wî mirovî dikene dibe qeşmerê qeşmeran bi xwe be. Armanca romana destanî ew e ku ew kesên xwe bi nav dikin, xwe di ser hemî kesan re dibînin, û gelek reftarên wan hovane ne, ew bixwe cihê pêkenokiyê ne, çiko bi xwe nizanin ku ew tucar wisa nadûmînin, tenê mirovê ku ji lîsteka dîrkê fam bike, wê rasteqîna wê bidestxîne.
-3-
Gelo pirsa ramanê çawa hatiye diyar kirin di nav rêjeyek mezin ji kurdên me de?
Tête gotin ku raman bi kêşeyan xwe bi nav dibe, lê kêşe jî aste ne. Çiqas kêşe giran, an xwedî nirx be, ewqas raman xwe bi cih dike. An mirov çawa dikare kêşeyan ji hev derxîne? Çawa dê karibe ramanê navnîşan bike?
Eger em malbenda kêşeyê diyar bikin, pêwîste ku raman pêkve eşkere bibe, lewra gelek kêşe hene neku binguh dibin, lê wêrekiya ku ji ewan re divê her kes nikare xwe jê re bike xwedî an lê xwedî derkeve, ev ya jî divegere sedemên civakî, siyasî, abûrî û kesayetî, lê rola mirov gelek berze, rola kesayetiyê ku dîrok bi xwe ronî dike. Bê guman dema ku mirov di mejiyê xwe de vê yekê moxil bike wê gelek " kozere, kesmûk " bi ser keve.
-4-
Wêrekî ji her tiştî re rêbazeke bi serê xwe ye! wêrekî jî cûr ne, tuxm in, regez in di ser hev re ne: Ji gotinek xweş, giran buha, ji helwestek rojane beramberî astengiyek an zordariyek rojane ta pirensîpek mirovayetî bi xwe .
Ev ya jî ne bi sanayî bi cih dibe. Dibe ku wêrekiyek bi salan keve ta eşkere bibe, û dibe ku temenekî dirêj bigre xwe ta ber bi çav bibe, ku ev wêrekiya han sînoran dide alî ji nav jin û mêran di hemî mijaran de.
-5 –
Rast e, gelek nav bi civakên xwe dinasin, lê rast e jî ku gelek civak bi mirov in xwe dinasin.
Rast e, gelek jin bi mêrên xwe dinasin, lê dijberî vê yekê jî dirust e. Di nêrîna min de, weku mêr bi jinan dinasin, ewqas jin bi mêran nayên naskirin, eger em li dînamîkiyeta civakan binêrin wê ev pêwendî zelaltir bibin, ku bidestxistina jiyanek xweş bêyê jinê tucar naçê serî.
-6-
Bidestxistin nirxê civaka serkeftî ye, pîvanek awarte ye ji kesê ku dixwazê raza jiyanê bizanibe. Ew jî bê qeware, lê kesê tiştekî bidest bixe bi nav bike, bi reng bike, bi bîhn bike, bi tar bike, bi adrês bike, ji dema jidayikbûn ta hêlma dawî ku ji gewriya mirov dertê bi dengvedane.
Duhok