1. Tekst

  2. Helbest

  3. Mem FARQÎNÎ
  4. BİLA MASÎ ROJÎ NEGIRIN!/AJERO BILA AJ BIBE
BİLA MASÎ ROJÎ NEGIRIN!/AJERO BILA AJ BIBE,bi̇la,masî,rojî,negirin,ajero,bila,aj,bibe

BİLA MASÎ ROJÎ NEGIRIN!/AJERO BILA AJ BIBE

A+ A-

“ Ez taybet im taybet

Hinek derbên din jî berdin laşê min

Ji bo ku ez hilgirim birînên bajarên din jî “

Helbest nivîsîn li ser rûyê vê cîhanê tiştê herî bi zor û zehmet e. Dema helbest nivîsîn ew qas dijwar be şîrovekirina helbesta, ev fikr bi tena serê xwe dibe pirsgirêkek mezin. Meriv nikare ji navê derkeve. Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku tu kes nikare bi dil aramî derbarê helbestek de du gotin bi lêv bike. Lê dema helbestvan hestên xwe parve dike, em wêrektîyê ji viya digrin û dikarin çend gotinan bibêjin.

Heke ev hestên tên parvekirin bi zimanek wek kurdî birîndar, wek welatek bi sedsalan bindest be ew çax ji me xwîneran re tiştek tenê dimîne. Guh dayîna wan qêrînan. Bibin şirîkê êşên ku hatine jiyankirin. Em di pirtûka rêzdar Sebrî Vûral ya bi navê Wesyetên Qefilî de ji ciyê xwe radibin û carek din wan êşên sotiner di nava dilê xwe de hest dikin.

Ji ber ku em wek gel nikarin êşên xwe bi nivîskî bînin ziman me tim xwe li serê çiyayan, li kendal û kaşan xistiye. Qêrîna di dilê dayîkan de hêlîn ji xwe re çêkirîye. Dilê me bi viya ve xwe girêdaye. Wek çarenûsek.

Li gorî min her nivîs xwedî gîyanekî ye. Tenê ne çend tîp in tên ba (cem ) hev. Hestên meriv dibin xwedî giyanek û di nava hevokan de jiyan dikin. Êşên hatine kişandin tîne ziman. Kêfxweşî û şahiyan de govend û mil bi mil diğerin. Û dibin mîrateyek pîroz ji dem û pêşerojê re. Loma meriv dikare bêje ku gewhertiya giyan jî, gewhertiya helbestan jî di vir de carek din xwe dide heskirin.

Di dîwana Wesyetên Qefilî de ev giyan xwe kiriye nava hemû helbestan. Her çi qas ji hev cuda cuda hatibin nivîsîn jî, ez viya wek helbestek tenê binav dikim. Hev û din diedilînin. Lewre dem heman dem e, êş heman êş e û heke bûyerên wek jêrzemînên Cizîr, Nisêbîn, Sûrê hatibin jiyîn kî dikare xwe ji van tiştan dûr bigire. Helbet her meriv kêm zêde xwe li hember van bûyeran berpirsyar dibînin. Lê helbestvan… ew tenê ne berpirsyar, di heman demê de di giyana xwe de, di dile xwe de hest dikin û dijîn.

Dibêjin leheng tiştên ku neyên dîtin pir baş dibine, tiştên neyên zanînin berya tevan dibine. Li gorî min ev gotin rast e û ji bo her demî derbasdar e. Lê kêm e. Lewre lehengên herî mezin carinan ne di qadên cengê de, di qadên din de jî dertên. Lewre bûyîna zimanê bê zimanan ne tiştek ew qas hêsan e.

Nivisîna bûyeran, şahidê girîng e. Lê bi şêwazek çewa hatiye nivisîn ev jî ji viya jî girîngtir e. Lewre dema meriv çi dinivîse ne ji bo xwe ji bo bibe dengê bê dengan dinivîse. Dixwaze alî mijarek de ji bo pêşerojê pelek nivîskî bihêle. Hewceye ku ew hevokên tên nivisîn bandora xwe li her derî belav bike. Ev jî hostatî dixwaze, huner dixwaze, giyan dixwaze. Em vana di nava rûpelên pirtûkê de yek bi yek dibînin. Bi taybet jî di helbesta “min sar e” de ev zelal e. Ka em guh bidinê ku helbestvan çi gotiye;

“ Dayê min sar e

Ez diricifim di nava germahiya Cizîrê de

Dayê min sar e min veneşêre di sarincê de

Helbestekê bi xwîna min binivîse bila nevê wê

Sar û cizîr be “

An jî di helbesta li ser dayîka Taybet de hatiye nivisîn. An jî li ser zarokên penaber. Ku masî ji şermê rojî digirin li ser wan bedenên nazik û teze. An jî ew delala ku qelenê wê bi xwîna zarokên wê hên jî tê dayîn.

Bi rastî dema meriv li ser dem û bûyerên hatine qewimîn difikire heke dilê merivan ji kevir jî bûya dê zûde bibûya hezar perçe. Lê ev perçeya gişt hemû van êşan di nav xwe de hewandiye. Bûye rist ketiye dîwana rêzdar Sebrî VURAL de. Bûye zimanê gele bê ziman, bûye destan ji bo gelê dilbirîn. Ji viya jî zêdetir bûye qêrîna gel û bûye dilopek av di zeryaya kurdî de. Sipas dikim ji bo keda te.

Pirtûk ji alyê weşanxaneya Lîsê ve hatiye çapkirin. Bi tevahî 78 rûpel in. Di aliyê redeksyonê û rûpelsaziyê de ji hêja ye. Dewamiya van serkeftinên wan dixwazim

AJERO BILA AJ BIBE

Zext û zorên li ser zimanê kurdî tim didomiya. Hêj wek zimanek “ nayê zanin ” tê bilêvkirin. Bi taybetî jî ev çend salên dawîn zimanê kurdî bi êrişek gelek dijwar re rû bir rû ye. Û ev êriş di heman qadên jiyanê de, di her kêliya jiyanê de bê navber û bêsekin xwe dide hestkirin.
Li hember van êrişan jî merivên ku ji kurdî hez dikin li gorî hêza xwe ji hevokan xelekan ava dikin. Ji bo zimanê xwe biparêzin, di heman demî de gavek be jî pêş de dibin li der dora zimanê kurdî dicivin. Li der dora ziman bi risteyên xwe kelehan ava dikin. Wek ku bixwazin qêrîna xwe bi hemû cîhanê bidin bihîstin û bibêjin erê kurdî zimanek wêjeyî ye û em li vir in.
Ev gotin hişmendiya wan dide nişandan û ez hewce jî nabim ku vê gotinê şîrove bikim. Gelek dem li ser vê gotinê derbas bû. Û gelek civînên kurdî pir xweş bersiv dan ev gotina. Hê jî li rexmî(hemberî) hemû cure êrişan hestên xwe bi vî zimanê nenas tînin ziman, dinivîsin û bi vê serbilindiyê hê jî dinivîsin.
Yek ji van parêzvanan û dildarê kurdî jî rêzdar Zozan Gulan e. Û ev dildariya xwe bi hevokên xwe yên ji dil herikîne, di pirtûka xwe ya AJERO de kêlî bi kêlî aniye ziman. Bi rastî dema meriv dest bi xwendina pirtûkê dike gelek hestên cuda dilê meriv dagir dike. Geh dibin qêrîna keçikek dildar, geh dibin evîndarek çav li rê, geh jî diçin dibin mêvanên çiya û zozanên welêt. An jî dibin şahide şerê dil û hiş.






Her yek helbest bi kedekî mezin, bi janeke dilsoj hevok bi hevok hatine honandin. Wek ku di helbesteke xwe de dibêje;



“ de bes êdî xwe kor bike ey dilê rezil

Çima wisa tu bêar î

Li her derî dinalî…”

Di van risteyan de dilê xwe ji me re vedike û em dibin şahidê dilek evîndar. Wek parçeyek xwe qebûl dikin. An jî ev dilzariya xwe di helbestek din de wisa aniye ziman;

“ ji dil re

Ne yar e

Neyar e

Dil niha wekî pêtek ji ar e “

Dibêje û bi vê dilê xwe yê birîndar bê tirs xwe diavêje qada cenga herî dijwar.
Helbet gere em hin tiştan ji helbestan re bihêlin. Kîjan jan van ristanan bi wê daye nivîsandin em nizanin. Lê belê wek min got dema meriv vana dixwîne, perçeyek di xwe de jî dibine. Dibe şirîkê janê. Zêdetir bi helbest û helbestvan re dibe yek. Dixwaze bêhn bike. Lewra jiyan rêyek dûr û dirêj e. Helbestvan jî di vê rêya dirêj de ew merivê ku ji hemû kesan zêdetir êşê kişandiye. Lê di helbestan de bi gelemperî ne gazinca êş kişandinê, rêwîtiya ber bi rojên azad ve serwer e.
Li hember van risteyên xurt di helbestan de, di pirtûkê de amatoriyek bi awayek aşkere diqîre û dibêje ez li vir im. Li gorî min, ji xwe gere wisa be jî. Lewre helbestvan di her kêliya jiyanê de şaşwaz e. Lewre vana hestên me yên rojane jî didin der. Heke karibe van hestên xwe yên rojane li gorî şert û mercan bi bûyerên derdorê ve, bi pelekî darê ve bi xweza û cîhanê ve girê bide bawer dikim ku dê tiştên pir xweştir binivîse.
Ev qelsîya hin helbestan jî bingeha xwe ji qelsîya zêde nexwendina ji pirtûkan digre. Helbest her çi qas keleha dil be jî, hestên herî xwerû bin jî bi hevokan tên nivîsîn û tên terbîyekirin. Lê bila viya neyê wê wateyê ku em xwe biçewisînin. Na, em ê hestên xwe wek hespek kihêl berdin bila bazde. Lê em ê ji bîr nekin ku li ser pişta ev hespa siwarî em in. Heke em dixwazin bibin siwariyek baş gere em di serî de xwe perwede bikin. Tûrikên hevokên xwe tije bikin. Ev jî bi xwendinê dibe.
Meriv dikare çend gotin jî di derbarê navê pirtûk û rêzdar Zozan Gulan de bibêje. Nav AJERO ye. Û ev tecîhek bi zanebûn e. Hêvî dikim ku dê ev pirtûk jî aj bide. Bibe bingeha pirtûkên din. Bibe bingeha baxçeyek bi nav û deng.
Zozan Gulan jinek kurd e û pêwîst jî nake ku qala jinên kurd bikim di kîjan şert û mercan de xwe perwerde dikin. Li gorî min ev der pir girîng e. Û pirtûk dema bê nirxandin gere em viya jî binirxînin. Di vê qada dijwar de ev wêrekî bi tena serê xwe hêjaye.
Pirtûk di sala 2019 an de ji aliyê weşanxaneya J&Jyê ve hatiye çapkirin. Bi tevahî 72 rûpel e. Meriv dikare di nava saetek de jî bi hêsanî bixwîne. Lê min bi xwe di du-sê rojan de xwend. Helbest di aliye redektê û rûpelsaziyê de jî xwedî xebat û kedek berbiçav e. Û hêvîdarim ku her gav ji gavek berê baştir bibe


Ji girtîgeha Rihayê Mem FARQÎNÎ