1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Azad Zal
  4. Bangawaziya Dê
Bangawaziya Dê,bangawaziya,dê

Bangawaziya Dê

A+ A-

Azad ZAL

azadzal@hotmail.com

Waye deng ji dûr ve tênê. Gelek deng in. Gelek deng in bi rengê dengekî tênê guhê min. Ev deng mizgîn e. Ev deng mizgîna rêwiyan e. Ev deng dengê rêwiyên ku ber bi min de tênê ye. Rêwiyan di dengekî de dengên xwe kirine yek û ber bi min ve tênê. Neha ez ê çi bikim? Divê ez xwe bi wan bidim nasandin. Nasandin!... Xwe danasîn! Xwe danasîn!... Gelo xwe danasin bi çi awayî divê? Kes min nas nake. Lê li hember vê rewşa min a ne naskirinê kes ji min napirse ku ez kî me!.. Ez ê çawa xwe li ser nepirsînê bidim nasandin? Belê ji bo xwe-danasînê pêşî xwe-nasîn divê. Rasterast xwe-nasîn… Ev bejn û ev bala ku li ser min e… Ma hewce dike ku ez xwe bidim nasandin? Ma ji bo ku ez xwe binasim û bidim nasandin bejn û bal bi tenê têr dike? Na xêr!... Ne bes e…

*** *** ***
Ez bi rê kevim û herim serê çiyayê bilind serê xwe bigehîjînim rojê û bi rojê re li xwe û li bejn û bala xwe binêrim, ez ê wê demê xwe binasim gelo!
Ez awirên evînî yên ku bi tîn û jîna bendewariyê dagirtî ne verê bikim bi bajeniya baskên xwe yê birîndar re, ew baskên ku qet nawestin… Ewan awirên evînî ew ê biçin nişteciyên evîndaran gelo!...

Na na!.. Ez ê awirên evînî yên bi bêhna gul û sosinan xemilandî û bi tîn û jîna bendewariyê dagirtî; ez ê wan siwar bikim li ser pişta tîrêjên rojê da ku zû bigehîjin warê evîndarên tî û birçiyê azadiyê. Belê tevekî li ser hêlînên xwe yên wêrankirî berê xwe ber bi asmanan ve kirine wekî çûçikên li ber firê dixwazin bê tirs û bê guman xwe asmanan xînin. Tev bê xwedî ne. Diya wan tune ye. Hêlîna wan ji bêtîndana per û baskên dê sar bûye. Ji bêhemêziya diya xwe rûçikên wan zer bûne. Çavê wan bi hezar hêvî û bawerî li benda dayika wan a kezebşewitiye.

Ez ê di ser awran de birq û birûskê bijenim û bi awran re mij û dûmana li ser serê çiyayên bilin bela bikim. Da ku ez vegerim li serê wan çiyayan awirên xwe yên saregerm yek bi yek rêz bikim ku dilê bendewarên min hênik bibe. Da ku bayê hênik dilê germ ber bi asmanê sayî û hêşîn ve hilbikişîne û li dû xwe bihûne rêça xweşî û şadiyê. Da ku warê ku azadiyê lê kon vegirtiye şên bibe.

Ez ê per û baskên xwe li hev bidim û ji ba rojê bi awirên xwe re Ez ê xwe ber bi jêr ve biherikînim. Ez ê li serê Çiyayê Agirî venijim û li der û dora xwe binêrim. Ez ê guh bidim bendewaran. Ez ê derd û kulên wan bibihîzim û gazinên wan yên ku li ser wî dengê birîndar û melûl siwar bûye bi hezar ax û kezeran bibihîzim.

*** *** ***
Rast e. Wa ye newa bi newa tênê di kerrika guhê min de bi cih dibin deng. Ev newa newayekî ku bi kul û derdan dagirtî ye. Ev newa ji êş û eleman tije ye. Jan dide… Belê newayekî bi herikîn e ji xwîna sor a zelal… Newayekî kûr e ji kezeba şiwitî bi germahiya hezar deman daxkirî ye û tê dikeve kerrika guhê min û di wê de bi cih dibe. Û li ser dilê min ê li ber girînê rûdinê. Goştê canê min parî parî dike. Ta bi ta masûlkeyên hêza bargirê jîndariya min ji hev vedijene û yek bi yek dikizirîne…

Ev deng ji dûr ve tê û li ser hespê rewan e. Wekî bayê bezê ji mêj ve ber bi niha ve dibeze.

Ev newa, ev newaya giran bi ser min de ji nava dilê Çiyayê Agirî ber bi min ve hildikişe. Di pêşevaniya destaniyan de li çiyayan lawikên siwaran li deştan stranên delalan dide dû xwe û bi tembûr û dûdikan dengbêj bi dengbêj, qonax bi qonax dirêse derd û keserên bin barê zilmê. Û dihûne xweşî û şadiyên bin barê hêviyê…

Wa ye dibihîzim dengê def û zirneyan, dengê daholê, dengê bilûra şivanan -ew şivanên ku kerî bi kerî diajon keser û xwestekan, ew şivanên ku diçêrînin hêvî û evînan li keviyê çem û golên keserkuran…

Wa ye dibihîzim govend û dîlan bi dilgeşî û xemgîniyan lawijan jî dane pêşiya bi ser de stranên dilan jî direşînin û tênê li ber min wekî gulkeniyan geş vedibin…

Pêl bi pêl evê newayê tê ber bi min de. Wekî deryayek e… Deryaya ji newayan tije û pêl bi pêl bilind dibe. Bi ser Çiyayê Zîagir dikeve. Digehîje ber lingê min li serê Çiyayê Agirî. Ez xwe bi wan pêlên newayan re ber didim. Ne qeyîk, ne keştî û ne jî tiştek min heye ku ez xwe li ser bigrim. Ez di nava deryaya newayê de xenî dibim ji jîn û ji evînê. Ez weke berfa çîl spî bi tîrêjên rojê, bi germa evînê û bi kêşa jînê dihelim û ber bi jêr ve rûbar û çemên erdnîgariya bendewarên evîndar de diherikim. Li Wanê dikevim li Wirmiyê radibim piya. Li Ferata kêferat radiperim xwînî û rewan dibezim li Dijleya hestyar şax vedidim.

Ez bi Zîagiran wekî tamarên can didin bedena mirov damar bi damar, newal bi newal, rûbar bi rûbar diherikim. Bi Zapê Mezin Gewer û Çolemêrg û Amediyê û Şanîdar û Zozanê Zewiyê Şemiyê rêz dikim li dû xwe û bi ser Dijleyê de digrim… Bi Zapê Biçûk Mehabad û Sardest û Dokanê û Ranyayê rêz dikim ber bi Dijleya bextewar ve… Bi Zerînê ji nava dilê Zîagiran diherikim bi ser Wirmiyê de. Dîsa bi her du şaxên Rûbarê Sor ji nava dilê Zîagiran li ber singê Hemedan û Senendejê hemêza xwe vedikim û di hemêza xwe de xweseriyê diparêzim û li welatê eceman direşînim. Di nava dilê Çiyayên Elburz de diherikim Kazwîna malwêran. Bi destê Diyalaya delal digrim ji ber dilê Hemedanê bi rûkenî birê dikevim. Li Helepçeyê ji girînê re dibim mêvan. Li Derbendiyanê hew dimîne dixeniqim di xwîna bê deng û bi tevz de. Ji wê derê bi hêrs berê xwe didim Bexdaya xirabreş.
Qîma min pê nayê. Ji nava dilê Zîagiran dîsa xwe ber didim bi du şaxan li ber deriyê Bexteranê (Kirmanşah) hemêza xwe vedikim û bi Kerxa Mizgînxêrkê re bere xwe didim Ehwaza xeyîdok warê Hûziyan Hûzîstana rind… Ehwaz xeyîdiye pişt daye min. Ez dîsa vedigerim nava dilê Zîagiran. Ji Rûbarê Dez re dibim deza. Bi dezatiya xwe em di Dezfûlê de kêfxweş dikin Ehwaza nazdar. Bi Karûnê em wê paqij dişon delal dikin da ku em wê verêkin bi berbûriyan re.

Ez dîsa vegeriyam cîwarê evînê. Ez dîsa vegeriyam nava dilê Zîagiran. Îjarê berê min dane rojavayê birîndar. Min jî berê xwe da Agirî. Min dîsa li Çiyayê Agirî berfireh nêrî. Min awiran firand ber bi rojavayê birîndar ve. Mûrad û Ferad dest da bûn hev hûr hûr digiriyan. Munzûr bi ser kezeba şiwitî de baweşînê dikir. Dijleyê xwe ne digihand dilê wêrankirî. Û giran giran bi ser xwe de diponijî. Ferad dema ji Mûrad dûr diket baweşinên Munzûrê jê re ne dibû hênkahî… Ew dîn dibû ew har dibû û fetlên berfireh li xwe dida û bi halan û dilana dînan di beriyê de li dû hev rêz dikir kul û kederan. Xabûr ji çar hêlan de bi heft şaxên xwe bi zorê xwe digihandê.

Divê ez bi bajena hezar baxurtan baweşinê bikim ji paytextê birîndar û xwe li bedenên westiyayî şaristaniya rûreş bigrim. Hemû dilên birîndar li Ameda rengîn xwîn digirîn. Amed bi kul û keder e. Divê ez perr û baskên xwe giyan bi giyan vekim ji hev û wan dilên şewitî, kezebên pêtî, laşên sor, mêjiyên kelî baweşîn bikim. Na na!.. Divê ez ji dora Wirmiyê ji kaniya zelal Kanîzelîlkê ava zelal dabigrim dawa xwe û bireşînim li ser rûyên kizirandî yên li ber rojê bi hêvî ji xwe de çûyîne…

Efrîn bi min re dikene. Koban bi min re awir dide. Amûdê bi min re ji xewa şêrîn şiyar dibe. Qamişlû bi min re digrî û xwe dikoje. Dêrik û Cizîra Botan û Sîlopî û Zaxo bi hev re beşdarê min dibin. Li Musulê em bêhna xwe didin. Li Hewlêrê em sîtava xwe dibînin. Li Kerkukê em hev hemêz dikin. Banga Mehabadê bi dengê Helebceyê re digihîje me. Bexteran û Hemedan pêxema dilê Zîagiriyan didin destê me. Û Ehwasa xeydok di ser Loristana dilgerm re bi Dezfûlê re silav dide me… Ez dilxweş im bi vê heyîna xwe…

Ez nawestim. Divê ez bifirim. Bifirim bi kêf û xweşi… Bê xem û bê guman ez li Mukriyê venijim û perekî xwe bigehîjînim Sêwazê yekê jî dirêj bikim Ehwazê. Û hûr hûr bihûnim perweşînê ber bi asmanê azadiya şanhêşîn ve…

Gundê evînê, dibistana jînê, warê pêxem û giyandêriyê bi perwişîna min dilgeş e, bi bajena ji perên min hatiye çêkirin rûgeş û rûken e…


Gotinên miftehî :