
Bandora li ser Şingalê û Dijminatîya Pêşmergeyan!

Li pişt êrîşên DAIŞê yên ser Şingal, Rabia, Zummar, Başika, Xazir, Gwêr, Mexmûr, Celawla, Silêman Beg, deşta Neynewa, Mûsil û Saadiyê kî hebûn?
Çima Iraq li van deveran li gor madê 140 referandûm pêkneanî û bê şer, ev dever tevli çekên giran û milîyaran Dolar teslîmî DAIŞê kir û DAIŞ kir xwedî hêz?
Bi ketina Rabia û Zummarê re yên li pişt îzolekirina Şingal hebûn kîne û çi armancên wan hebûn û hene?
Li pişt êrîşên DAIŞê yên Deşta Neynewa, Mûsil, Başîk û derdorê kendava Mûsilê û îzolekirina Şingalê de pir tişt hene, pir hesab hene! Ji terefên rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ve ev rastî têra xwe nahatine şîrovekirin! Guftûgoyek di bin bandora dezînformasyonên PKK de hatîye meşandin û ev jî rastî û kûraya meselê veşartî hiştîye! Nehiştîye ku hêzên di nav pîlanên DAIŞê de û bi wan re têkildar li pişt armancên DAIŞê eşkere bibin. Ji şîrovê hatine dûrxistin.
Karesatên li ser şingal, stratejîyek kûr û sîyasî ye. raser bi serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî ye.
Hesabên di wekaleta şer de hat meşandin, bi taşaronî wek karesatan derket ber me. Artêşa Iraqê berî bi demek kurt, çekên giran û modern ji USA girtibûn. Artêşa Iraqê ev çek teslîmî DAIŞê kir li Mûsilê. Dema ku DAIŞê bi çekên artêşa Iraqê êrîş anî ser Şingalê, eşkere bû ku pir dewlet û rêxistin li pişt van êrîşan hebûn! Îro pirhêlên piştgirên DAIŞê û armanca DAIŞê pir zelal derketîye holê.
Bi ketina Mûsilê re Şingal îzole bû. Eşîrên ereban yên derdorê Şingal û Mûsilê, ketin bin bandora DAIŞê û bi DAIŞê re êrîş anîn ser Şingalê. Pêşî li alîkarîya pêşmergeyan ku here hewara Şingalê girtin û nehiştin ku di dema xwe de hikûmeta herêma Kurdistanê alîkarîyê bigihîne Şingalê.
Sebebek din a girîng jî ew bû ku Şingal bi fermî ne bi ser Kurdistanê ve bû. Ev jî Şingal kiribû beşek ji axa Kurdistanê a îzolekirî. Vê rewşê jî armanca DAIŞê û eşîrên ereban hêsan dikir.
Ti hêzên pêşmergeyan li Şingalê tinebûn. Tenê di demek kurt de hêzek li gor 7 sed kesî wek hêza “berpirsiyarên asayîşê” hatibû damezirandin û şertên vê hêzê ku êrîşên DAIŞê bide sekinandin tine bû. DAIŞê bi çekên herî giran û pêşketî êrîş anî ser Şingalê.
Wek fermi herêma Kurdistan nikarî bi serê xwe alîkarîya çekan bigire. Ji terefê yasayên navdewletî de ev qedexe bû. Çekên ku bi gelemperî didan Iraqê jî, Iraq dest datanî ser para Pêşmergeyan û para pêşmergeyan nedihat dan. Di destê pêşmergeyan de ew çekên kevin ku ji dema dîktatorê Iraqê Sadam Huseyîn de mabûn. Bi van çekan li henber çekên giran û modern yên ku ketibûn destê DAIŞê, şertên şer ji pêşmergeyan re zahmet dikir.
Bendava Mûsilê pêşî li alîkarîya ku raser here Şingal digirt. Ji ber ku bendava Mûsilê riya dîrekt a Herêma Kurdistan û Şingalê digirt. Hêlek eşîrên ereban ku bi DAIŞê re tevdigerin, ji hêla din de jî bendava Mûsilê rêya alîkarîyê digirt. Di ser Mûsilê re jî hemû rê ketibûn destê DAIŞê.
Tenê du rêyên dirêj diman: Yek ji van rêyan herêma turkmenên Şîe ya di ser Telafer bû ku ev rê 170 Km. bû. Riya duyem jî riya di ser Rabîa ku piranîyên wê ereb bûn. Herêmên din jî bicarekê de Artêşa Iraqê teslîmî DAIŞê kiri bûn.
Di van şertan de Şingal ket destê DAIŞê.
PKK çi kir?
Ev êrîş, ev zirûfên bêawantaj yek biyek li henber Pêşmergeyan bikar anî. Dijîtîya doza Kurd û pêşmergeyan kir û xwest ku bi carekê de ji hêla moral de jî Kurd têkherin.
Ev bû gotina PKK:
“PKK Şingal rizgarkir, parast û pêşmerge revîyan. Pêşmerge nikare şer bike û Kurdistan biparêze”(!)
Gelo rastî ev bû?
Bi hêza li pişt PKKê, rastî serûbin bû û pir rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurdan bi vê dezînformasîyonê bawerî anîn û di bin têsîra wan de man. Hîn jî ev bandor dom dike.
Yên ku emir da artêşa Iraqê ku bêşer vekişe, yên ku çekên giran û modern teslîmî DAIŞê kir û piştgirên DAIŞê bûn û yên ku mîkrofon didestên wan de û wek gumgumokan ji qelşên axa Şingal derketin û digotin; "pêşmerge şer nake, direve, ixanetê dike"(!) û yên ku li Ewrûpa derî bi derî, digerîyan û digotin "çekan nedin Pêşmergeyan, wê bifroşin DAIŞê. Bidin me"(!) Eynî dest bû û xizmet ji eynî armancê re dikir.
Îro jî ew dest dixwaze ku Şingal ji Kurdistanê bêt qetandin û wek perçek ji axa Iraqê, biser ereban de bimîne. Mûçeyên wan û çekên wan ji ku tên, kî li pişt vê projeyê heye? Yek bi yek eşkere bûne!
Bi dezînformasyonan PKK li henber pêşmergên qahreman, di nava projeyek neqî de karek kir û hîn jî dike. Li ser vî karî ev sêsale rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurdan di munaqeşê de –muneqeşeyek ku di bin bandora van karesat û dezînformasyonan de-ne.
Hinek rastîyê nabînin û di wê germaya êrîşan de naxwazin bipirsin çi karê wê jinêka mikrofon didest de li wir hebû?
Çima PKK li Ewrûpa di wê dema aloz de ew kampanîya “çekan nedin pîşmerge”(!) meşand?
Çima hemû gire girên PKK di wê demê de bi riya çapemenîya xwe dijminatîya Başûrê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dikir?(!)
Çi girêdana van karesatên PKK û artêşa Iraqê-Nûrî El-Malikî û piştgirên DAIŞê bi hev re hebûn?
Têkilîyên karê li ber PKK û ew çar jinên ku di dema biryara alîkarîya ji kurdan re li seranserê Ewrûpa; ketin parlemena Elmanya û bi eşkere gotin “çeka nedin Barzanîyan, nedin pêşmergeyan. Em ji bona wê livirin”(!) bi cil û bergên kurdan(!) û pîlanên DAIŞê çi bûn ku hev temam dikirin?
Gelo PKK ev karesat li gor berjewendîyên hizbî dimeşand, an li pişt van têkilîyan hêzên din hebûn?
Yek xebat û xizmet ji yek armancê re dikirin: Ji hêlekê de pêşmerge bi “revê û tirsonekîyê”(!) tometbar dikirin û ji hêla din de jî dixwestin ku prestîja pêşmergeyan binpê bikin.
Gelo van karan xizmet ji kê re dikir?
Nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan, çima vê rastîyê naynin munaqeşê û serê wan di “reva pêşmergeyan“(!) de kilît bûye?
Seranserê cîhanê di derheqa pêşmergeyan û şervanîya wan de zelale, çima ya beşek ji kurdan ne zelale?
Ev dever yek bi yek, Şingal jî dinav de ji dervê serwerîya hikûmeta herêmê û ewlekarîya pêşmergeyan bû. Di bin parastina artêşa Iraqê de bû! Artêşa Iraqê ev dever bê şer; li gor fermana serokwezîrê wê demê Nûrî El-Malikî tev li çek û bi milyaran dolar teslîmî DAIŞê bû(!) DAIŞ hêza xwe a mezin ji vir girt. Rastîya ketina Şingalê di vir de ye. Lê ne PKK û ne jî çapemenîya wê, rojek ev nekir sebeba rexnê û nanî rojevê!
Gelo çima?
Hedef Kurdistan û pêşîlêgirtina serxwebûna Kurdistanê bû. Ji Kurdistanê veqetandina axa Şingalê bû. Binpêkirina serwerîya pêşmergeyan bû. Ev sê sale di çapemenîya PKK û hevalbendên wan de ev karesat tê meşandin.
Îro jî sebebên ku xebat û xizmetên Şingalê nameşin û astengên li pêşîya vegera rûniştînerên herêmê, ya girîng metirsîya hebûna PKK ye li herêmê ji kurdên Êzdî re.
Gelo ev tesaduf e an armanca wan ev e?
08.08.2017