BALÛPALÊ*
Pablo NERUDA: Helbestên Evînê
Werger: Talat İNANÇ
Tu van destan dibînî?
Ewan erd û bergen pîvane,
berbes ji hev qetandine, dexl û dan dêrandine,
ewan lihevhatin pêkanîne, şerr lidar xistine,
ewan li hemî dûringên
behran û rûbaran kudandine,
lê dîsa jî,
gava li te dilivin
piçûkê,
dendika genimîn, xecxecokê,
ji rapêçana te re kêm dimînin,
xemgîn
li wan cotekevokan digerin
ku di sînga te de dilîsin an hildifirin,
li seranserî ranên te, çîmên te diherin,
li navkêla te ya teng û tenik dilefin.
Tu ji min re gencîneyeke têr û tije yî,
ji behrê o ji kendavên wê firehtir î,
tu mînanî axa li ser mehseran
spîgewr î, şîn î, bêsînor î.
Di vê erd û ebrê de,
ji nigan hetanî brûngan,
ezê bimeşim û bimeşim û bimeşim,
temenê xwe tê de xelas kim.
* Ev helbest ji Înglîzî hatiye wergerandin û di hejmara 139’an a Kovara Nûbihar’ê de hatiye weşandin.