BALYOZXANEYA KURDISTANÊ/ WİYANA/ AVUSTURYA
Ez, Koçer û Hanna li hêvana hotêlê rûniştine. Li benda kekê M. Zeki ne.
Ji bona min rojek balkêş û ev balkêşî jî kelecanek ji min ra çêkirîye. Ji xwe ra difikirim û bi hizra di mêjîyê min da, xwe bi xwe dipeyîvim. Kurdistan; cihê malvîran e, cihê qetlîaman, cihê koçberan, cihê li ser bombebarana kimyevî, bombebarana jenosîdî, bi navê “enfal”ê kuştina 182.000 insan, zindî zindî di çolan da bin axkirina insanê Kurd, enfal Kurdistan... Erebê xwînxwar, erebê ne insan, erebê neyarê insan, neyarê mirovahîyê. Saddam, Elî kimyevî... Û bi hatina birayê M. Zeki ez ji xewna xwe şîyar bûm.
Em rabûn, em li texsîyê siwarbûn û ber bi bingeha Wiyana da çûn.
Kelecana min bi rê da hîn zêde bû. Dîsa vegerîyam xewna xwe û ketim rêya Kurdistanê. Ez gellek çûbûm Kurdistana Başûr. Piştî qetlîama Helebceyê, Kurd ber bi çîya û zozanan revîyan û jimarek zêde jî derbasî Tirkîyeyê bûn. Heya Amedê jî hatin. Kurdê Amedê di yarmetîya van birayê xwe da çi ji destê wan hat kirin. Di van yarmetîya da min jî xebat kir. Ev xebata min di pêş da jî her dom kir... Bi dengê M. Zeki, ez dîsa ji xewna xwe şiyar bûm û min li dora xwe nêrî. Wiyana, bajarekî pir nezîh, bajarekî bi berhema hatîye neqişandin. Texsî ket parkê û em jê daketin. Li milê rastê em ketin avahîyekê. Asansor derket 2 qatan û em jê daketin. Li milê çepê, li kêleka derî li ser lewhekê nivîsandinê navê balyozxaneya Kurdistanê û ala Kurdistanê. Deri vebû û em ketin hundir. Li hêvana ketinê da me dan rûniştin. Berîya me hinek mêvanê balyozxaneyê hatibûn û li hundirê odeya balyozxaneyê da bûn. Demek pir hindik derbas bûbû deriyê odeya balyozxaneyê vebû û balyoz bixêr hatina me kir. Mêvanê wî jî Kurd bûn, Kurdê Qafqasyayê bûn. Li ser linga me û wan jî li hev pirsî û derketin çûn. Balyoz me derbasî odeya xwe kir û em rûniştin. Çay, qahweya me hatin. Sihbet bi pirozbahîya xelata min û Hanna dest pê kir. Me malavayîya balyoz kir û li ser bûyerê dinê sihbet dom kir. Ez dûrî vê sihbetê bûm. Kelecana min hîn zêde bûbû. Çawa zêde nebe? Li dîwarê paş Balyoz wênêyê Mistefa Barzanîyê nemir û Mesûd Barzanî, li qozîya alîyê rastê alaya Kurdistanê û li li ser mêza balyoz da alayek din a Kurdistanê. Di dilê xwe da “oxxx ya rebbî, ev ne xewn e, şikir min ev roj jî dîîît.” Erê min ev roj dîîtt. Ez li odeya balyozekî Kurdistanê bûm û ev ode Kurdistan bû. Hizra mêjîyê min ketibû dilgeşîyek pir mezin. Ez bi wê dilgeşîyê wegerîyam nav sihbetê û min hinek tişt pirsîn, bersîv girt. Demek bi dirêjayê sihbet dom kir. Bi xwestina em herin xwarinê, balyoz Dr. Mistefa Remezan û em rabûn.
Ji odeyê derketin. Balyoz me li hundirê balyozxaneyê jî gerand û di derheqê balyozxaneyê da agahî dida me. Lê odeyek ji odeya balyozxaneyê pirr balkêş bû. Ne ode bû, mizeyek piçûk bû. Li seranserê dîwar da wêneyê gedirbilindê doza Kurdistanê, Qazî Mihemmed, Simkoyê Şikakî, Mistefa Barzanî, Seyîd Riza, Şêx Seîdê Pîranî û wek wan.
Em ji balyoxaneya Kurdistanê derketin.
Em ji mala Kurdistanê derketin.
Em ji cihê keda şehîd û pakrewanan derketin.
Derketin...
Bi dilgeşî, bi dilşahî... Em ji mala Kurdistanê derketin.