Axaftina lehengên ji romaneke li ber xilasbûnê
-Ez êdî westiyam ji fêmkirina her tiştî. Nivîskar qudreteke wisa daye min ku bi her tiştê dizanim, wek xocê xizir xwe digihînim her kesên di tengayiyê de. Ji her nehiniyên pêşiya min haydar im, tu macerayeke jî nakeve para min, got lehenga sereke ya romana nivîskarê niha di xewê de ye. Pêlavên xwe derxist û xwe li ser nivînên xwe yên di nava romanê de ye dirêj kir.
L
ehenga di rûpelên dawî de tevlî romanê bibû wiha bersiv da; Wisa rehet nîne meriv di romaneke de bibe lehenga sereke. Ger ne wisa ba tu jî wek min biba kasiyereke. Qet nebe xwarinên xweş dixwî û bi mêrên herî qeşeng re hevaltî dikî.
Lehenga sereke pîçîkên nigê xwe mizda û destên xwe li nava wan gerand. Westiyabû. Nivîskar îro wê gelek li kolanên bajêr li pey bidawîkirina bûyerê gerandibû. Wê jî hîs dikir eceleya nivîskarê ku dixwest dawî li romanê bîne, heye.
Ji bêrîka xwe pakêta cixareya xwe derxist û pêxist. Dûmana cixareya wê bi ser pirtûkê ket û li nava odeya xebatê ya nivîskar û di tarîtiya şevê de belav bû. Hê xuliya cixara xwe danewşandibû lehengê ku nivîskar wî du roj berê bi destê araqvexwurê kolanan birîndar kiribû û niyeta wî hebû çend rojên din jî wî ji çîrokê bavêje der, bi hêrs bang li lehenga sereke kir.
- Keçê dîqat bike, tu me teva li vir nekî qirik, agir bi pirtûkê nexî!
Lehenga sereke bê axaftin xwilîdanka destê xwe ber bi wî ve hejand. Ber bi kendalê pirtûkê ve çû û li rûpelên vala yên heya çend rojan ji hêla nivîskar ve werin tijîkirin nihêrî. Saet ji nîvê şevê derbas bibû.
Xoşewîstê keça nivîskar dema ji şibaka vekirî ket hindir bo biçe nav nivînên wê hemû lehengan bi bêdengî xwe li xewê danîn.