AXAFTIN,axaftin

AXAFTIN

A+ A-

Axaftina Pêşewa Qazî Muhemmed di roja (2ê rêbendana sala 1324ê hetavî 22/01/1964) destpêka cejna Serbixoyî û Istiqlala Kurdistanê da, li Muhabadê ku di jimarên 10 û 11an ên rojnama Kurdistanê da, sala 1946ê hatîye weşandin.

Nutqa cenabê Pêşewa û Serok Komarê berze yê Kurdistanê:
Kurdistan xwedanê coxrafîyayekî taybet e û hemû pêkve girêdayî ye û çi netewe û miletek neketîye navbeyna wan, ku wan ji hev veqetînît. Kurd pêkve girêdayîne û lê dijîn û xwedanê malikîyeta milî ne li wê da. Serhat û rabihorîya mêjûyî ya wan yêke û bi giştî li wê da şirîk û hevparê yêkin. Xwedanê deb û resmên wisa ne ku çi bûyerekê nekarîye koka netewî ya wan sist biket.

Kurd berê ra xwedanê bi hezaran padişa û desthelatdar û rêkxistinan bûne. Her li vê Kurdistana ku niha azad e, binemalên Emîrê Mukrê ku sersilsila wan Emîr Seyfedîn bûye heta ( 1020 k-h)[1641] Emîr Seyfedîn, Sarim Beg, Şêx Heyder, Emîr Beg, Emîr Paşa, heta digehîte Qubad Xani bi hêz û desthelat hikûmet kirine.
Miletê jêhatî û xwedan xîret in kurd, li hemî dewr û zemanan da li hember kesên ku xwestine welatê wan dagîr biken, rawestane û şerê wan kirine û li xwe gorîkirinê nesilikîne. Paş ji destdana desthelat û hikumdarîyê jî bo dest ve înana serbestî û azadîyê bi milyonan qurbanî dane. Çunku herdem di şer û pevçûnan da bûne, çi êş û azarek nîne ku nedîtibin û nekêşabin.

Her çend gelek kuştin û malwêranî jî dîtine, lê qet bo destxistina armanc û daxwazên xwe dilsar nebûne û bo destveînana azadîyê nerawestane. Bi dilek pirr bi hêz xebitîne û berxwe dane ku heta niha çi hêzekê nekarîya wan bi yekcarê serkut û bêdeng biket. Mîrê Kore kuştin… serhildaye. Baban bêdeng kirine, Erdelan rabûne ser xwe. Ew şikandine Bedlîsî rabûne û bi hizaran ên dî wek wan.

Li vê dunyayê da, paş şerê cîhanî yê yekê ku… Îran û Tirkîye hatine ser kar û ziman û adet û mezheb û… netewîye kurdan bi yekcarî lawaz kirin û xwe li çi hovîtî û dirindetîyan neparastin. Xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî berbest û berkirina cilikên me qedexe bû.
Em ji hemî mafên insanî bê par kirin. Rêka fêrbûna zanist û sin'etê ji me girtin. Her roj bi hincetekê û her demê bi teşqeleyekê kurdên hejar birr birr hebis dikirin û dûr têxistin û dikuştin ji naw dibirin û keda vî miletî bo xwe dibirin û ew ji birsî û rût û qût dihêlan.

Li Şehrîwera 1320 ê (Meha 9 sala 1941) firşta azadîyê dezgahê dîktatorîy û faşîste Riza Şahi têk şikand. Paş hinde givaş û êşandinê, dema kêmekê bêhna kurdan hate ber wan, bi lez livîyan ku çawa wê derfetê bi kar bînin û rêkekê bo serfirazî û azadîya vî miletî peyda bikin. Hindek mirovên xwedan hizr û agadar û xwedan şeref ku gelek mêjve bû li ber zelîlêya vî miletî dilê wan bi xwîn bû û disot, zû pê hesîyan ku demê xebitînê ye û dibît li wê derfetê behrê wergirin. Eve ew roje ku nifş bi nifş çavrê yê wê bûn û bêy gîrobûn dest bi xebatê kirin û Hizba Dêmukirat a Kurdistanê damezirandin û bi lez mijûlî kar û barên netewî bûn û bi hişyarî û şarezayî, pêdivî û daxwazên kurdan kifş kirin û bi cî înan.

Berî her tiştekê ew neyarî û dijatî û dexesîya ku dîktatorên dagîrker, bo mêtina vî miletî êxistibûne navbera eşîran û agirê dijatîyê gurr kiribûn (bi gotina wan ; dijatîyê bêxe nav wan û hikûmetê bike) û birayên ji dayk û babekê berdabûne hev, bi yek carî hate çareser kirin û hemî tîre û tayfeyên eşêran li hev înan û bi giştî li jêr sîwana Hizba Dêmukirat a Kurdistanê civîyan û bi tebayî û yek dil yêk ziman ber bi armanca azadîyê ketne rê.

Zimanê zikmakî yê me; ku digel şêrê dayka me têkelî xwîn û goştê me bûye, di dema dîktatorîyê da bi dijwarî li me hatibû qedexekirin. Zimanê Farsî bi darê zorê li me û zarokên me, hatibû sepandin ku zêdetir sebebê paşketina me bû. Me zimanê kurdî li dersxanan da resmî kir û xwendin û fêrbûna kurdî bi awayê dunyayê rêk êxist. Me çend medrese bo kiç û kuran vekirin û xwendina şevê di medreseyan da damezirand. Kitêb bi zimanê kurdî hatne wergêran û çend sed kur û kiç û mêrên navsalî li medreseyên rojê û şevê bi zimanê kurdî dixwînin. Bedela wê hindê ku şeş heft salan mijûlî xwendina farsî bin, li heyvek û du heyva da dibine xwendewar û hemû tiştî dixwînin û dinivîsin. Bo nasandina jêhatîbûna milî û nîşandana jîyana edebî û ferhengîya kurd û bo gehandina hawar û gazîya xwe bi guhê dunyaya beşerîyet û edaletê, me pêdvî bi emrazên çap û belawkirinê hebû. Me çapxaneyekî baş damezirandîye. Li bajarê me bixwe, bi zimanê me bixwe, bi çapxana me bixwe govar û rojname derdikevin û hizr û raman û daxwazên me li dunyayê belaw dikin.

Dahat û berhemên me ku rêjeyekî zêde û bi qîmet bû û bi xorayî ji dest me dertêxistin û destê istimarê sedek di navbera me û bazara dunyayê çêkiribû, me rêka çareserkirina wê vedît û ticaret û iqtisada kurdistanê bi başî hate teimînkirin.

Di demê dîktatorîyê da ku her cure bacek li me dihate wergirtin, kêm û zor pêdvîyên leşsaxî û çareserkirinê; ne hekîm û ne derman û ne merîzxane, bo me çê nedikirin. Emê bi xwe merîzxanên baş bi zûyî çêbikin û leşsaxîya welatê me dê dabîn bibît. Me hêzekî milî pêk înaye bi vêrekîyekî tewaw amadeye parêzgarîyê li welati biket.

Dîyar e serkevtina me li cî bicî kirina meramê dêmukirasîyê û li encama xebata Hizba Dêmukirat a Kurdistanê û piştîvanîya alema Dêmukirate. Li ber hindê em bi dil û can dibêjin: Bijîn damezrênerên Dêmukirat.

Hizaran berbend û astengên dijwar li ser rêya miletê kurd bûn. Darudestên dîktatorî bê reje ber tawêtne ber pêyên me û xwe ji çi necamêrîyekê nediparastin. Dijatîya eşîran li navxwe bo me kêşeyekî mezin bû. Lê çi yek ji wan nekarîn pêşîya me bigrin û me bi dilekî bi hêz xweragirt û dirêjî da xebata xwe, heta me Serbixoyî û Azadîya Netewîya Kurd dest xwe ve îna.

Dîyar e paşmayîyên wan gef û xetaran, di navxo û derve jî maye, lê miletê kurd dê dirêjîyê bidete xebata xwe û bi piştevanîya Xwedê serkevtî û serfiraz bît.
Îro nûnerên hemî navçe û deverên kurdistanê, bêy ber çav girtina çîn û tebeqan, ji axa û reiyet û mezin û piçûk berhev bûne û yêk dil û yêk ziman dêmukirasîyê diqîrênin û rêya Dêmukiratê dane ber xwe û hêz û şîyana Dêmukiratê nîşan didin.


Gotinên miftehî :