25 Êlûn,25,êlûn

25 Êlûn

A+ A-

Ya ku netewa Kurd li Başûrê Kurdistanê gîhandîye asta 25ê Êlûnê çîye?
Çima Kurd bi salane li hêvîya vê roja pîroz in?
Helbet pir sebebên wê hene. Lê di serî de em bizanibin ku sebeba herî dawî ku ji bona mafdarîya referandûma serxwebûna Kurdistanê, li ser bêt rawestandin û bibe bingeha meşrûîyeta îlankirina serxwebûna Kurdistanê “mafê çarenûsê” bi xwe ye. Em baş dizanin ku ev maf ji şerê Cîhanê yê yekem de heye. Lê di kada navnetewî de, Bi peyman, qanûn û yasayan zincîrkirina mafê serxwebûna Kurdistanê û azadîya netewa Kurd, bi hebûna vî mafî re domkir û heta îro ti caran ev mafê rewa, ji bona Kurd û Kurdistanê nebû pergalekî parastina mafdarîya doza wî.
Rewşenbîran, akademisyenan, civatnasan, pîsporên yasayên civakî û navnetewî her digotin; “erê ev maf heye û ji bona her miletî rewa ye lê.....”(!) Ev dihat wê wateyê ku “ji kurdan re derbas nabe”!
Başe çiye ku îro em gihîştin wê asta ku me biryara 25ê Êlûnê da?
Kurdistan, ji destpêka 1900î de doza mafê xwe dike. Bi sedan serhildan, şoreş û çalakî lidar xistîye. Tevgerên mezin û di herêmê de bibandor jî derxistine holê… Lê ev dozên mafdar hemû bi xwînê hatine fetisandin. Her serhildanek Kurdistanê, dijminên Kurd û Kurdistanê ji xwe re kiriye sebebê binpêkirina wî mafê rewa. Dîrokek tenê, tal, bi êş û elem derdixist pêşberî kurdan!
Civatnasan, akademisyen, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, serokerkanên dewletan guhê xwe ji vê êşa netewa Kurd re digirtin û dema liber çavên wan diket jî, rûwê xwe diguherandin, nexwestine ku bibînin. Koma Netewên Yekbûyî ev sedsale, pirsgirêka Kurd û Kurdistanê negirtîye rojeva xwe û Kurd wek netewekî mafdar nenirxandîye. Her bi çavê “pirsgirêka mafê mirovan”(!) li pirsa Kurd û Kurdistanê nerîye û di vî warî de tevgerîya ye.

Çend bûyeran Kurd ji binê deryayên bêbinî derxistine ser ruwê erdê:

1- Enfal, Ji 1975an dest pê kirîye û jenosîdek demfireh e. Li dehsalan belavkirî pêk hatîye.

2-Halebce; 1988, bi çekên kîmyewî xwestine Kurd bişkên û bên terbîyekirin ku carek din doza mafê xwe nemeşînin. Bi du de êrîşên balafirên şer yên Iraq û koça 1991an.

3-DAIŞ; 2014an dest pê kir. Bû ders ji Kurdan û ji cîhanê re ku; Kurd ancax ew dikarin xwe biparêzin. Ti dewlet, Kurdan ji tehlûkan bê serwerîya kurdan li ser axa Kurdistanê, nikarin biparêzin.

Bi Enfal û bi êrîşa jenosîda çekên kîmyewî re dayîkek derket holê û bû parêzgerê netewa Kurd. Ew dayîka Kurd Madam Miterand bû. Ya ku bi pêhna li derîyê NY. Xist û balkişand ser wê tenêtî, van êş û elemên bêkesîya Kurd û Kurdistanê. Ew gorbihişta hêja û dayîka Kurd û Kurdistanê bû ku, bi saya hewlên wê paralêla 36an wek sîwanokê li azmanê Kurdistanê vebû. Cara yekem dosya Kurdan hat ser mêsa NY. Bi giranîya xwe, bi payebilindîya xwe bû sîwanek li ser azmanê Kurdistanê. Yekem biryara navnetewî a parastina Kurdistanê ji qirkirinan bi vê hewlê re dest pê kir.

Dosya duyem a girîng jî Enfal e. Talan, qirkirin û jenosîdên li ser Kurdistanê, bi lêkolîna vê dosyayê re gîhişt astek navnetewî. Bû bingeha parastina Kurdan ji van dijminên hovane. Divê ev dosya ku bûye parêzgerê doza Kurd û Kurdistanê, bi xwîna sedhezar cangorîyan hatîye nexşandin, baş bêt parastin.

Dosya Sêyem jî DAÎŞ û kirinên dewleta Federal a Iraqê û presa ku li ser Kurdistanê meşand. Di vî warî de Dewleta Federal a Iraqê federasyona Kurdistanê neparast û makezagona hevpar a federasyonê binpê kir.

Bû asteng ku li herêmên li gor madeya 140 referandûm bêt çêkirin. Ew deverên ku li gor madeya 140, divêt referandûm li wan bihata çêkirin, neparast û hemû herêm teslîmî DAIŞê kir. Kurdistan, di qada şer de bêçek û tenê hişt. Artêşa Iraqê li herêmê hemû çek teqemenîyên xwe teslîmî DAÎŞê kir. Şer nekir, herêm neparast û bi paş de vekişîya.

Dewleta Iraqê Dahatên Kurdistanê qut kir. Li gor makezagona federasyonê divê ji %17 beşa butçê bidana Kurdistanê, ev qutkir. Butça Pêşmergan neda û dest danî ser mûçeyên karmendên federasyona Kurdistanê. Çekên ku ji bona parastina herêmê dihatin, para Kurdistanê di ser dewleta navenda Iraqê re dihat. Iraq ev par nedida. Dewleta Iraq bi her haweyî xwest ku Kurd bi van kirinên Iraqê re teslîm bibin û terbîye bibin.

Bi raya min babeta ku Kurdistan derxist qada navnetewî û ew bir asta biryara 25 Êlûn 2017 ev in. Ji bona serxwebûna Kurdistanê biryara referandûmê astek girîng e. Biryara bidawîhatina rojên reş û êşa bêdewletîya netewa Kurd e. Bidawî hatina tenêtîya Kurd û Kurdistanê ye. Pejirandina serwerîya netewa Kurd li ser xaka Kurdistanê ye.

Di vî warî de erkên ku Kurdistan dixe bin parastinê, ne erkên “mafê çarenûsa Kurdistan”(!) e. Hebûna vî mafê navnetewî û yasayî, ti caran li henber kirinên dijminên Kurdistanê, Kurd neparastine. Ji ber ku ev “maf” her hebû û her parêzgerên vî mafî li ser kirinên li Kurdistanê ker û lal bûn. Siyaseta înkar, qirkirin, talan, surgûn û jenosîdkar jî her hebû û dom dikir li ser Kurdistanê.

Divê em van hersê erkên ku min li jor derxistine pêş bi hestekî modern baş biparêzin, belge û dosyayên xwe bi pîsporî amade bikin, li ser van babetan programan çêbikin û raya giştî agahdar bikin. Di Dema amadekirina referandûmê de wek albûmên modern, gişan çap bikin û belav bikin.

Dîrok dide nîşan ku, Kurd nikarin bi dijminên xwe yên sedsalan re bi aşitî bijîn. Ji dêlva zewacek sebeba şerên salane, cîrantîyek dostane û bi hurmet baştir e.

Biryara 25ê Êlûna 2017an li netewa Kurd û Kurdistanê pîroz be!

08.06.2017


Gotinên miftehî :