1. Hemû Nûçe

  2. Rojhilat

  3. Ûrf û edetên zewacê li makûyê
Ûrf û edetên zewacê li makûyê,ûrf,û,edetên,zewacê,li,makûyê

Ûrf û edetên zewacê li makûyê

A+ A-

✍Mecoyê Xano

Mirovahî rehên laşê xwe di erdê ziwacê da diçikîne.
Zewac di komelgeha Kurdewarî da pirr bi nirx e. Lewra zewac bingeha li hev zêde bûna civaka beşerî ye.
Bi taybetî di heyamê berê da her çiqas ku hejmara civakekê zêde bûya, ew civak xwedan hêzeke zaftir bû. Ev jî yek ji wan sebebên ku civaka Kurdewarî zewacê bi xwe re pîroz dizane ye.

Zewac her ji destpêka civaka beşerî hebûye û ew ê dîsa jî hebe û qet naraweste.
Ew a ku hin caran dihê rawestan an guhertin tenê ürf û edetên zewacê ne.
Li Makûyê jî ûrf û edetên zewacê li nav civaka Kurdewarî de pirr bi xeml û rengîn e. Hema bêjim ku wek keskesorê ye.

Xwezgînîtî
Ger keç û xortek ji hevûdû hez bikin, ji aliyê zava ve jinek ku jê re dibêjin qasid, ji bo ku bi dayîka keçikê re biaxive û pê re têkiliyê deyne dihê peywirdar kirin.
Ev kes pîştî stendina bersiva erênî ji aliyê dayîka keçikê ve xwezgînçiyan agahdar dike, da ku herin keçikê ji bavê wê bixwazin. Lê divê em vê bibêjin ku ev merasîm êdî di dereceya duda de ye. Lewra ku pêştir hatiye qebûl kirin.
Di roja xwezgînîtiyê da xwezgînçî di berîka xwe da desmaleke hêratî û gustîlekê ji xwe re dibe.
Piştî ku bavê keçikê bersiva erênî dide, xwezgînçî radibe û di destpêkê da desmala hêratî diavêje ser serê keçikê. Xwezgînçî dibêje; bi ûrf û edetên Kurdewariyê em vê keçikê ji xortê xwe re nîşan dikin. Xwezgînçî piştre gustîlê dixe tiliya keçikê û dibêje; ev xelata zava ye ku me ji bûkê re aniye.

Belgekirin an xelatbirîn
Piştî nîşankirinê rojeke taybet sa belgekirinê, di navbera malbatên bûk û zava da dihê diyar kirin.
Di vê rojê da kesên herî nêzîkî zava cilûbergên nû li xwe dikin. Bi buxçeyên tijî xemil û xêz û şîranî ji bo bûk û malbata wê ber bi mala bûkê ve dimeşin.
Di odeyekê da mêr û yeke dî de jî jin rûdinin.
Birayê zava dihê li nav civatê ji rûsipiyên meclîsê yên malbata bûkê destûra belgekirinê dixwaze. Bi stendina destûrê diçe û diyariyên ku ji bo malbata bûkê hanîne dihêne nav meclîsê. Yek bi yek binav dike. Meclis jî bi gotina; pîroz be! Coş û kelecanê dide wê xwendinê.
Ev merasîma nîşandana diyariyan li cem meclisa jinan jî didome. Di vê demê da li bal rûsipiyan qala qelend an çawaniya danîna cihêz û diyariyên ku ji bo xalê bûkê û apê bûkê werin stendin dihê kirin, pirranî diyarî (beran) adet e.
Piştî axaftinan, dest bi belavkirina şîraniyê dikin û ew merasîm jî diqede.

Rê vekirina zava
Piştî ku belgeya zewacê dihê morkirin, zava çenteyê xwe ku ji kakil û çerez û xelatên ku ji bo bûk û malbata wê tijî kiriye diçe mala bûkê
Di vê çûyînê da kesek ku ji wî ra dibêjin (destebira), çenteyê zava radike û pêşiya zava dikeve. Bi hev ra diçin mala bavê bûkê. Piştî xwarina şîvê, malbata bûkê hin diyarî û gulavekê didin destebirayê zavê. Destebira xatirê xwe dixwaze û zava 2 roj heta 3 rojan li mala xezûrê xwe dimîne.
Li wê rojê pê ve êdî zava serbest e û dikare her gava ku dilê wî bixwaze here mala xezûrê xwe .
Urf û Edet / Makû / Rojhilatê Kurdistanê

Bo videoyê bitikînin