1. Hemû Nûçe

  2. Başûr

  3. ÎDEALA BARZANIYÊ NEMIR
ÎDEALA BARZANIYÊ NEMIR,îdeala,barzaniyê,nemir

ÎDEALA BARZANIYÊ NEMIR

A+ A-

Di sala 1970yî de rojnamevanekî tirk ku navê wî Lutfu Akdogan e, diçe çiyayên Başûrê Kurdistanê û bi serokê hêza çekdarên serhildêr û herweha serokê netewî ê kurdan M. Mistefa Barzanî re hevpeyvîn çêdike û ew hevpeyvînê di rojnameya rojane a tirkî ”Tercuman”ê de (di sala 1970yî de) diweşîne. Navê sernivîsa hevpeyvînê bi tirkî ”Barzanî Anlatiyor – Barzanî qal dike” ye.

Serokê netewî M. Mistefa Barzanîyê nemir di hevpeyvînê de behsa rewşa kurdan ya wê demê, daxwazên mafên mirovî, netewî û demokratîk yên kurdan, pêwîstiya têkoşîna netewî û demokratîk tîne zimên. Ew di hevpeyvîna xwe de behsa îdealeke xwe dike û vê îdeala xwe wek hedef û armanca şoreşa kurdan ya piştî serkeftinê dide nîşandan.

Rojnamevanê tirk gelek pesnê Barzanîyê nemir dide û dibêje ew însanekî bêîhtîras û mutevazî ye. Gelek mêvanperwer e û kîbar e. Weke asîlzadeyên îngilîzan e, xwedî esalet e. Sohbeta wî gelek xweş e û hwd.

Rojnamevan dibêje; ” îdeala wî ev e ku alfabeya latînî/kurdî bê amadekirin û perwerdeya kurdî bi alfabeya latînî/kurdî were kirin. Barzanî gotiye ku; li welatên paşvemayî pêwîst e mirov girîngiyê bide fêrbûna xwendin û nivîsînê. Îdîala min a herî mezin, bi herfên nû alfebeya latînî/kurdî di nav gelê xwe de pêk bînim û bi vî alfabeyê bête nivîsîn.”

Bi min, divê ev îdeala M. Barzanîyê nemir bi cih bînin. Pêwîst e li Başûrê Kurdistanê, bi alfabeya latînî/kurdî kovar û rojname bêne weşandin, perwerde bê kirin û ev alfabe bibe ya fermî li Başûrê Kurdistanê.


Bêjeyên Miftehî