Çîroka Cejna Zimanê Kurdî
Min îro li ser çîroka “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî” xwe avêt bextê apê Google. Ez rastê gelek tiştên balkêş hatim. Wek mînak min dît ku berî 15ê gulanê wek cejna zimanê kurdî “14ê Gulanê” sê sal li ser hev wek cejna zimanê kurdî hatiye pîroz kirin.
Dibe ku bê pirsîn çima tenê roja 14ê Gulanê hatiye fermankirin ji aliyê KNKê ve? Bersiva vê pirsê wiha bû: Di roja 13ê Gulanê de KNK dicive. Piştî pêşniyaza Rojan Hazim 14ê Gulanê ji sala 2006an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. 15ê Gulanê jî roja despêka weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîroka Kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî. Kovara Hawarê 15ê meha Gulanê di sala 1932yan de, ji alîyê Celadet Elî Bedirxan ve li Sûrîyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15ê Tebaxa 1943yan berdewam kiribû. Êdî em dikarin rasterast çîrokê bixwînin:
“Cejna Zimanê Kurdî, bi biryara nû bû sê roj:
Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê li kombûna xwe ya 4ê Nîsana îsal [2009] biryar da ku ”Cejna Zimanê Kurdî” ji îsal pêve wekî ”sê roj” bête pîroz kirin. Wekî tête zanîn, KNKyê di dîroka Kurdistanê da ewil car sala 2006ê birayereke gelek giring dabû ku ”14ê Gulanê” wekî ”Cejna Zimanê Kurdî” bête pîroz kirin. Ji 14ê Gulana 2007ê pêve jî bi rengekî gelerî hatibû pîroz kirin. Ji îsal pêve jî dê di rojên 14-15-16ê Gulanê da bête pîroz kirin. Li jêr wê biryara li ser ”Cejna Zimanê Kurdî” ya ”Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê“ didin:
”Cejna Zimanê Kurdî” ji îsal pêve bû sê roj. ”14ê Gulanê” wekî ”Roja Cejna Zimanê Kurdî” 2006ê bi biryara KNKyê hate qebûl û îlan kirin. Cara ewil 14ê Gulana 2007ê li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê hate pîroz kirin û ev edete di 14-15ê Gulana 2008ê da jî bi ”Konferansa Zimanê Kurdî ya li Berlînê” dom kir. Ji ber asîmîlasyona salan û qedexeya bêhnçikêr ya li ser zimanê Kurdî, ”14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî” ji teref xelkê Kurd ve bi germî hate qebûl kirin û bi coş û heyecaneke mezin hate pîroz kirin. Xelkê Kurd ev cejne wekî çeperekî xurt yê parastina zimanê Kurdî qebûl kir û lê xwudan derket û di midehê du salan da bi boşahîyeke gelek mezin pîroz kir. Îro bi reng û metodên nû zulma li ser zimanê Kurdî bi israr tête domandin. Di rewşeke wisa da xelkê me bi xwe bi şuûra li ziman xwudanderketinê ji KNKyê daxwaz kir ku rojek têra nake û rojên ”Cejna Zimanê Kurdî” divêt bêne zêde kirin. Ji ber vê hewcehîyê, îsal komisyona me, ”Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê” ”Cejna Zimanê Kurdî” bi armanca dijî her reng asîmîlasyonê û parastina zimanê Kurdî û pêşvebirina ziman û perwerdeya Kurdî, derêxiste ”sê rojan” ku bi berfirehtir bête pîroz kirin û li ser giringîya ziman bi zanahîtir û berpirsiyarîtir bête rawestan. Ji îsal (2009) pêve ”Cejna Zimanê Kurdî” dê di rojên ”14 -15 - 16ê Gulanê” da bi axivtin, şahî, resepsiyon, semîner, konferans û kombûnan bête pîroz kirin. Li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê, Kurd dê li goreyî şert û îmkanên xwe pîroz bikin û di nav aktîvîteyan da bin. Planê pîrozîya ”Cejna Zimanê Kurdî” jî bi vî rengî hatîye tesbît kirin:
14ê Gulanê,
14ê Gulanê: Destpêka pîrozîya ”Cejna Zimanê Kurdî” ye. Li ser zimanê Kurdî dê axivtin û şahî bêne kirin.
15ê Gulanê: Roja weşana kovara Hawarê ye. Hawarê ji bo parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîrînana kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî da bête biha kirin û pîroz kirin.
16ê Gulanê: Ji bo giringîya perwerdeya bi zimanê Kurdî dê kombûn, semîner û konferans bêne kirin. Herweha ji bo xatiraya hemû şehîdên Kurdistanê, ku ji bo parastina ziman, kultur û hunera Kurdî, neteweyê Kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawîyê ya ”Cejna Zimanê Kurdi” da, dê hemû şehîdên Kurdistanê bêne bîrînan. Bi vê armancê xelkê Kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê û rêzê li giyanê pak yê şehîdan bigirin.
4 Nîsan 2009, Bruksel
Em hevî û bawer dikin ku xelkê me yê Kurd dê vê gava giring ya parastin û jîyandina zimanê Kurdî, wekî edetekî neteweyî pîroz bike û heta hetayê bidomîne. Em ji niha ve ”Cejna Zimanê Kurdî” ya neteweyê Kurd pîroz dikin.
Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê
* * *
Banga Konseya Rêvebir ya KNKyê
li ser
14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî
Hemû xelk û neteweyên cîhanê, di rojeke salê da, cejna zimanê xwe pîroz dikin. Heta nihe tradisyoneke bi vî rengî di nav xelkê Kurd da nehatibû dest pê kirin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNKyê, di sala 2006ê da, bi pêşniyara komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê, 14ê Gulanê wekî roja "Cejna Zimanê Kurdî" qebûl kir û dîyarî xelkê Kurd kir. KNK hêvî dike ku xelkê Kurd dê li roja cejna zimanê xwe xwudan derkeve û hersal vê cejna zimanê xwe pîroz bike û vê cejnê mayînde bike û wekî tradisyon bidomîne. Zulm û zora li ser xelkê Kurd di serî da bi qedexekirina zimanê Kurdî dihate kirin û îro jî tête domandin. Asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî hatîye kirin, li çu zimanan nehatîye kirin. Belêm xelkê Kurd bi rikeke nedîtî, li zimanê xwe xwudan derket, zimanê xwe jînde kir. Bi jînde mana zimanê Kurdî xelkê Kurd jî jînde ma. Xelkê Kurd bi parastina zimanê xwe, xwe jî parast, paşeroja xwe ronahî kir
KNK hazirîya pîrozkirina "Cejna Zimanê Kurdî" dike. KNK starta pîrozbahîyên "Cejna Zimanê Kurdî" bi programa "Rojbaş Kurdistan" ya ROJ TVyê, di spêdehîya 14ê Gulanê da, dide. KNK êvarîya roja 14ê Gulanê jî, "Cejna Zimanê Kurdî" di merkeza xwe ya li Brukselê da bi resepsîyonekê pîroz dike
KNK bang li xelkê Kurd û timamî rêxistinên Kurdistanê dike ku li seranserê Kurdistanê û li hemû cih û warên dîasporayê, 14ê Gulanê, "Cejna Zimanê Kurdî" her bi çi rengî be pîroz bikin.
Zimanê Kurdî hebûna xelkê Kurd e.
Zimanê Kurdî paşeroja xelkê Kurd e.
14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî li xelkê Kurd û hemû xelkên Kurdistanê pîroz be.
4 Adar 2007
**
”… Bi biryara KNKyê ‘14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî’ ewil car îsal tête pîroz kirin. Em wekî KNK “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” li neteweyê Kurd pîroz dikin û hêvî dikin ku xelkê Kurd dijî asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê berxwe bide, zimanê xwe di her xeleka jîyanê da bi kar bîne, biparêze û pêşve bibe…”
Konseya Rêvebir ya KNKyê
13 Gulan 2007, Bruksel
**
Portreya ”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”
13-14ê Gulana 2006ê kombûna giştî ya KNKyê li merkeza KNKyê li Brukselê pêkhat. Di roja duyê ya kombûnê da, anku di 14ê Gulanê da, [yêkşemb], bi pêşniyara Rojan Hazim, ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê” bi yêkdengîya delegeyan ve hate demazrandin. Di kombûna ewil ya konseya rêvebir ya KNKyê da, 2ê Hezîrana 2006ê, Rojan Hazim wekî serokê komisyona ziman û perwerdeyê hate hilbijartin. Di eynî kombûnê da endamên komisyonê jî hatin kivş kirin. Komisyona Ziman û Perwerdeyê, 8ê Tîrmeha 2006ê kombûna xwe ya ewil li merkeza KNKyê li Brukselê kir. Di kombûnê da ev kes hebûn:
Rojan Hazim, serokê komisyonê
Nizamedin Toguç
Haydar Işik
Mîrhem Egîd
Maşallah Ozturk
Ehmed Aktaş
M. Emîn Yildiz
Serokê komisyonê Rojan Hazim, programa kar û xebata komisyonê pêşkêş kir. Di vê programê da plankirina kampanyaya zimanê Kurdî û kivşkirina roja “Cejna Zimanê Kurdî” hebû.
Di programê da 14ê Gulanê, ku roja duyemîn ya kombûna giştî ya KNKyê bû û herweha komisyon jî di wê rojê da hatibû damezrandin, wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” dihate pêşniyar kirin. Program bi berfirehî hate gotûbêj kirin û bi yêkdengîya endamên komisyonê hate qebûl kirin. Konseya Rêvebir ya KNKyê jî ev program û teklîfa komisyonê bi yêkdengî qebûl û herê kir û bû biryara giştî. Li goreyî vî planî 12ê Tebaxa 2006ê jî digel gelek rêxistinên sosyopolîtîk û sosyokulturel û medyaya Kurdî li avahîyê Mala Kurda li Kolnê kombûneke fireh hate kirin.
Amadekar û koordînasyona kombûnê:
KNK - [Komisyona Ziman û Perwerdeyê]
Beşdarên kombûnê:
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
Enstîtuya Kurdî ya Berlînê
Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê
Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê [*]
Akademîya Hunermendên Kurd
Pena Kurd – Mehmet Şahîn
Konfederasyona Komeleyên Kurd, Kon-Kurd
Yêkitîya Mamostayên Kurdistanê
Yêkitîya Rojnamevanên Kurdistanê
Yêkitîya Elewîyên Kurdistanê
Federasyona Komeleyên Ezidîyan
Civaka Islamî ya Kurdistanê – Mela Şafiî
Yêkitîya Ciwanên Kurdistanê
Yêkitîya Jinên Azad – Ewrûpa
Newaya Jin
Heyva Sor ya Kurdistanê
Yeni Özgür Politika
ROJ TV
Radyoya Dengê Mezopotamyayê
Ji “Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojavayê” -
Selîm Biçûk
PJAK
PYD
Not:
[*] Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê ji ber binasên teknîkî nikarîn beşdarî kombûnê bibin, belêm serokê enstîtuyê Samî Tan bi nameyê piştevanîya kombûn û kampanyayê kirin.
Nivîskarên ku bi nameyê desteka xwe kivşkirî jî ev in:
Seyitxan Anter
Necîb Balayî
Jan Dost
Berken Bereh
Feratê Dengizî
Mehmet Tanrikulu
Planê ku “Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” pêşniyar kirî, ji teref beşdaran ve hate parve kirin û desteka xurt hate dan. Konseya Rêvebir ya KKKyê (Nihe KCK ye) jî 21ê Tebaxa 2006ê bi daxuyanîyekê destek da vê kampanyaya KNKyê.
Li goreyî vî planî ji 8ê Îlona 2006ê pêve heta 14ê Gulana 2007ê, roja Cejna Zimanê Kurdî, kampanyaya zimanê Kurdî hate dest pê kirin.
Di midehê kampanyayê da, rêze kombûn û semîner hatin kirin û programên radyo û TVyê hatin çêkirin. Kampanyayê di medyaya Kurdî da cihekî fireh girt û hate destek kirin. Di 12ê Çileya 2007ê da “Sempozyûma Zimanê Kurdî” li Parlementa Belçîkê digel Enstîtuya Kurdî ya Brukselê hate kirin. Di 14ê Gulana 2007ê da jî, di dîroka Kurdistanê da ewil car “Cejna Zimanê Kurdî” hate pîroz kirin. Serokê konseya rêvebir ya KKKyê [nihe bû KCK] Murad Karayilan bi rêya TVyê mesajeke piştgirîyê ya pîrozbahîya cejna ziman belav kir. Cejn li seranserê Kurdistanê bi coş û heyecaneke mezin hate pêşwazî û pîroz kirin.
“14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”, bi pîrozîya 14ê Gulana 2007ê pêve, tradisyoneke nû hate dest pê kirin û ev cejna zimanî dê bibe çeperekî xurt yê parastina zimanê Kurdî. Bila li neteweyê Kurd pîroz be.
Biryara KNKyê ya li ser “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”, ji teref TZPKyê [Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî] ve jî di konferansa Amedê [Diyarbekir] da, 24-25ê Sibata 2007ê, hate qebûl kirin.
**
14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî hate pîroz kirin
Serokê Konseya Rêvebir ya KKKyê [nihe KCK ye.] Murat Karayilan mesajek bo Konseya Rêvebir ya KNKyê şand.
Mesaja Karayilan li jêr e:
”Bila rojeke zimanê Kurdî jî hebe”
Ji bo birêz serok û rêvebirîya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê,
Ji bo we hemûyan, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin û di xebata we da ji bo we serkevtinê em dixwazin. Biryara 14ê Gulanê, bi roja zimanê Kurdî be, em jî biryareke di cih da dibînin. Bila rojeke zimanê Kurdî jî hebe. Zimanê Kurdî belkî di dîrokê da, zimanê herî zêde kevn û di heman demî da zimanê herî zêde di bin zextê da mayîye. Ji bo wê jî zimanekî wiloyî qedîm û pîroz, rojeke xwe hebe di cih da ye. Ji ber wê yêkê em biryara we ya ji bo 14ê Gulanê bi roja zimanê Kurdi be, piştbazîya wê dikin. Dîsa di vê salê da, ev roja wekî roja zimanê Kurdi bête pêşwazî kirin, em jî tiştê ku bikeve ser milê me em dê bikin. Têkoşîna Azadîya Kurdistanê gelek bi cefa û bi ked û bi şehîd pêşdikeve. Têkoşîna Azadîya Kurdistanê di vateyekî da ji bo çanda Kurd e ji bo zimanê Kurdî ye. Me heta niha ji bo ziman û çandê gelek şehîd dan. Şehîdên me dayî ji bo jîn û jîyandina çand û zimanê Kurdî ye. Eger ne Têkoşîna Azadîya Kurdistanê bûya, bi taybetî di Kurdistana Bakur da, ji salên 70yî şûnda, di pêşengîya rêber Apo da, ev pêlên têkoşînê ya berxwedanî pêşneketa, belkî îro zimanê Kurdî pir di halekî xirab û belengaz da bûya… Lê ema berxwedana şoreşgerên Kurdistanê, çanda Kurdî, zimanê Kurdî rûh danê, hêz danê û xurt kirin… Iro gelek sazî û dezgehên ji bo çand, ji bo ziman, li hundir welat, li derveyî welat da li ser vî esasî çêbûne. Û ji vir pêvê jî em dê ji bo pêşxistina ziman hêj zêde hewildanê pêşxînin. Heta niha gelek caran me kampanya çêkirine. Car dî curbecur wek şêwazên perwerde em pêşdixînin. Bi van hemû hewildanan em dixwazin, zimanê me, zimanê Kurdî, bi rastî di civakê da, di hemû têkilîyan da zimanê esasî be. Lê mixabin vê xisûsê da lawazî heye. Ev lawazî raber dike ku dîsa em hêj zêde, bi israr vê têkoşînê bibin pêş. Û hertim wek rewşeke kampanya birêxînin. Ji bo ku her kesek bi Kurdî bixwûne, bi Kurdî bifikire, bi Kurdî binivîse. Di vî derheqî da, xebatên hûn pêşxînin, hemûyan em piştbazê wan in. Îro di Kurdistanê da gelek zarava hene. Hebûna zaravayan, zengînîya edebîyata Kurdî ye, zengînîya zimanê Kurdîye. Divêt ku mirov li van zaravaya hemî lê xwedî derkevin û xurt bikin. Yekî nexe pêş yekî, li ser hemîyan bixebitin. … Lê ema, îro di Kurdistanê da, pêvîstî bi yêk zaravayî heye, wek zaravayekî millî, pêvîstî pê heye. Di heman demî da, pêvîstî bi tipên yêkbûyî heye. Îro niha li alîyekê bi tîpên Latînî tê nivîsîn, li alîyê dî bi tîpên Erebî tê nivîsîn. Vaya wilo nabe. Pêvîst e hevbeşî hebe, tîp yêkbin û zaravayekî me yê millî hebe. Vaya elbet xebatekê dixwaze, hewildanê dixwaze û dem dixwaze. Lê tiştê herî pêvîst ew e ku mirov xebateke wilo birêbixîne. Vê xisûsê da em dibêjin, KNK dikare pêşkêşîyê bike, rolekê bileyize. Yanî rola KNKyê ne tinê di warê sîyasî da, heman demî da di warê ziman û çandî da jî ji bo ku ber bi hevbûn çêbe, ji bo hevbeşî pêşkeve, dikare xwudan xebat û rol be. Di vê xisûsê da jî em, xebata ku KNK bimeşîne, em dê her tim piştbazîya wê bikin. Li ser vî esasî ez carek dî we hemûyan ra silav û rêzên xwe pêşkêş dikim û di xebata we da serkevtinê dixwazim.
Murat Karayilan
Serokê Konseya Rêvebir ya KKKyê [nihe KCK].
14 Gulan 2007, Kurdistan
**
Resepsîyona Cejna Zimanê Kurdî
14ê Gulanê, “Cejna Zimanê Kurdî” bi resepsîyonekê li merkeza KNKyê li Brukselê hate pîroz kirin. Ji bîyanîyan heta Kurdan nêzîkî 70 kes beşdarî vê resepsîyonê bûn. Resepsîyon bi axivtina serokê “Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” Rojan Hazim dest pê kir. Paşê jî endamê komisyona ziman û perwerdeyê Nîzamedîn Togûç jî axivt. Hozan Dilovan bi cumbuşa xwe û kurê wî Reşo jî bi meya xwe, sazbend Hekîm jî bi bilûra xwe muzîkeke xweş pêşkêşî mêhvanan kirin. Ji bîyanîya nivîskar Dogan Ozguden û xanima xwe, serokê ”Institute for International Assistance and Solidarity”, Gerd Greune ji Belçîk û çend kesên dî yên Belçîkî beşdarî resepsîyonê bûn. Ji organîzasyonên Kurdan jî, serokê KNKyê Elî Egîd, serokê Kongreya Gel Zubeyir Aydar, serokê PYDyê Fuad Barzan, serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho, serokê Civata Îslamî ya Kurdistanê Mela Şafiî, nûnerê DTPyê (Partîya Civata Demokratîk) yê Yêkitîya Ewrûpayê Faîk Yagizay, endamên konseya rêvebir ya KNKyê Gulistan Perwer, Hêwî Berwarî, Ferîde Abbasoglu, Tahir Kemalîzade, Felemez Başboga, Corc Aryo, endamên komisyona ziman û perwerdeyê Haydar Işik, Mîrhem Egîd, Mamoste Maşallah, Ehmed Aktaş, ji Akademîya Hunermendan Seyitxan, serokê Yêkitîya Mamostayên Kurdistanê Muharrem, ji Yek-Komê Bahaddin Dogan, temsîlkarê PDK-Iran, Kawa, ji nivîskaran Medenî Ferho, Amed Tigrîs, Dîyar Bohtî, Jîr Dilovan û ji rojnamevanên Roj TV û Radyoya Dengê Mezopotamyayê, Mamoste Kazim, Ejder Şêxo, Mehmûd Onder, Duzgun Deniz, Aynur Bozkurt û herweha gelek mêhvanên dî jî beşdarî resepsîyonê bûn. Resepsîyonê seet 18.00yê êvarî dest pê kir û heta 21.00ê şevê dom kir. Di resepsîyonê da xwarinên edetî ji mêhvanan ra hatin pêşkêş kirin.
Roj TVyê resepsîyon bi kamerayê kêşa û kire nûçe û belav kir. Rojnameya Özgür Politikayê jî nûçeyê resepsîyonê weşand.
Berî pîrozîya ”Cejna Zimanê Kurdî” spotreklamek bi sponsorîya ROJ TVyê hate çêkirin û heftîyekê di TVyê da zivirî. Di spotreklamê da serokê KNKyê Elî Egîd, serokê Kongreya Gel Zubeyir Aydar, serokê Konseya Rêvebir ya KKKyê [nihe KCK] Murat Karayilan, serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê Rojan Hazim, serokê Kon-Kurdê Nizamedin Toguç, jina Kurd Şehnaz Atug, zarok Merîvan Denîz [keça rojnamevan Düzgün Denîz], nivîskar Medenî Ferho, rojnamevan Avesta Aysel Aydin bi zaravayê kurmancî, rojnamevan Erdal Er bi zazakî û rojnamevan Pûran jî bi soranî spotên li ser giringîya makziman û Cejna Zimanê Kurdî pêşkêş kirin.
Nûçeyê ”Cejna Zimanê Kurdî” di ROJ TV, Radyoya Dengê Mezopotamyayê, Rojnameyên Azadîya Welat, Yeni Özgür Politikayê û gelek malperên Kurdî yên wekî Xweza, Diyarname, Ciwan û gelekên dî da jî cih girt.
**
Axivtina ROJAN HAZIM ya li resepsîyona “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”
Mêhvanên hêja,
Hûn hemû bi xêr hatin vê resepsîyonê.
Îro 14ê Gulana 2007ê ye û di dîroka Kurdistanê da ewil car e ku rojek wekî “Cejna Zimanê Kurdî” tête pîroz kirin. Zimanê Kurdî yêk ji wan zimanan e ku cejnek heq kirîye. Heta îro gelek ziman bi ber asîmîlasyonên xelk û dewletên serdest ketine û hindek ji wan jî mixabin ku helîyane û ketine nav rûperên dîrokê. Belêm, zimanê Kurdî ji vê kadastrofa mezin, bi ket û rabê jî be, xwe rizgar kirîye û jîyana xwe garantî kirîye. Ev berxwedana zimanê Kurdî di kêm zimanan da tête dîtin. Kêm ziman hene ku li ber asîmîlekirin û birandina herî dijwar karîne xwe li ser pêya jînde bihêlin. Gerçî ew êrişkarîya asîmîlasyonîst hêj jî dom dike li ser Kurdî û bi taybetî jî li parçeyê bakur, li Tirkîyeyê, Tirkîzasyon di dereceya herî birandêr da tête domandin. Belêm heke bi giştî li rewşê bête nêrîn, herçend jar û lawazkirina Kurdî bête dîtin jî, lê mirandina Kurdî ji teref asîmîlatorên Tirk ve êdî ne mumkun e, ji ber ku bizava neteweyî ya xelkê Kurd, wekî pêla ava biharê fûrya ye û ev pêşkevtine tesîra pozîtîv li ser ziman jî dike û bi kar înana Kurdî her diçe pêşdikeve. Vêca ji ber vê berxwedana pîroz ya zimanê Kurdî ya beramberî asîmîlasyona Tirkî û zimanên dî yên dewletên serdest yên Kurdistanê, “cejna ziman” êdî heqê zimanê Kurdî ye jî. Gelek ziman hene li cîhanê “cejnên xwe” pîroz dikin. Yêk ji wan jî Bengalî ye ku ew jî 21ê Sibatê cejna xwe pîroz dikin. Bengalî jî vê rojê, bi munasebeta dijî asîmîlasyona Urdu ya di demê kolonyalîzma Pakistanê da ku ji bo fermîkirina Bengalî têkoşîn kirine, pîroz dikin.
Nimûneyek jî ya zimanê Tirkî ye ku wekî zimanekî asîmîlator li ser zimanê Kurdî tête bi kar înan; Cejna Zimanê Tirkî jî 26ê Îlonê ye û ev biryare jî 26ê Îlona 1932ê di “Kongreya yêkemîn ya zimanê Tirkî” da hatîye girtin û ji wê rojê were jî fermîyen tête pîroz kirin. Û helbet gelek nimûneyên dî jî hene li cîhanê…
KNKyê jî sala 2006ê, bi pêşnîyara „Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê“ 14ê Gulanê wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî“ qebûl û îlan kir. Eve gav û biryareke dîrokî ye. Ji ber ku zimanê Kurdî hêj jî berxwedana xwe ya dijî asîmîlasyonê didomîne. Di serda jî, di nav Kurdan bi xwe da jî edetê kêm axivtina Kurdî her diçe zêde dibe û eve rê li ber otoasîmîlasyonê jî xweş dike. Lewma zimanê Kurdî ji du alîyan ve, hem dijî asîmîlasyona der ve, hem jî dijî otoasîmîlasyona navxwe berxwe dide. Vêca ev pîrozkirina cejna zimanî dê şuûra li ziman xwedîderketinê mezin û bilind bike di serê mirovê Kurd da.
Erf û edet, bi giştî tradisyon piştî bûn û bûyeran pêktên. Destpêkirina pîrozkirina « Cejna Zimanê Kurdî » jî dê bibe çeperekî xurtkirin û pêşvebirina zimanê Kurdî û em hêvî û bawer dikin ku dê di nav xelkê me da bibe tradisyoneke saxlem û her sal ji sala borî geştir bête pîroz kirin.
Em „14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî“ li neteweyê xwe, li neteweyê Kurd pîroz dikin.
Herweha em ji dil spasîya we jî dikin ku hûn hatin beşdarî vê roja „Cejna Zimanê Kurdî“ bûn û vê cejna bihadar li we jî pîroz dikin.
ROJAN HAZIM
Endamê Konseya Rêvebir ya KNKyê
Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê
14ê Gulana 2007ê, Bruksel
**
Nivîsarên li ser ”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” li jêr in:
14ê Gulanê roja ”Cejna Zimanê Kurdî” ye
01 Gulan 2007, Yeni Özgür Politika
ROJAN HAZIM
Cejn, ji hewcehîyên erf û edetî, sosyokulturel, sosyopolîtîk, neteweyî, dîrokî anjî dînî bin, ji bo ”ferd” û ”civatê” bûyîn û bûyer û platformên pîrozîyê ne. Civat wekî pêkhatineke kolektîv bi hev ra cejnên xwe pîroz dike. ”Ferd” jî cejna xwe digel ”ferdên dî” parve dike. Lewma karekterîstîka sereke ya ”cejn”ê, pîrozîya kolektîv e. Cejn li ser bûn û bûyîn û bûyeran ava dibin û bi vî rengî jî dibin tradisyonên komî yên mayînde û berdewam. Cejn di jîyana ”ferdî” da be, anjî di ya ”komî” da be, şahîyê sembolîze dike. Cejn herweha ”ferdî” be, an ”komî” be, encama ”serkevtinekê” ye. Di jîyana xelk û neteweyan da sedan cejn hene ku bi hizir û bîreke tîr û tijî ya hevrayî têne pîroz kirin. Di nav van cejnên bi hevratîyeke bilind da têne pîroz kirin, yên neteweyî û dînî, di serî da tên. Lê di nav vê silsileya cejnan da jî yên herî kolektîv cejnên neteweyî ne. Netewe wekî hebûneke kolektîv, ji alîyê sosyolojîk û bîr û hizirî ve heterojen e, belêm ji alîyê stûna ragir ve homojen e. Ziman stûna ragir ya neteweyî ye û ji xerca homojen ya neteweyî pêkhatîye. Netewe bi zimanê xwe yê “yêkpare” hebûna xwe diparêze û bi vî rengî xwe mayînde û berdewam dike. Neteweyên bi ber êriş, dagîrî û birandinê dikevin, di serî da xwe bi hêza zimanê xwe li ser pêya dihêlin. Êrişkar, dagîrker û kolonyalîst jî, xelk û neteweyên ku bindestkirî, her di serî da ji alîyê ziman ve hildigirin binê zeptûrepta xwe û metodên birandina zimanê wan bi kar tînin û zimanê xwe serdest dikin. Têkoşîna dijî van dagîrker û kolonyalîstan jî di serî da bi parastina ziman dest pê dike. Di rikeberîya xelkê Kurd û dewleta dagîrker û kolonyalîst ya Tirk da ev prosese hate jîyan û mixabin ku hêj jî dom dike. Dewleta Tirk, birandina neteweyê Kurd her ji destpêka komarê pêve bo xwe kire armanc û ji bo vê polîtîka xwe ya qirêj jî aşê hêrana zimanê Kurdî, anku mekanîzmaya asîmîlasyonê di dereceya herî bilind da xebitand. Dewleta Tirk bi polîtîka asîmîlasyonê xwast reya jîyanê ya neteweyê Kurd bibire û xelkê Kurd nîne bike. Belêm nikarî û di vê polîtîka xwe ya dijmirovî da sernekevt. Zimanê neteweyê Kurd, Kurdî, her bi çi rengî be xwe parast û pêşve bir. Zimanê Kurdî, wekî alaya dengî ya neteweyê Kurd, di hiş û bîr û gewrîya mirovê Kurd da jînde ma û heta hêza xwe ya dawîyê, dijî asîmîlasyona “Tirkî” berxweda. Dewleta Tirk, herçend îro jî polîtîka xwe ya asîmîlasyonê didomîne jî, lê êdî nikare Kurdî bihelîne. Zimanê Kurdî, dijî asîmîlasyona Tirkî, serkevtîye û cejna xwe heq kirîye. Neteweyê Kurd, deyndarê zimanê xwe ye û divêt bi cejneke mezin vê serkevtina zimanê xwe pîroz bike. Vêca di van waran da pêşengîyek jî pêdivî ye.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî, di vî warî da gaveke dîrokî avêtîye û “14ê Gulanê” wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” qebûl û îlan kirîye. KNKyê di banga xwe ya 4ê Adara 2007ê da wisa gotîye: “Hemû xelk û neteweyên cîhanê, di rojeke salê da, cejna zimanê xwe pîroz dikin. Heta nihe tradisyoneke bi vî rengî di nav xelkê Kurd da nehatibû dest pê kirin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNKyê, di sala 2006ê da, bi pêşniyara komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê, 14ê Gulanê wekî roja ”Cejna Zimanê Kurdî” qebûl kir û dîyarî xelkê Kurd kir. KNK hêvî dike ku xelkê Kurd dê li roja cejna zimanê xwe xwudan derkeve û hersal vê cejna zimanê xwe pîroz bike û vê cejnê mayînde bike û wekî tradisyon bidomîne. Zulm û zora li ser xelkê Kurd di serî da bi qedexekirina zimanê Kurdî dihate kirin û îro jî tête domandin. Asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî hatîye kirin, li çu zimanan nehatîye kirin. Belêm xelkê Kurd bi rikeke nedîtî, li zimanê xwe xwudan derket, zimanê xwe jînde kir. Bi jînde mana zimanê Kurdî xelkê Kurd jî jînde ma. Xelkê Kurd bi parastina zimanê xwe, xwe jî parast, paşeroja xwe ronahî kir.” Ev biryare gelek di cih da ye, biryareke neteweyî ye. Di prosesa têkoşîna azadîya xelkê Kurd û parastina zimanê Kurdî da, beramberî asîmîlasyona zimanên dewletên dagîrker û kolonyalîst û bi taybetî jî dijî asîmîlasyona Tirkî, berxwedaneke xurt hate dan û di vê rikeberîyê da zimanê Kurdî, digel hemû kêm û kasîyan jî be, serkevtî bûye. Lê belê, tehlîkeya li ser zimanê Kurdî hêj jî dom dike û divêt hişyarî û baldarîya ji bo parastina zimanê Kurdî bête domandin û şuûra li zimanê xwe, li Kurdî xwudanderketinê jînde bête girtin û bizava di vî warî da neête sist kirin. “Cejna Zimanê Kurdî” ji ber vê yêkê dê bibe platforma herî xurt ku xelkê Kurd hem dijî asîmilasyonê bi zanîn û serwextî li zimanê xwe xwudan derkeve, hem jî bi bîr û hizirike yêkgirtî ya neteweyî nîşana hebûna xwe, anku zimanê xwe, bi cejnekê pîroz bike û ev cejne dê bibe binasê bilindbûna hiş û bîr û şuûra parastina zimanî di nav civatê da ku eve herweha dê otoasîmîlasyona li navxweyî jî bişkêne. Bi vê hêvîyê, 14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, bila li neteweyê Kurd pîroz be!
Ez vê carê nivîsara xwe bi paragrafa ji banga KNKyê bi dawî tînim. KNK bangî xelkê xwe dike, guh bidinê: “Bo organîzasyonên sosyopolîtîk, sosyokulturel, sosyoekonomîk, medyaya Kurdî, ronakbîr, nivîskar, rojnamevan, hunermend, rêvebirên polîtîk û îdarî yên Kurdistanê û timamî xelkê Kurd; Ji nav elementên ku neteweyan pêktînin, ziman yê sereke ye. Ziman îdentîtêta neteweyan e. Ziman alaya dengî ya neteweyan e. Zimanê me, zimanê Kurdî jî, nîşana hebûna xelkê Kurd e. Zimanê me, zimanê Kurdî, îdentîtêta xelkê me ye. Zimanê me, zimanê Kurdî, alaya dengî ya neteweyê me ye. Zimanê me, zimanê Kurdî, bi salan ji teref dewletên kolonyalîst û dagîrker ve hate qedexe kirin, asîmîlasyoneke nedîtî li ser zimanê Kurdî hate bi kar înan û ev polîtîka asîmîlasyonê bi rengên cuda îro jî tête domandin. Belêm xelkê me, wekî hemû xelkên cîhanê, bi rik, berxwedan û têkoşîneke xurt, ev hebûna xwe ya pîroz parast. Îro xelkên cîhanê salê rojekê cejna zimanên xwe pîroz dikin. KNKyê jî bi vê bîr û bawerî û bihazanîna berxwedana pîroz ya zimanê Kurdî ya dijî asîmîlasyonê, roja 14ê Gulanê wekî roja ”Cejna Zimanê Kurdî” qebûl û îlan kir. KNK hêvî û bawer dike ku xelkê Kurd dê vê rojê bi hizir û bîreke bilind ya neteweyî pîroz bike û wekî tradisyon bidomîne. KNK bang dike ku ”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”, li Kurdistanê, li her derê ku Kurd lê, bi şahî, bi semîner, konferans, sempozyûm û axir her bi çi rengî be, bête pîroz kirin. Parastina Kurdî, parastina Kurdetîyê ye. KNK ji nihe ve 14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.”
**
Ziman û mirov
25 Nîsan 2007, Yeni Özgür Politika
AHMED AKTAŞ
Li ser ziman gelek axaftin hatine kirin. Ev gotinên hatine kirin hemî di cihê xwe de ne û rast in. Lê mixabin hêz û dewletên desthilat nahêlin her kes û her gel bi kêfa dilê xwe zimanê xwe bi kar bîne û çand û hunera xwe bijî. Machiavelli, di pirtûka xwe ‘Prens’ de, dibêje; “Eger hûn hez dikin gelekî bixin bin destê xwe, pêwîst e hûn berî hemî tiştî ziman û çanda wî di nava ziman û çanda dewleta xwe de bihelînin (asimile bikin)”. Dewletên dagirker hemî, lê bi taybetî Dewleta Tirkiyeyê, wisa xuyaye ku şîreta Makyavel baş girtiye û dev jê bernade! Ne bi tenê zimanê kurdan qedexe kiriye û di nava zimanê xwe de dihelîne, navên erdnîgariyê û heta yên ajalan jî guheriye. Bi vê jî ranewestiya ye, hemî çanda kurdan jî ji xwe re dixe mal û bê şerm ji cîhanê re jî wisa dide diyarkirin. Eha qaşo cejna xwe ya 23’ê avrêlê ya zarokan pîroz dikin. Ji hemî gelên cîhanê zarokan tînin Tirkiyeyê. Zarokên her gelî bi zimanê xwe diaxive, tu astengî nîn e. Lê xwedêgirevî zarokên 40 milyon kurdan yên birayên wan in û mixabin ev zarok, cejna wan be jî bi zimanê xwe pîrozkirina wan qedexe ye. Ma ew qas jî bêwijdanî dibe? Ev çend salên dawî dest bi sextekariyeke berfireh kirine; qaşo dixwazin zarokên kurdan bidin xwendinê, ji bo zarokan dibistanan vedikin, internet, kompitur, û hwd.dibin Kurdistanê. Wey mala minê, ewqas li ber zarokên kurdan dikevin û dixwazin wan jîr û zana bikin! “Bavo min bişîne dibistanê”, bi van navên balkêş hez dikin keçikên me jî bibin xwendekar û pêşve bikevin! Hedef ev e “bavo min bişinîne bike tirk.” Ev helwestên wan dema kevn tîne bîra mirovan, ku bi navê “dibistanên herêmê…” zarokên kurdan biçûkanî digirtin û dibirin dikirin tirk. Ev qenciya wan e ji kurdan re! Qenciya wan bixwe serê wan! * * * Gotinek heye, cudatiya mirovan ji ajalan mejî ye. Rast e, lê ji bo ramana mejî bibe malê hemî mirovan pêdivî bi ziman heye û hema piştî vê jî jiyana hevbeş a civakî çand têt. Eger ev her sê bi hev re be, encex behsa nasnama mirovekî rast, civakeke rast, gelek an jî neteweke rast bête kirin. Ji ber ku, dagirkeran derbe li ev taybetmendiyên me dane, lewma kesayetî û civaka me tevlihev e. Bi tenê cihê dilxweşiyê ev e ku, diyar e ziman û çanda me pir dewlemend e, lewma dagirkeran heta niha nikaribû bi tevayî têk bidana. Dîsa cihê şanaziyê ye ku, her çend kêmasî hebin jî, sazî û dezgehên me yên neteweyî û ziman û çand û hunerê gelek hatine avakirin.
Niha saziya me ya bilind KNK, ji bo ziman û çanda me biparêze û xurt bike û pêşve bixe, dest bi rêzeçalakiyan kiriye. Yek ji van çalakiyên gelek bi rûmet û pir giring ev e ku, 14ê gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî pejirandiye. Divê di serî de hemî kesên xwe rewşenbîr dibînin û hemî gelê me vê rojê weke cejneke neteweyî pîroz bike û li her cihî û her roj di jiyana xwe de zimanê xwe bi kar bîne. Bi zanistî jî hatiye pejirandin ku, mirov bi zimanê dayika xwe baştir dikare pêş bikeve.
**
Cejna Zimanê Kurdan [*]
11 Gulan 2007, Yeni Özgür Politika
HAYDAR IŞIK
„Zimanê neteweyekê, ruha wî neteweyî ye“ dibêje zanyarê Elman Humbolt. Ruha neteweyê Kurd jî; Makzimanê wî yê Kurdî ye ku xelkê Kurd li ser reyên wî yên sosyal radigire, huvîyetê û rengî didê. Belêm ruha xelkê Kurd li Tirkîyeyê di bin qedexetîya makqanûnî da ye. Di maddeyê 42. yê makqanûnê da: „Ji bo hevwelatîyên Tirk, ji bilî Tirkî çu zimanên dî di dezgehên perwerdeyê da nikarin bêne dan. Çarçoveya rêzikên perwerdeya zimanên bîyanî yên di dezgehên perwerdeyê da bêne dan û perwerdeya li dibistanên ku bi zimanên bîyanî perwerdeyê bikin, bi qanûnê tête danan.“ „Herwisa maddeyên 3. û 4. yên makqanûnê jî: „Dewleta Tirkîyeyê bi welat û neteweyê xwe ve yêkpare ye û lêkve nabe. Zimanê wê Tirkî ye. Maddeyê 3. nikare bête guhorîn û teklîfa gihorînê nikare bête kirin“ tête gotin û ev qedexe di maddeyê 81. yê qanûna partîyên polîtîk da jî dom dikin. Disa li maddeyê 42ê „Perwerde, bi armanca şoreş û prensîbên Atatürk û prensîbên zanyarî û perwerdeya hevdem û di bin çavdêrî û kontrola dewletê da tête kirin. Cihên perwerdeyê yên dijî van norman nikarin bêne vekirin.“ Çi ne ev şoreş û prensîbên Atatürk ku hinde têne gotin? Cilê unîform e. Kirasê dînan e. Tîmarxane ye. Sulteya generalan e. Çetetî ye. Nijadperêsî ye. Faşîzm e. Bi kurtî sîstemê dewleta Tirk e. Barbarîya ku Kurdan li fabrîkayên asîmîlasyonê bihelînine. Zimanê neteweyê Kurd hildigire binê qedexe û zulmê û ruhê lê tarî dike, huvîyet û kesayetî û hebûna mirovîyê nîne dike. Xelkekî ku zimanê wî hatîye qedexe kirin, ji reyên xwe yên sosyal tête piçandin. Bê huvîyet û bê şexsîyet dibe. Darek çawa li ser reyên xwe şîn dibe û bejn dide, xelkek jî li ser zimanê xwe dibe xwudan huvîyet, kultur û şexsîyet. Kurdî qedexe ye, li dibistanên dewletê nayête fêr kirin, dîyar e ku qedexe ye, hingê tête xwastin ku xelkê Kurd ji reyên xwe bête piçandin. Tiştê ku min li jorî gotî, rewşa Kurdan ya îro ye; Kurdê hişyarbûyî, Kurdê welatvîn dij radiweste, vê prosesa asîmîlasyonê asteng dike. Belêm li milê dî em Kurd bi zimanê ku li me sanahî [hesan] têt diaxivin û dinivîsin. Anku bi rengekê em hevkarîya kolonyalizmê dikin. Otosansûrê tînin ser zimanê neteweyekî mezin.. Etnologê Elman Prof. Eickstedt dibêje ku, xizmeta herî mezin ya Kurdan ji bo dîrokê, ev ziman ji kûrahîyên dîrokê heta îro înane. [Berê xwe bidin pirtûka Tirk-Kurd-Îranî, ji demên destpêkê heta îro] Zanyarên ku qazanc dîtine, mixabin ku Kurd nabînin. Dîsa heke bi çavekî unîversal lê bête nêrîn, makziman wekî mafekî bingehîn yê mirovî tête dîtin. Başe Kurdan ji bo vî mafê kolektîv heta îro tiştek kirin? Mirov dikare bêje ku nikarîne heta îro tiştekê bikin. Heke Tirkîyeyê ji ber tîpa ”W”, birêz Osman baydemîr derêxiste pêş dadgehê, dîyar e ku me mesele hêj nedaye têgihiştin. Ewrûpa zimanê Kurdî di dereceya mafê kesînî da dibîne. Başe kîjan kampanyaya me da zanîn ku ev maf ne mafekî kesînî ye, mafekî kolektîv e? Berî ku em bêjin tênagihin, me karî têbigihînin? Komisyona ziman ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK], ku li ser vê pirsê difikire û riberizê dike, sere vê salê li Parlementa Belçîkê sempozyûmeke ziman pêkîna. Şik têda nîne ku dikarî berfirehtir biba, belêm tiştê min dîtî, di van salên dawîyê da yêk ji xebatên pêşve bû. Serokê komisyonê heval Rojan Hazim li ser zimanî polîtîka nûkirin, aktîvî û lê xwudanderketinê di pratîkê da bi kar tîne. Li goreyî vê yêkê, KNKyê 14ê Gulanê wekî roja „Cejna Ziman“ îlan kir û ji nihe û pêve jî dê wekî tradisyon bidomîne û pîroz bike. Şik têda nîne ku ev gave divêt ji alîyê xelkê me yê ku ruha wî hatîye êxsîr kirin wekî gaveke giring bête dîtin û her Kurdekî bi rûmet, xwudan şexsîyet û huvîyet divêt destekê bide vê gavê. Di serê meha Adara îsal da enstîtuyeke Belçîkî sempozyûma li ser „Makziman û jin“ li Dêrsimê fînanse kir û yêk ji berpirsiyarên ku beşdarî vê sempozyûmê bûyî ji min ra wisa got: „Min mereq kir çu kes bi makzimanê xwe nediaxivt. Piştî pirsa min dest bi axivtina Kurdî kirin“. Ma eve resmê kêmasîya me ya di vî warî da nîşan nade? Em wekî ferdên xelkê ku hatîye kolonî kirin, ne di nav paranoyayê da ne ku bêjin zimanê Kurdî maka zimanan e. Belêm xwudanderketina li zimanê ku neteweyekê ji nav kûrahîya dîrokê înayî, tête manaya xwudanderketina mirovahîyê. Rewşa me ya îro ji ya berê baştir e. Berê medyaya me nebû. Îro Tvyên me, radyo û rojnameyên me hene. 14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî ya ku KNKyê îlan kirî, bila li we hemûyan pîroz be! Li zimanê xwe yê bab û bapîran xwudan derkevin. Bi Kurdî biaxivin, têr rûmet bin. Kirmancî qesey bike! Kirmancî biwane! Kirmancî fikre xo waze!
[*] Kürt Dil Bayramı
11. 05. 2007
Kurdîya wê: ROJAN HAZIM” 14.05.2017