Çima PDK-Bakur bû du beş?
A+
A-
Îro (25.03.2017) li Amedê Kongreya 12. a PDK-Bakur ji alîyê hin (hat gotin ku 120 delege îmze dane) delegeyên mixalifê rêveberîyê ve hat li dar xistin. Kongre bi axaftina Hişyar Ozalpî vebû.
Hişyar Ozalpî balê kişand ser xemsarîya rêveberîya ku di kongreya 11. de hatibû hilbijartin. Piştî axaftina vekirinê, bi pêşniyaza delegeyek bi navê Seîd Çîçek, Hemîd Kiliçaslan wek serokê dîwanê, Celîle sarûhan û Zelal Dundar jî wek endamên dîwanê bi dengê hemû delegeyan hatin hilbijartin.
Piştî hilbijartina dîwanê Îbrahîm Guçlu mafê axaftinê girt û balê kişand ser mijara meşrûbûn û hiqûqîbûnê. Piştî wî Sitkî Zîlan axivî wî jî got ku divê kongreya PDK-Bakur zelal be.
Bêjeyên Miftehî çima,pdk,bakur,bû,du,beş