Çareserî, Helwestek Neteweyî-Kurdistanî ye!
Di şerê navxweyî de li Suriyê, êrîşa Dewleta Tirk li dijî “Kantona Efrîn”ê, pêşî ji şerekî nû re vedike. Armanca êrîşê ew e ku; ji bona pêşîlêgirtina destkeftinên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, dewleta Tirk xistin dewrê. Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, zimanê Dewleta Tirk û rejîma Esad û Rûsîyan yek e. Armanca van aktorên hevpar, avakirina "korîderek ewlehî" ye li ser axa Başûr Rojavayê Kurdistanê; ku Dewleta Tirk rasterast an jî neyekser vê korîdorê kontrol bike. Armanca vê korîdorê pêşîlêgirtina destkeftinên kurdan û parastina yekitîya axa Sûrîyeyê bi xwe ye. Di vê armancê de Rûsya, Tirkîye, Sûrîye û Îran hevpar in. Ev biryar di civînên Soçî de bi Hêzên “Oppazîsyona Sûrîyeyê”(!) re jî hatîye pejirandin. Ji ber wê jî Dewleta Tirk, bi Hêzên Opozîsyona Sûrîyeyê re ev operasyon destpê kirîye.
Dewleta Tirk sebeba vê operasyonê wek “tehdîda sînor û ewlekarîya ser Tirkîyeyê”(!) da nîşan. Lê di eslê xwe de tehdîdek wilo li ser Tirkîyeyê tune ye. Emerîka pêşnîyarîya “parastina sînorên Tirkîyeyê” û avakirina “hêzek ewlekarîya sînoran” da Dewleta Tirk, lê Dewleta Tirk ev nepejirand, redkir; xwest ku du tiştan bi hev re bike. Hin di şerê nav Sûrîyê de, ji xwe re dîlimek parê, parîyek mezin bigire û wendakirinên xwe bi paş de bistîne û hin jî pêşî li destkeftinên kurdan bigire!
Bi daxwaza “sekinandina şer”(!) civînên Soçî destpê kir. Lê hîn van civînan encam nedabû ku di bin perdê de meram û armancên van dewletên dagirker û aktorên navneteweyî eşkere bû. Hêvî di gewrîya aştîxwazan de ma.
Hêzên “Opozîsyona Sûrîyeyê” jî di nav van karesatan de hevparên êrîşên ser Başûrê Rojavayê Kurdistan in. Ji ber ku “Hêzên Opozîsyona Sûrîyeyê”, li Sûrîyeyê hemû hêzên wekaleta şer û yên terorê ne. Hevparên terora Dewleta Tirkin di herêmê de. Her yek ji van hêzên Îslamîst bingehek ji tehdîdên DA’IŞê bi xwe ne.
Bi nêzîkbûna Tirkîya a bi Rûsya û Îranê re, li hember berjewendîyên Emerîka astengek derket holê. Lê Emerîka di navbera tercîha bi kurdan re û bi Tirkîyeyê re bêdeng e. Ev bêdengî û tinebûna yekrêzîya Tevgera Kurd jî cesaretê dide Dewleta Tirkan. Ev bêdengîya Amerîka tehlukek din jî bi xwe re tine. Ew jî îhtîmala carek din birêkûpêkkirina DA’IŞê bi xwe ye. Tirkîye dikare carek din xwînê bide vê hêzê ku êrîş bîne ser Başûrê Rojavayê Kurdistanê, destkeftinên Kurdan têxe tehlîkê û tehdît mezin bibe.
Têkilîyên Dewleta Tirkan bi hêzên terorê yên “Opozisyona Sûrîyeyê” re vê îhtîmalê xurt dike. Hebûn û têkilîyên Dewleta Tirkan bi El Nusra, Ehrer Ul Şam, El Qa’îde û OSO re, her bingehin ji tehdîdeke wek DA’IŞê re ku dubare bibe. Tevdegerînên dewleta tirkan li ser Kurdistanê tehdîden mezin in û ew gotina serokkomarê Dewleta Tirkan got ku “Em ê heta Qamîşlo, Mûsil û Kerkûkê herin”(!); divê tevgera Kurd a neteweyî vê bigire ber çavan û helwesta xwe a partîzanî biguhere. Gavên avakirina enîyek Kurd û kurdistanî di her beşê Kurdistanê de, roj berî rojê divê amade bibe û li hember van tehdîdên ser seranserê Kurdistanê gav bên avêtin û bi gelemperî raya neteweya Kurd û Kurdistanê eşkere bibe. Hêvîyek neteweyî bêt avakirin, ji vê neteweya ku her tê kujtin, koçberkirin û talankirin ku biserbilindî destkeftinek derkeve ber.
Divê PYD, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê dev ji wê ezezî, partîzanî û karesatên yekalî berde. Helwesta PYD li Başûrê Rojava li hember opozîsyona Kurd nayê qebûl kirin. Ev helwestek hevpar dişkîne û hêz û helwesta Kurd û kurdistanîyan dişkîne. PYD, her bi mejîyekî yekalî û tehdîtkar; “serkeftinan ji xwe re tomar dike û şikestinan jî dike para opozîsyona xwe û ya neteweya Kurd.”(!) Ev helwest xerab e. Divê hêzên Pêşmergeyên Roj di bin programek hevpar a leşkerî de bên birêkûpêk kirin û artêşek neteweyî Kurdistanî bê avakirin ku pêşmergeyên Roj jî bibin hevparê parastina xaka xwe.
Bi kurtayî:
Encama Operasyona Dewleta Tirk, Ankara nêzî Moskowa dike. Çima Amerîka ji van hewlên Dewleta Tirk tenê “nîgeran”e û helwestek raser dernaxe hole? Ev hîn ne dîyar e. Lê wilo xuya dike ku Dewleta Tirkan û hêzên bi wan re hevpar, êrîşan bînin ser Minbic û deverên din yên di destê HSD û Amerîkayê, wê helwesta Amerîkayê jî biguhere. ji bona “avakirina herêmek tempon li ser axa Rojavayê Kurdistanê”, Amerîka jî bi Rûsya û Tîrkîyeyê re hevpar e. Ev lîstik û durûtîya Amerîka her dibe sebebê wêrektîya dijminên Kurd û Kurdistanê. Lê berî ku em Amerîka û Rûsya wek du aktoran tawanbar bikin, divê berê em neşterekê li wan kînorên siyaseta nava xwe ya Kurd û partîzanî bixin ku damarên ezezî, partîzanî û îxanetan qutbibin.
Serkeftin di virê de ye. Her ku ruhê partîzanî derketîye pêşîya helwesta Kurd û Kurdistanîyê, neteweya Kurd û Kurdistanê xirametên mezin daye û raserî îxanetê bûye.
23.01.2018