1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Çalakîyên Komeleya Wêjekarên Kurd (2020)
Çalakîyên Komeleya Wêjekarên Kurd (2020),çalakîyên,komeleya,wêjekarên,kurd,2020

Çalakîyên Komeleya Wêjekarên Kurd (2020)

A+ A-

Di 14ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê dq Komeleya Wêjekarên Kurd, saet di 18.00an da hat vekirin. Di destpêkê da axaftin hatin kirin. Fatma Tunç û Mem Bawer gotubêjek kurt kirin. Piştre bi kilamên dengbêjiyê vekirin bi dawî bû. Lînkên nûçeyên derbarê vekirina Komeleya Wêjekarên Kurd da: https://m.bianet.org/kurdi/mafen-mirovan/219042-li-amede-komeleya-wejekaren-kurd-hatiye-avakirin https://m.bianet.org/kurdi/mafen-mirovan/219042-li-amede-komeleya-wejekaren-kurd-hatiye-avakirin https://www.rudaw.net/kurmanci/culture-art/22012020 http://mezopotamyaajansi25.com/kr/HEM-NCE/content/view/83223

20ê SIBATA 2020î

Di 20ê Sibatê da panel ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê da hat lidarxistin. Osman Ozçelîk û Nesrîn Navdar wekî panelîst beşdar bûn. Azad Zal jî moderatrotiya bernameyê kir.

21ê SIBATA 2020î

Di 21ê Sibatê da li Mêrdînê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, KESK û Komeleya Wêjekarên Kurd bi hev ra panel li dar xistin. Hevseroka Komeleya Wêjekarên kurd Sultan Yaray wekî panelîst beşdar bû. Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hogir Berbir jî ew ê beşdar bibûya, lê belê ji ber ku rewşa wî ne guncav bû beşdar nebû. ** Di 21ê Sibatê da li Rihayê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Wêjekarên Kurd bi hev ra panel li dar xistin. Osman Ozçelîk û Nûrcan Delîl wekî panelîst beşdar bûn.

22yê SIBATa 2020î

Di 22yê Sibatê da ji rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd Roza Metîna, Zozan Gulan û Veysî Ulgen beşdarî panela Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya ji aliyê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Birca Belek hat lidarxistin, bûn. Lînka nûçeya panelê https://t.co/gXmMYOrOz8?amp=1

23ê SIBATA 2020Î

Koma Xwendinê ya Amedê romana Nîhat Ekîncî li Komeleya Wêjekarên Kurd nirxand. 29ê SIBATA 2020Î Di 29ê Sibata 2020î da Koma Helbestê ya Amedê pirtûka Helbestkar Rewşen Esmer a bi navê Hêlîna Evînê li Komeleya Wêjekarên Kurd nirxand.

3YÊ ADARA 2020Î

Di 3’yê Adara 2020’î de Komeleya Wêjekarên Kurd, Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê û Koma Xwendinê ya Amedê panela bi navê Wêje û Jin bi munasebeta 8ê Adarê li dar xistin.Lînka nûçeya Panela Wêje û Jin http://mezopotamyaajansi.com/kr/CAND-U-HUNER/content/view/87993

11ê ADARA 2020î

Ji ber Vîrusa Koronayê bernameya Bijîşktî û Nivîskarî ya wê li Komeleya Wêjekarên Kurd bihata lidarxistin hat betalkirin.

14ê ADARA 2020Î

Di 14ê Adara 2020an da li Komeleya Wêjekarên Kurd roja îmzeyê ya Nivîskar Mehmet Oncu hat lidarxistin.

22yê NÎSANA 2020î

Ji bo 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî Koma Helbestê ya Amedê û Komeleya Wêjekarên Kurd vîdeo amade kirin û li ser medyaya civakî parve kirin.

15ê GULANA 2020î

Ji bo 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîsakrên Mezopotamyayê vîdeo amade kirin û li ser medyaya civakî parve kirin.

26ê HEZÎRANA 2020î

Bi beşdariya Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Sultan Yaray û Eyup Guven bi moderatortiya Ramazan Kaya li ser MYD TVyê bername hat lidarxistin.

7ê TEBAXA 2020î

Komeleya Wêjekarên Kurd a ku navenda wê li Amedê ye li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd dest bi kampanyaya xwendina çîrokên zarokan ên bi zimanê Kurdî kir. *** Bernameya LGBT-Civak-Demokrasî ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê li ser MYD TVyê bi moderatortiya Nûrcan Delîl û Ramazan Kaya hat lidarxistin Koordînatora Giştî ya LGBT Heft Reng Yagmur Karacan wekî mêvan beşdarî bernameyê bû.

14ê TEBAXA 2020î

Bernameya Wêje û Helbest ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê li ser MYD TVyê bi moderatortiya Nûrcan Delîl û Ramazan Kaya hat lidarxistin. Nivîskar Cîhan Roj mêvanê bernameyê bû.

11ê COTMEHA 2020î

Ji bo bîranîna Mehmed Uzun Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê li ser MYD TVyê bername li dar xistin. Mêvan: Helbestkar-Nivîskar Kamran Simo Hedilî Moderator: Roza Metîna Ramazan Kaya

23yê COTMEHA 2020î

Di 23yê Cotmeha 2020î da, em wekî Komeleya Wêjekarên Kurd beşdarî civîna sazî û dezgeyan bûn.

30yê COTMEHA 2020î

Li Komeleya Wêjekarên Kurd li ser ekranên NETEW TVyê bernameya Dîwana Helbest û Helbestvanan hat lidarxistin.

13Ê MIJDARA 2020Î

Komeleya Nivîskarên Kurd bi boneya 15ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de ji nivîskarên di zindanan da name şand.

15Ê MIJDARA 2020Î

Hevxebata Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya li ser Roja Nivîskarên di Zindanan da hat lidarxistin. Di 15ê Mijdarê da panel li ser MYD-TVyê hat lidarxistin. *Di 15ê Mijdara 2020î da li Komeleya Wêjekarên Kurd gotubêjek bi Veysî Varli ra hat lidarxistin.

22YÊ MIJDARA 2020Î

Çalakiya îmzeyê ji bo Nivîskar Veysî Ulgen hat lidarxistin.

29Ê MIJDARA 2020Î

Roja îmzeyê ji bo pirtûka Helbestkar Fatêxan Taşli Tûnç hat lidarxistin.

16Ê ÇILEYA 2021Î

Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray beşdarî bernameya Yekbûn TVyê bû.