
Zarok û Çîrok
A+
A-
Îro (02.04.2017) li ser War TVyê di bernameya Rengên Jiyanê de Doktor Emîn Ebdulqadir bû mêvan.
Bi qasî saetek di bernameya zindî de li ser girîngîya çîrokan di perwerdeya zarokan de Mamoste Emîn peyîvî. Wî balê kişand ser rêjeya pirtûkxwendina civatên pêşketî û ya kurdan. Mînakek balkêş ji çavdêriya xwe ya li zankoyê da û got ku wî ji 84 xwendekarên xwe yên pola 3yemîn a zankoyê pirsa ‘we çar romanên kurdî xwendine an na?’ kiriye. Bersiva erênî bes ji çar xwendevanan hatîye.
Rola xwendina çîrok û romanan di perwerdeyê de pir girîng e. Em hêvî dikin ku cıvata kurd jî bi balkişandina rewşenbîr û mamosteyên wek Emîn Ebdulqadir, li ser girîngîya xwendina berhemên edebî, bêtir roman û çîrokan bixwîne.
Bêjeyên Miftehî zarok,û,çîrok