1. Hemû Nûçe

  2. NÛÇE

  3. WÊJEYA KURDÎ YA BERAWIRDÎ KOMA XWENDINÊ YA WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKCÎ
WÊJEYA KURDÎ YA BERAWIRDÎ KOMA XWENDINÊ YA WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKCÎ,wêjeya,kurdî,ya,berawirdî,koma,xwendinê,ya,weqfa,îsmaîl,beşîkcî

WÊJEYA KURDÎ YA BERAWIRDÎ KOMA XWENDINÊ YA WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKCÎ

A+ A-

Di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî de wêjeya Kurdî ya hevdem dê navenda koma xwendinê be, bi tesîra gelek serpêhatîyên serdema me berhemên Kurdî wê bi perspektîfek firehtir, bi moderatorîya Suat Baranî lê belê armanc ev e ku zêdetirî bi awayekî înteraktîv lê hûr bibe. Armanca sereke ya koma xwendinê ji novelê heta çîrokê, ji çîrokê heta helbestê, ji helbestê heta gotarên teorîk; li ser lîsteyeke xwendinê ya berfireh ku tê de berhemên Kurdî hatin nivîsîn hene wê xwendineke berawirdî li ber çav bigire û bi wêjeyên din ên cihanê re hevbandorîyê, hevşibînê, cûdahîyê binêre û dê li bêjinga berawirdîyê bixe.

Di hilbijartina berheman de têma û metodên teorîk ên wek alegorîya netewî, bêdengî, ol/bawerî, hebûnparêzî (egzistansiyalîzm), dîyaspora, femînîzm, postkolonyalîzm, vebêjên vegera malê, self-oryantalîzm, berrahîya efsûnî (magical reality), psîkanalîz binyat hatîye standin. Bernameya xwendinê jî li gorî stûrî û tîrbûna berheman di navbera 2 an jî 3 hefteyan de hatîye saz kirin. Ji bo beşdarîya çalak û rexneyî, nêrîna analatîk û da ku kom kêrhatî û birêkûpêk rêve biçe kontenjan bi 15 kesan hatîye sînor kirin.

Ji bo serlêdanê pêl girêdana li jêrê bikin.

https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSeij0BpA_ALbM-rpc_mdwjebTELKn4UkYN71u0nlE-hZMh1tA/viewform


Dîroka destpêkê: 14ê Îlonê 2019
Saet: 15:00
Qewl: 6 meh
Ziman: Kurmancî-Tirkî
Zimanê Xwendinê: Kurmancî 
Cih: Weqfa Îsmaîl Beşîkcî-Stenbol