Weşanxaneyek Nû ya Kurdan, PAYÎZ Vebû
Bi qasî ku em dizanin, li ser rûyê erdê miletek bi qasî kurdan, 50 milyon be û dewleta wê tune be nîn e. Her netewek xwedî dewlet, bo weşangerîya edebî piştgirî ji dewleta xwe distîne. Lê ê me kurdan jiber ku dewleta me tune ye, em weşangeriya kurdî bi dildarî ji kîsê xwe dikin. Sê dildarên kurdî hatine cem hev û weşanxaneyek nû ya kurdî, PAYÎZ vekirine. Me ji wan pirsa PAYÎZê kir.
Serdem Kahraman wiha bersiva me da:
“Weşanxaneya me, weşanxaneyeke nû ye û cihê me jî li Amedê ye. Xwediyê weşanxaneyê 3 kes in, Mehmet Çakmak, Serdem Kahraman û Jêhat Rojhelat e. Em bûn 3 pirtûk, ji Dewletê heta koçberîyê DîROKA KURDÊN XELXALÊ-şoreş reşî, êşname-KADÎR ÇELÎK, ŞERMA MÊŞÊ-Mehmet Çakmak çap dikin û yên caremîn û pêncemîn jî li ber çapkirinê ne.
Gelek heval û hogir jî eleqeyê didin weşanxaneya me û her wiha xwendevan jî bi me re dikevin têkiliyê. Her çiqas di derbarê edebiyata kurdî da weşanxane zê de bin, evqasî wê baş dibe. Lêbelê kar û xebatên bi qelîte û hêja bi awayekî profesyonelî bibe çêtir e. Em her sê heval heta ji destê me tê em karê xwe bi baldarî û bi qelîte dikin. Dibe ku hin caran kêmasiyên me hebin jî, lê hêdî hêdî ew ê baştir bibe û li cih rûne. Bi edîtoriyê, bi bergan, bi dîzaynan, bi nirxandin û xwendinê em gelkî bi hişyarî li ser disekinin û dixwazin xizmeteke baş û hêja bikin. Sipas ji bo tevan.”
Em jî wek malpera Rojnameya Kurdistanê ji her sê dildarên kurdî ra yanî ji Weşanxaneya PAYÎZê ra di weşangerîya wêjeya kurdî da serkeftin dixwazin.