Weşangerî, Kalîte û Rûpel
Em wek malpera Rojnameya Kurdistanê çavdêrîya 36emîn Fuara Pirtûkan ya(TUYAP) Stenbolê dikin. Em bêtir dixwazin danasîna weşanxaneyên kurdî bikin.
Yek ji van weşanxaneyan RÛPEL e. Ev weşanxane di sala 2012an de dest bi weşana kurdî kir. Weşanxane ji alîyê IKMGya ku di 2010an de dest bi xebatê kiriye ve hatîye vekirin. Dema meriv li weşangerîya Rûpelê dinêre, dibîne ku weşanxane karê xwe gelek bi rêkûpêk dike. Wek mînak di serî de bi Ferheng û Rêbera rastnivîsê dest bi weşanê kir. Ev jî disîplîn û plansazîyek xurt a weşanxaneyê nîşan dide.
Dema ji xwînerek kurdî bê pirsîn, gelo taybetmendîya herî ber bi çav a Rûpelê çiye, em bawerin dê bêguman bersiva wî/wê ev be: Ji weşanxaneyên herî bikalîte yek jî weşanxaneya Rûpelê ye. Îro nûçeyek Rûdaw TVyê jî li ser vê mijarê hebû. Ev jî linka wê ye: http://www.rudaw.net/kurmanci/culture/06112017