Weqfa yekem a ku kurdan avakiriye
Gerînendeyê Giştî yê rojnameya me Ahmed Kanî ji bo xwendevanên rojnameyê bi Gerînendeyê Giştî yê Weqfan ê berê Kerem Serhedî re hevpeyvînek li ser weqfan, kurdan û mijarên têkildar pêk anî.
Tu karî bi kurtî behsa xwe bikî, Kerem Serhedî kî ye?
Ez di sala 1946an da li parêzgeha Wanê, navçeya Erdîşê, gundê Zêwikê hatime dinyayê. Min dibistana seretayî li Erdîşê, ya navîn li Wanê, amadekarî jî li Îmam Xetîba Diyarbekirê xwend. Li Zanîngeha Dicleyê beşa Kargerî (Îşletme) xelas kir. Ez ji Midûrîya Herêmê ya Weqfan xane nişînim. Bi zimanên erebî farisî û tirkî dizanim. Hinek îngilîzî jî dizanim. Ez bi fermî lêkonerê Arşîva Osmanî û ya Weqfê me. Li Amedê dijîm.
Weqif çi ye, ya herî pêşî kengê hatîye damezrandin?
Weqif, texsîskirina tiştek, malek, pereyek, mêrgek, zevîyek dikanek û hwd. bo armancekî ye. Bo weqfê divê “waqifek” yanî kesê weqif dike, “mewqûf” yanî tiştê tê weqifkirin, “mewqûfû aleyhî” yanî ew tiştê ku wekif li serê hatiye avakirin hebin. Divê waqif temlîk be, yanî xwedî malê ku weqif dike be. Ger waqif malê kesên din weqif bike nabe waqif. Bike jî ne durist e. Wekmînak Yawiz Siltan Selîmî 66 gundên Paloyê bi navê weqfê dan Qere Cemşîd. Ev nabe weqif.
Dîroka weqfê?
Meriv bo destpêka weqfê nikare rojek dîyar bike. Lewra weqif bi armanca alîkariya merivan hatine avakirin. Yanî dîroka weqfan bi dîroka alîkariya merivan re dest pê dike. Di arşîva Osmanî de belgeyek heye ku bi nivîskî nîşan dide berî zayînê di sala 1280yan de jî weqif habûne.
Weqif kengê di dînê Îslamê da hatiye damezrandin?
Hezretî Mihemed (S.A.W.), dareke xurmê ku malê wî bûye, kiriye weqif bo her kes jê bixwe. Ji wê demê bi şûn da, weqif di nava dînê Îslamê da belav bûye. Meiv kare bibêje ku bi demsala koçê li dora salên 630-635an weqif ketiye dînê Îslamê. Di dema Eyûbîyan da, herî zêde weqif hatine damezrandin. Di dema Selahedînê Eyûbî bi xwe de, li parêzgeha Amedê, li navçeya Hênê, bo Ceferê Teyar û medreseya wî weqif bi tevî dikanan hatîye damezrandin. Ev jî li dora salên 1190î ye. Ya duyemîn li Eskêfê (hesenkêfê), çend gund, dikan û şikeft ji alîyê Melîk Xelîlê kurê Melîk Silêmanê Eyûbî ve, bo mêvan û medreseyan hatine weqifkirin.
Di berîya Eyûbîyan da, li Bakurê Kurdistanê kengê, li kuderê û ji alîyê kê ve weqif hatine damezrandin?
Di sala 1048an da, li parêzgeha Kalîkayê (Erziromê), li navçeya Parsînê (Hesenqeleyê) ji alîyê Mele Xelîl ve, weqif hatiye damezrandin. Di wê demê de ne Selçûkî ne jî Osmanî li van deran tune ne. Herî pêşî Selçûkî di 1071an de têne welatê kurdan. Lê niha dewleta tirkan di salvegera hefteya weqfan da, behsa vê weqfê wek ku weqfa wan e dike.
Di sala 1518an da, li parêzgeha Xarpêtê, li gundê melekendê, ji alîyê Mele Ehmed ve gundên Helezor û Qonikê hatine weqifkirin. Bo medreseyê belavkirina hatina wan du gundan bi zimanê kurdî hatiye nivîsîn. Ev nivîsa kurdî di arşîva Osmanî de jî heye. Wiha dinivîse: Du akçe bo nan, du akçe bo rûn, sê akçe bo goşt, du akçe bo mele, akçeyek bo hente (genim), akçeyek bo feraş, akçeyek bo pîyazê (bi zazakî navê pîvazê) ye. Li ber navên kurdî bi tirkiya Osmanî maneya wan nivîsîne. Li cem Osmanîyan damezrandina weqfan di dema Osman Gazî da, dest pê dike.
Li Bakurê Kurdistanê, li Amedê û navçeyên wê, weqfên ku di arşîva Osmanî da cih girtine bi qasî 204 heban hene. Lê gelek weqfên gundan ku li ser mizgeftan hatine weqifkirin, di arşîva Osmanî de cih nagirin. Ji ber vê meriv kare bibêje ku li nava kurdan weqif gelek in. Cara pêşîn li derveyê Sûra Amedê ji alîyê Kurd Îsmaîl Paşa ve medreseyek hatîye avakirin. Lê mixabin bo ku kurdbûna wî veşêrin navê heywanekî lê kirin. Bi tirkî jê re gotin “Qurt Îsmaîl” yanî “Gur Îsmaîl”. Parêzgerê Amedê yê dema Osmanî kurdek ji Erdexanê ye û navê wî Kurd Îsmaîl e. Dema ku qanûna paşnavan derket, ji wê malbatê re jî paşnavê “Uçok” yanî "sê tîr" hate dayîn. Malbata Kurd Îsmaîl niha li Anatoliayê belav bûye.
Em bo van agahîyên giranbiha gelek spas dikin.
Ez jî bo ku we derfet da min ez dîtinên xwe vebêjim spas dikim.