Serokatiya parlementoya Iraqê digehe jineke kurd
Şêwirmendê Navenda Dar El-Selam bo medya û lêkolînan aşkere dike ku, di xola were de posta Serokatiya Parlamentoya Îraqê didin jineke Kurd, guman dike jina herî nêzîk ji wergirtina wê postê re jî Ala Talebanî ye.
Şêwirmendê Navenda Dar El-Selam a medya û lêkolînan Hadî Celo Merê, wê yekê dibîne ku, di qonaxa bê de ya Iraqê guhertinên mezin rûdidin, ew guhertin dibe ku, ne li gor proseya siyasî be, belko tenê fişarê li ser biryar û helwesta siyasetmedaran bike, daku, bêtir ber bi cîbecîkirina sozên welatiyan ve biçin, di demkê de ku, ew hemû siyastemedar derbarê kirîzan de bi awayeke pêwîst erkê xwe nerabûn.
Herwiha ew berpirs amaje bi wê yekê jî dike ku, dibe guhertin di dabeşkirina postan de were kirin û ne dûre posta Serokatiya Parlemanê şûna ya Serokomar bê guhertin, ew poste jî didin jineke Kurd, ji ber ku Kurd ne weke Ereban e ku, dixwazin tenê mêr postan werbigrin neko jin.
Şêwirmendê Navenda Dar El-Selam a medya û lêkolînan Hadî Celo Merê guman dike ku, posta Serokê Parlamentoyê bidin jinekê weke Ala Talebanî ku, yek ji wan siyasetmedarên pêwendiyên xwe bi Ereban re heye. Herwiha tekez kir ku, Kurd dixwazin posta Serokomarê Iraqê bi ya Parlementoyê biguherînin ji ber ku, posta serokomar simbolîye û ti bandora xwe li ser proseya siyasî nîne.
Çavkanî: Heftenameya Basê