1. Hemû Nûçe

  2. Rojava

  3. Salih Muslim: Şerê wekaletî li Sûrîyê bûye şerê rasterast
Salih Muslim: Şerê wekaletî li Sûrîyê bûye şerê rasterast,salih,muslim,şerê,wekaletî,li,sûrîyê,bûye,şerê,rasterast

Salih Muslim: Şerê wekaletî li Sûrîyê bûye şerê rasterast

A+ A-

Roja 7ê Nîsanê, Dengê Amerîka bi Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) re hevpeyvînek bi boneya hêrîşa Amerîka li ser Frokxaneya Şayratê ku li Parêzgeha Humisê ye, kir. Muslim wiha got:

“Em bawerin wê êrîş encamên erênî bide ji aliyê ku wê bihêle kesên bi çareseriya siyasî ne bawerbûn li xwe vegerin û bibînin ku şer çi encaman nade.”
Di berdewamîya axaftina xwe de Muslim got ku di mijara çekên kîmyewî de divê lêpirsînek berfireh bête kirin ku hemû hêz û dewletên ku pêçiya wan di vî karê de heye, wek yên ku çekên kîmyewî xistine nava Sûrîyê û yên bikar anîne bi hev re bêne sezakirin.

Dîsa di mijara pêvajoya çareserîyê de axivî û got ku di destpêka şerê li nava Sûrîyê de şer di navbera dewleta Sûrîyê û wekîlên hin hêzan de pêk dihat. Lê belê niha dewletên xwedî hêz ên ku li ser dinyayê xwedî rol in, wek Rûsya, Amerîka û hwd. êdî rasterast bi hêza xwe di vî şerî de cih girtine.

Çavkanî: Dengê Amerîka