Romana lehengê vîyana ji pola KUMSOR derket
Kumsor navê romana Mihdî Perînçek e. Romana Kumsor ji şeş beşan pêk tê û 244 rûpel e. Di nîvê meha gulanê de, (gulan 2017) di nav Weşanên J&J de derket.
Mijara sereke ya romanê jiyan, vîyan, têkoşîn û berxwedana Eliyê nefîram (mîlîs) e. Ev mijar ne xeyal û fantezî ye, mijareke rastî ye. Navê rastiyê leheng jî Elî ye. Elî ji Licê ye. Elî di nav tevgera azadîxwaz de wekî nefîram kar dike. Ji ber ku dukana wîya pasteyan heye, navê wî yê kod Pasteker e. Yanî Eliyê kulînçefiroş e. Mirov dibêje qey hevoka, “Ser dide û sir na de.” ji bo Elî hatiye gotin. Belê, Elî ser dide û sir nade û bi mehan di bin îşkenceyên giran û barbar de dikeve nava karwanên pakrewan ên azadiyê.
Nivîskar Mihdî Perînçek têkoşîn û berxwedana Elîyê leheng bi metodeke cuda di romana xwe ya Kumsor de aniye ziman. Şagirdekî bi navê Xorto ku diçe dibistana navîn bi tesedufî dibe ser gora Elî. Ruhê Elî di gorê de bi Xorto re dikeve diyalogê. Di vê sohbeta ser gora Elî de, bi navê Hafîzeya Birîndar ruhê kesekî genc jî beşdarê axaftinên Elî û Xorto dibe. Li ser gora Elî, du roj û du şev li peyî hev dîyalog û gotûbejên sê kesî dom dikin. Ev sê kes her yek nifşekê (generasyonekê) temsîl dike.
Eliyê Pasteker dest pê dike; jiyan, serpêhatî, têkoşîn û berxwedane xwe ji Xorto re vedibêje. Dem dem Xorto û Hafîzeya Birîndar jî, pirs jê dikin û ew jî dîtinên xwe şirove dikin, vedibêjin.
Pasteker gelek caran ji ber xebat û çalakiyên xwe yên welatparêziyê tê girtin. Bi rojan di bin lêdan û îşkenceyên giran de derbas dibe, lê sir nade û di dawî de tê berdan. Ji bo vîna (îradeya) wî ya pola hevalên wî yên rêxistinê navê “Beton” lê dikin. Polîs bi xwe jî bi betoniya wî baş dizane. Elî di axaftina xwe ya ser gorê de, bi piranî behsa girtina xwe ye dawî dike ku çiqas îşkence û lêdan xwariye. Bi mehan di hucreyê de zilm û lêdana ku li hat kirin ji Xorto re yek bi yek vedibêje. Behsa cureyên îşenceyan dike ku xewf û zende li mirov dikeve, mirov dibizde. Cureyên îşkenceyên fizîkî û psîkolojîk ên weha li ser laş, ruh û şerefa wî pêkanîne ku yên zîndana Saygonê li ber wan ne tu tişt e. Elî gelek caran di destê êşkencekeran de nîvmirî bûye û paşê carek din vejiya ye. Mirov dema van kirin û îşkenceyan dibihîse, însan ji însanetiya xwe şerm dike, nefret dike, vedireşe. Her cara ku ew vedijî û tê ser hişê xwe, hêz û bawerî ji heval û rêxistina xwe digre, serî naçemîne, vîna wî xurt dibe, doza welatê xwe bi ser ruh û laşê xwe ve dibîne û li berxwe dide. Dema ku dudilî pehîna xwe xwe li hestê wî dixe jî ew wê dahf dide û navên hevalên xwe nade û sûcdariyê napejirîne. Hêzên dewletê, du tercîh didin pêşiya wî: Ya mirin ya li xwe mikûrbûn. Eliyê Pasteker herdem li hember mikûriyê mirinê şanazî û serbilindî dibîne û hildibijêre. Li xwe mikuriyê binpê dike.
Di dawiyê de, hêzên dewletê Eliyê Pasteker dikujin, laşê wî dişewtînin û li herêma Farqînê davêjin qeraxê papûrê. Xorto jî wenda dibe, piştî salan, li çiya, di nav refên xortên serê çîyê de tê dîtin.
Romana Kumsor hem ji aliyê naverok û hem jî ji aliyê çand û ziman ve hêjayê xwendinê ye. Bi kurdiyeke rewan û petî hatiye nivîsandin. Kumsor li lîsteya romanên kurdî zêde bû. Bila pîroz be! Tu her bijî Kek Mihdî, bila pênûsa te, bi ber û bereket be!
Amed Tîgrîs