1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Riya Rizgariya Dêrsimê di Dewletbûna Kurdan de ye.
Riya Rizgariya Dêrsimê di Dewletbûna Kurdan de ye.,riya,rizgariya,dêrsimê,di,dewletbûna,kurdan,de,ye

Riya Rizgariya Dêrsimê di Dewletbûna Kurdan de ye.

A+ A-

Dewleta dagirker a ku li ser mîrateya osmanî ava bibû, gav bi gav Kurdistanê dagirdikir. Di serî de li Koçgirîyê dest bi qetlî’amê kir. Li ku derê kurdan serî hildida wan qetil dikirin.

Piştê Koçgirîyê Tevgera Azadîyê dest bi rêxistina neteweya kurd kiribû. Lê dijmin sala 1925an bi plan lîstîkên mezin wan têkbirin. Piştê wê rêxistina Xoybûnê hat avakirin û li Agirîyê Şoreşek mezin li dar xist. Piştê têkçûnê dagirker har bûbûn. Li ser gorek temsîlî nivîsîn ku Kurdistana xeyalî tê de medfûne. Bi vê minasebetê Beşîkcî jî Vejîna ‘Kurdistana Xeyalî’ nivîsî. Di sala 1935an de dagirkeran Qanûna Tuncelîyê bo plansazîya jenosayda 1937-1938an der xist. Li ser vê jenosaydê kurdan wiha gotiye:

"Me digot qey ew dê me kom bikin û bibin Kerbelayê. Me çi dizanî ku wan Kerbela înabû vê derê."

Em jî wek rojnameya Kurdistanê vê jenosaydê şermezar dikin. 04.05.2017