1. Hemû Nûçe

  2. NÛÇE

  3. Rewşenbîr Ne Leşkerên Kesî ne
Rewşenbîr Ne Leşkerên Kesî ne,rewşenbîr,ne,leşkerên,kesî,ne

Rewşenbîr Ne Leşkerên Kesî ne

A+ A-

Civak - Raman - Ol - Çand - Rewşnasî


Rewşenbîr ne leşkerên kesîne


Rewşenbîr û ramanger nikarin ji bo berjewendîyên hinek kom, kes, derûdor, hizb û pêkhate, yên di nava civakê de kar dikin, li gorî daxwaz û fermanê wan tevbigerrin.

Rewşenbîr dîtina xwe ya azad, ku çewa ew bi xwe rast dibîne, bi şarezeyî û analîzeke rasteqîn kufş dike û helwest

bin nîrê xwe, hingê hemû pîvanên sivîl û medenî wê bikevin bin pîya û ew ê rewşenbîrê civaka xwe bi destê xwe binax bike û bikuje.

Ji ber, ku rewşenbîr bi sekn û helwest a azad dikare rewşenbîrtîyê bikarbîne, ango vatinî, erk û vecîbe yê xwe azad bicîh bîne.

nîşan dide û bi wî awayî jî qodên sosyolîya civaka xwe dixwune û li gorî

van pîvan û qrîtera karê xwe dike.

Ez bawerim di vî warî de hinek tişt, ji alîyê hîn kesan û derûdoran ne rast têne eşînaskirin. Ji wan werkirî rewşenbîr leşker û şervanên yekîneyên artêşê ne û lewma jî, dibe li gorî ferman

“Lê dibe ev rastî di hemû şert û mercan de bi xeteke sitûr bê desnîşankirin rewşenbîr, ku ne leşkerê kesî ne û ti caran jî pêywîste rewşenbîr nebine leşkerê kesî”
û bıryarên wan rabûnûrûniştina xwe
birêkûpêk bikin.


Lê dibe ev rastî di hemû şert û mercan de bi xete ke sitûr bê destnîşankirin, ku rewşenbîr ne leşkerê kesîne û ti caran jî pêywîste rewşenbîr nebine leşkerê kesî...

Ev rastî hevîrtirşê hevîrê rewşenbîrtîye ye!

Ji ber vê rastîyê, rewşenbîr ne mecbûre kar û emel ê xwe bi kesî bide pejirandin.

Welatên em tê de dijîn, malxotîyê ji dehan hizb û pêkhateyan re dike. Her yek ji wan pêkhateyan xwedîyê stratejî, plansazî, reşbelek, bername û rojeva ne.

Înca, ku her yek ji wan rabe û li gorî berjewendî, maf û sûdwerî ya hizb û pêkhateya xwe, situwê rewşenbîr têxe

Helbet rewşenbîr ji kar û barê civaka xwe re neynik e, ûjdanê vîna gel e.

Lê belê ti kes û derûdor, divê rewşenbîr ne mîna xulam û rêncberê hizb û pêkhate ya bibînin û bi vî awayî helwest bistînin.

Her beş, derûdor, pêkhatû û sazî yên civakê; ji kerema xwe re, destê xwe ji qirik û bestika rewşenbîra derxin û bihêlin, ku rewşenbîr erk û vecîbe yên xwe, yê biûjdan û şareze ji bo xizmetguzarî û xulamtîya gel û civak a me, yên perîşanbûyî pêkbînin.

Qet û qet dibe neyê jibîrkirin, ku rewşenbîr bi şûrê kesî naçine şer!

01.01.2021, Cemal Bulut

Link: https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=2832791560297867&id=2095241194052911