Pîrozbahîya Newrozê ya Hak-Parê hat qedexekirin
A+
A-
Îro (18.03.2017) Daxuyanîya Çapemenîyê ya Hak-Parê ji alîyê Serokê Giştî Refik Karakoç ve, saet di 12an de, li avahîya partîyê hat lidarxistin.
Di daxuyanîyê de, Refik Karakoç dîyar kir ku partîya wan xwestîye Newrozê li Salona Kaplanê pîroz bike. Lê Parêzgerê Dîyarbekirê ji ber helwesta wan a “NA”yê di referandûmê de, desrtûra pîrozkirina Newrozê nedaye wan.
Refik Karakoç di axaftina xwe de got ku ev destûr nedana parêzgerê Diyarbekirê dê nikaribe pêşî li Newroz pîrozkirina wan a bi gelê wan re bigire.
Bêjeyên Miftehî pîrozbahîya,newrozê,ya,hak,parê,hat,qedexekirin