Pîrozbahîya Newrozê li Holan
A+
A-
Duh (21.03.2017) êvarê, li Amedê li hola Kaplanê ya li cadeya îstasyonê newroz ji alîyê PAKê ve hat pîroz kirin.
Pîrozbahîya newrozê bi xwendina sirûda netewî û bilindkirina ala Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê Mistefa Ozçelîk axaftinek kir.
Mistefa Ozçelîk di axaftina xwe de balê kişand ser rewşa kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê. Bi giranî li ser tifaqa di navbera kurdan de rawestîya. Helwesta PAK û PSKê ya di referandûma 16ê Nîsanê de jî bi çend hevokan pêşkêş kir.
Bêjeyên Miftehî pîrozbahîya,newrozê,li,holan