Pêvajoya nû a transformasyona Êzdîyan (l)
Êzdî civakeke Xwedênas, xêrxwaz û dilpak e û di dîrokê de li erdnîgariyên ku Êzdîyan lê jîyan kirine, her tim pêywîst dîtine ku bi derûdora xwe re, di nava aramî û aştîyê de bijîn.
Li hemû herêmên erdnîgarî yên ku Êzdî lê dijîn, bi taybetî jî li Rojhilata Naverast, ji destê “sîstema li wir avabûyî” gelek êş, kul û keser kişandine. Ne carekê, ne sed carî, bi hezarê caran di bin Nîr, zext, zilm û zordarîyê de derbas bûne. Ferman, talan, nefî û sirgûn. Êş, kul û zordarîya bêdawî.
Lê Êzdîyan ti caran dev ji jîyana li ser xaka bav û kalan qet bernedan. Teslîm nebûn. Wêran bûn, şewitîn, ketin, rabûn, hatin talankirin, lê dîsa jî li ber xwe dan û serî jikesî re ne tewandin.
Êzdîyan çiqas zilm û zordarîya giran li ser xaka bav û bapîrên xwe dîtin jî, li hemberî welat û erdnîgarîya xwe û gelên wê erdnîgarîya lê dijîyan, tu kîn, xerez û hêrs nexistine dilê xwe. Her tim rê û rêbazek dîtine û destê aştîyê dirêjî derûdorên xwe kirine û ji bona xatirê pêkvejîyanê li wê erdnîgariyê, bi wan mirovan re par ve bikin, çi ji destê wan hatîye kirine.
Gelek caran destên wan ên dirêjkirî li hewa diman. Carna jî dest û milên wan yên dirêjkirî, ji aliyê kesên ku bi wan re dijîyan ve dihatin şikandin. Lê dîsa jî bi kîn, xerez,hêrs û hestên tolhildanê nêzîkî wan kesan nedibûn.
Kesên girêdayî vê civaka bawerîya qedîm, ango Êzdî, hê jî li himberî wan erdnîgariyên ku ew jê hatine derxistin, helwesta xwe ya geşbîn, etîk û mirovahîperwer diparêzin.
Ji ber şert û mercên dijwar ên ku min li jor bi kurtasî anîbûne ziman, Êzdî bi rêya koçberîyê li seranserê cîhanê mixabin belawela bûne. Ev pêla vê koçberiya Êzdîyan dişibe derketina EXODÛS a Cihûyan a dîrokê. Êzdî bi vî awayî terkeserî dinyayê bûn û weke “noka li kevir bikeve” li wan hat.
Êzdî bi pirranî çûnê welatên Ewropaya Rojava, Skandînavya, Îngilîstan, Awustralya, Kanada û Amerîka. Li van welatan Êzdî jî bi pirsgirêkên civakên din ê koçber li wir dijîn re rû bi rû dimînin. Helbet ew jî weke wan komê bîyanî ên din carna dibine qurbaniyên biyanofobîk û cûdakarîya nîjadperestên li wan welatan. Lê lu beramberî vê yekê jî, Êzdî li hemû welatên ku ew lê dijîn, li gorî sîstemên demokratîk yên li wan welatan hatine avakirin, di pêvajoyên întegration û adaptekirina civakî de helwesteke mînakdar nîşan didin.
Ev helwesta Êzdîyan ya mînakdar û hejmara nifûsa wan, a ku her diçe zêdetir dibe, ne tenê wan dixe civakeke gelek girîng, a ku ji hêla desthilatdarîyên li wan welatên Êzdî lê dijîn, di heman demê de Êzdîyan dixe "civakek gelek baldar û mînakdar, ku di her rewşê de divê ew li ber çavan bêne girtin".
Pêywîst e Êzdî hay ji vê rewşa nû a erênî hebin û qîmeta vê rewşa nû baş zanîbin. Divê Êzdî li hemû welatên ku ew lê dijîn bi derûdorên siyasî, çandî, aborî û civakî û tevgeran re têkiliyên baş deynin. Ji ber ku sekn û helwêsteke bi vî rengî wê li ber çavê civaka welatê ku ew tê de dijîn, wan bigihîne cihekî baştir û pêbawertir.
Hewceyî gotinêye, ku Êzdî êdî weke berê ne civakeke homojen in û ji xwe û dervayê xwe re girtî ne. Êzdî li welatên cîhana rojava yên demokratîk ku lê dijîn, ji niha ve bûne perçeyek ji sîstemê û di nav beşên bingehîn yên sîstemê de gihîştine cîh û pozîsyoneke girîng.
Êzdî jî weke hemû gel û civakan di pêvajoyên transformasyon û metamorfozên li seranserê cîhanê de têne jîyandin de, derbas dibin. Êzdî jî ê weke her kes û derûdorî wê bi van pêvajoyan re bimeşin.
Rêgez, prensîb û zagonên jiyanê ji bo Êzdîyan jî derbasdar in, rêyeke din nîne!
19.01.2024, Cemal Bulut