Profesor Qedrî Yildirim bi Axê Hat Spartin
A+
A-
Zimanzan, dîroknas û rewşenbîr Profesor Qedrî Yildirim 27ê Adarê, li Amedê bi axê hat spartin.
Mamoste Qedrî Yildirim ku duh koça dawî kiribû, îro li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi axê hat spartin.
Di merasîma bi xakspartina cenazeyê mamoste Qedrî Yildirim da girseyeke zêde ya xelkê beşdar bûn.
Nûner û berpirsên partiyên siyasî û civaka sivîl û weşanger jî di merasîma bixakspartinê de amade bûn.
Di dema derbesta mamoste danîn ser gorê da, polîsan xwestin ji Ala Kurdistanê ra midaxele bikin, girseya gel li hember midaxeleya Ala Kurdistanê nerazîbûna xwe nişan da.
Polîs bi paş ve vekişîyan.
Bêjeyên Miftehî profesor,qedrî,yildirim,bi,axê,hat,spartin