1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Partîyên Bakurê Kurdistanê li Amedê bangî piştgirîya Başûrê Kurdistanê kirin
Partîyên Bakurê Kurdistanê li Amedê bangî piştgirîya Başûrê Kurdistanê kirin,partîyên,bakurê,kurdistanê,li,amedê,bangî,piştgirîya,başûrê,kurdistanê,kirin

Partîyên Bakurê Kurdistanê li Amedê bangî piştgirîya Başûrê Kurdistanê kirin

A+ A-

Partîyên Bakurê Kurdistanê Hareketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK îro(06.04.2017) li Amedê bi daxuyanîyeke hevbeş piştgirîya xwe ji Başûrê Kurdistanê ra nîşan dan û gotin ku " Em bi meşa serxwebûnê ya gelê me yê Başûr û bi Hukumeta Herêma Kurdistanê re ne".

Civîna çapemenîyê li avahîya PSKê ya Amedê saet di 11.00an de destpêkir. Li ser navê partîyên ku daxuyanî dane; Berdevkê Hareketa Azadîyê Sedat Doğan, Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nuri Sınır, Rêveberê PDK-Bakurê Bora Balin ,Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek û herwiha rêvebir û endamên partîyan di civînê de cih girtin.

Civîn bi axaftina Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek destpêkir û piştre jî Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nuri Sınır bi Kurdî, Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek jî bi tirkî daxuyanîya hevbeş xwendin.

Civîn piştre jî bi beşa pirs û bersivan bidawî hat.

06.04.2017-Amadekarê nûçeyê Barış KADIRHAN

Hareketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK