PKKê Êrîşa Diyarbakirê Girt Ser Xwe
A+
A-
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê, roja Çarşemê derbarê teqîna li Diyarbakir (Amed)ê ragihand ku şervanên wan, teqîna Sêşemê encam daye, ya li bajarê Diyarbakirê li dij komelgeheke polîsan pêkhatî.
Di daxûyaniyekê de ku, PKK di malpera xwe ya elektronî de weşand, dide zanîn ku, şervanên wan zêdetirî 2.5 tenên madê teqemeniyê li jêr komelgeha polîsan danîye û êrîş pêkanîye, ev êrîş çend rojan berî encamdana referandumê pêkhat, ya ku dê desthilatdariya serok Racep Tyyip Erdoganî berfirehtir bike.
Tirkiye, Yekêtiya Ewrupa û Amerîka Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê weke rêxistinek terorist dibînin.
Çavkanî: Dengê Amerîka
Bêjeyên Miftehî pkkê,êrîşa,diyarbakirê,girt,ser,xwe