1. Hemû Nûçe

  2. NÛÇE

  3. Nûçeyek Xemgîn
Nûçeyek Xemgîn,nûçeyek,xemgîn

Nûçeyek Xemgîn

A+ A-

Duh salvegera ji dayîkbûna Maostayê Helebceya Şehîd, Fexredîn Hecî Selîm bû.

Min û Kek Kemal li ser çûndina min a salvegera 29. bîranîna Jenosayda Helebceyê sihbet kir û min got ez ê bi Mamosta Fexredîn re, li ser Jenosayda Helebceyê hevpeyvînek dûrûdirêj bikim.


Ez hatim malê Kek Kemal ji min re telefon kir got ku min peyama pîrozkirina rojbûnê bo Mamosta Fexredîn li ser feysbûkê nivîsî. Lê kurê wî Bawer nûçeya dilovanîya wî ya roja 11.09.2015an ji min re nivîsî. Ez pir xemgîn bûm.


Ez jî li Bariş Seyitvanê hunermendê ku di Adara sala 2014an de pêşengaha berhemên Mamosta Fexredîn Hecî Selîm li Galerîya Hunerê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê li dar xistibû, re axivîm. Min jê agahîyên berfireh di derbarê Mamoste Fexredîn Hecî Selîm de xwest. Ez hêvî dikim ku ez Mamostayê hêja xizmetkar û hunermendê Helebceyê bi raya giştî ya kurdan bidim nasîn.


Bêjeyên Miftehî