Navenda Beşîkcî 29 Saliya Enfalan bi Rêze Semîneran Bîr Tîne
Navenda bi navê Îsmaîl Beşîkcî, civaknasê tirk û dostê gelê kurd li zanîngeha Duhok bîranîna Enfalan bi çend semîneran û lêkolînên civakî hat saxkirin û li bîr anîn.
Mamosta û lêkolînvanan di semînerên xwe de, pirsa Enfalan di çend mijarên cûda û lêkolînên taybet de behis kirin, qunaxên Enfalan û herêmên ku Enfal lê hatine encam dan destnîşan kirin, herweha qebarê ziyanên madî û giyanî yên Enfalan di wan semînaran de hatin behis kirin.
Wek Tê zanîn Enfal, weke Jênosîda li dij kurdan li Kurdistana Îraqê tê naskirin, dema rejîma Sedam Husên, dîktatorê berê yê Îraqê di sala 1988an de bi êrîşên leşkerî û bi navê "Enfal"، hewila jinavbirina Kurdan dayî.
Di êrîşên Enfalan de li sala 1988an, li gur çavkaniyên nefermî zêdetirî 5 hezar gund hatine wêrankirin û nêzîkî 200 hezar kes hatine kuştin û windakirin, bermayên hezaran qurabinyan di gorên komî de hatine dîtin.
Raporta derbarê semîneran liser Enfalan li Zanîngeha Duhok
0:00:00/0:01:45 Direct link
Çavkanî: Dengê Amerîka