Muzîka Herî Kevnar a Cîhanê Aîdê Şaristaniya Sûmeran e.
Arkeolog û lêkolîner Profesor (Michael Levy / maykêl loy) muzîka Sûmeran a 3,400 salî vedirûn dike. Ev têl du sê kêlîbên kevir li bajarê Oxarît li Sûriyê hatiye dîtin. Di vê gotarê da, ez ê dîroka muzîka Sûmeran û vedîtina wê vebêjim.
Dîroka hin muzîk û sazên ku di şaristaniya Sûmeran da hatine vedîtin
Sazên ku ji kêlibê kevnar Sûmerî hatine girtin qad têlên wan ên cûda hene. (Yên wan yanzdeh têl û hinekan jî amûrên têl in û yek nimûneyek jî sêzde têlê wan hene) Ku dikare navberên çaremîn, pêncemîn, heştemîn (oktava) çêbike. Ji ber ku di zimanên Akadî û Sûmerî de em peyvek ku tam li şûna bêjeya oktavê tê de nabînin. Ji ber vê yekê, em li şûna jimarên 8 û 9 (ku bi rêzê oktavên jimarên 1 û 2 ne) hejmarên 1 û 2 cem hevn daynin. Di serdemên paşîn de li Mezopotamyayê, tîrêjên bi 3 heya 21 têl hatin dîtin. Amûrên ji Ûr hatine çêkirin hemî ji dara kaj hatine çêkirin û dengê wan pir baş e. Xarpa herî mezin ku bi têla herî dirêj ve hatî kişandin, xwedî hejîn simulatora kemana bassê ye. Ev deng bêtir dişibe dengê gîtarên piçûk. Sê nimûneyên van amûran li Zanîngeha kalîforniya, Berkeley ji hela (Profesor Robert R. Brown) ve hatine vedrûn kirin. Her weha, di kar û lêkolînên ku di sedsala heftemîn an heştemîn a mîladî de hatine dîtin, di vê amûrê de nexşên li ser kevir ên bi çar têl hatine dîtin. Li îranê, li parîzgeha hemedanê bajarê Nehavend ku herîmek lor û lek nişîne 7 têl, û li parizgeha Xûzistan li bajarê Îzêh, 14 têl li ser gravurên kevirîn kevnar hatine dîtin û du nimûneyên din, yek li Muzeya Loore ya Parîsê û ya din jî li Muzeya Amûrên Muzîkê li Berlînê tê parastin. Di destpêka salên 1950yan da, arkeologan çend destnivîsên rûsî ji sedsala 14an berî zayînê li bajarê kevnare yê Sûriyê Ogarît dîtin. Li ser van kêlibê kevnar bi xetê mîxî û zimanê "Horî" hinek nivîs hatiye nivîsandin û derket holê ku muzîka herî kevnare hate vedîtin. Di 1972yan da, (Anne Darforn Kilmer) profesorek lêkolînên Asûrî li Zanîngeha KalÎforniya, Berkeley, van nîşanên mîxî vedît û deşîfre kir. Helbet, wergerandinên van kêlibê kevnar ji dîroknasên din hene. Heya wê hîngê, muzîkvan difikirîn ku tomarkirina muzîkê li Yewnanîstana kevn dest pê kiriye, lê vedîtinê her tişt guherand. Bi awirek kûr li şaristaniya Sûmeran û lêkolîna amûrên wê demê, em dibînin ku muzîka wê demê ji pirfirehî bi girîngî pêşketiye. Di vê serdemê de, muzîk dibe parçeyek girîng ê jiyana Sûmeriyan û di dawiyê da di merasîmên olî da li cihên keyanî û perestgehên olî roleke girîng berpirsiyar bu Melodiyek bêhempa dikare xala ji qeweta muzîka vê serdemê were hesibandin. Ji ber ku li gorî kolandinan, di şaristaniya pêş-Sûmeran da li tu deveran ji van amûrên muzîkê û alavên têl nimuneyek nehatiye dîtin. Berî vê heyamê, tenê amûrên ba û lêdanê hevpar bûn. Ev xal dikare wekî afirînerî û şiyana giyanî ya vê qonaxê di pêşkeftina mekanîzmayên amûran da were fikirîn. Di bend de amûrên têl jî berebereyî bi zanayî Hatiye dîtin. Lêkolîn û wergerandin ji farisî bo kurmancî Cafer Mîlan
5ê Nîsana 2021
ÇAVKANÎ:
(1) Pirtûka mûzîka Mezopotamyayê ji hêla. Dr Colin Francic , wergerandin bi Farisî, Mohsên Êlhamiyan, Zanîngeha Huner a Tehranê, di sala 1997an de hatiye weşandin
(2) Zimanî Sûmerîan û Pan-Turkîsim,
Nivîskar: Dr Elî Dostzadeh bi zimanê farisî daye çapkirin.
Çavkaniya vîdeoyê: www.tamasha.com
Bo vîdeoyê bitikînin.