
Mesûd Barzanî li Enqereyê ye
A+
A-
Hat ragihandin ku hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê li Koçka Çankayayê dest pê kir.
Civîna Ahmet Turk û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Turk: Barzani aktorekî giring e
Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim seet di 12.30an de li Koçka Çankayayê ya Enqereyê destpê kir.
Serokê Herêmê Barzanî berî hevdîtina bi Yildirimî re di seetên sibê de li otelê bi Serokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk û Serokê Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik re hevdîtinek pêk anî bû.
Mesûd Barzanî duhî seet li 15.30an li Balafirxaneya Ataturkê daketibû û di saet 17.00an de bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anî bû.
Çavkanî: Sputnik Kurdistan
Bêjeyên Miftehî mesûd,barzanî,li,enqereyê,ye