1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Medya û ciwan (Gênc)
Medya û ciwan (Gênc),medya,û,ciwan,gênc

Medya û ciwan (Gênc)

A+ A-

122 salîya rojnamegerîya kurdî pîroz be

                                       Dr. Ekrem Onen

Di vê serdema global ku cîhan ji konaxa serdema civaka îndustrîalîzasyonê derbasî civata înformasyonê dibe da, yek ji pirsa herî grîng ya akademîsyenê zaningehê medya, pirsa medya û ciwana ye. Ji ber ku ciwan gruba sosyal ya herî dînamîk û aktîve ku dixwaze maksîmûm medya bi kar bîne. Jî ber wê jî nuha di rojevê de pirsa medya û ciwan gelek aktuel e. Lazime li ser vê pirsê lekolînên berfireh bibe, lê ji vê nivîsê armanc ew e ku bala medya kurdî û fakulteyên rojnamegerî yê herêma kurdistanê bikşînin ser vê pirsa stratejîk grîng ji bo welatekî. Her yek ji konaxên ciwan têde derbas dibin lazime lêkolînên teybet li ser wan bibe, wek minak: konaxa berya dest bî dibistanê (0 – 7), konaxa temenê navbera 10 – 15 û konaxa temenê navbera 17 – 25. Ez ê pêşîyê hinek behsa medya û ciwanan ya unîversal bikim paşê em ê li rewşa medya Kurdî binêrin ka ew di vê pirsê de çawa ye? Wek eşkereye di serdema me de mirov nakare bê medya tevbigere, medya bûye perçek ji jîyana mirovan ku mirov nakare bê wê tiştekî bike. Wek mînak em li TV dinerin ka çi nûçeyên nuh hene, li lîstikek fotbolê dinerin her weha li filîmekî dinerin, nivîsê balkêş di gazeta de dixwînin, di ser sosyal medya de em bi heval û hogirên xwe ve sohbet dikin û li informasyonê digerin, dixwazin rewşa hewayê bizanibin, lê kîjan sinemayê kîjan film heye. Adresa cihekî bizanibin û hwd.

Li gor lêkolînê dide rêdan ku ji % 60 nufûsa cîhanê ciwan in û wek li jor min behs kir yê herî dinamik û aktîv in û dîxwazin di derbarê hemû tîştan de agahdar bin. Ciwan bê hudûd (bê hizir) li medya dinêre û tiştê dibîne wek heye qebûl dike, ji ber wê jî medya teesîreke mezin li ciwanan dike ev teesîr dêkare baş û xerab be (negatîv û pozîtîv), Xort û ciwan bê armanc û spantan ji her tiştê nuh re vekirîne çi ji bo wî şexsî çi jî civakî, ev gelek caran dibe sebebê konflikta navbera nifşa (neslan). Di serdemê ku civaka sivîl de, bêhtir der dorê wî teesîr lê dikir lê di serdema civaka înformasyonê de TV, Radîo, înternet, mobîl telefon, gazete û hwd. tesîra xwe rîdide û her ku diçe xurtir dibe. Nuha em dikarin bêjin ev bûye navendek girîng ji bo ciwanekî di vergirtina şexsiyeta sosyal de. Wek li jor jî min behs kir ne her gav medya informasyona dide pozîtîv e, lê gelek caran pir negatîv teesîr dike, ew qasî teesîr dike gelek caran beden tîsteki mejî û ruh tiştekî dine.

Wek tê dizanîn ku 3 konaxê medyaya universal heye (Madya partîtî, medya profesyonal û ya komersîal) di serdema medya profesyonal ku nisbeten (relativ) roleke terbîyê ji bo ciwanan dilîst hebû, bi serdema komersîalîzasyona medya ku nuha em têde derbas dibin, fonksîyona medya ji ciwanan re hate guhertin li şûna terbîye kirina ciwanan rola şahî (entertainment) û razîkirina publîka ciwanan dilîze. Weha diyar e medya wê têkilîyên xwe bi ciwanan re di demek nêz de wê ne guherî. Jî bo ku ev rewşa bê guhertin lazîm e zanebûna bi kar anîna medya li cem ciwanan xurt bibe. Ev bê guman bi alîkî tenê nabe divê di vê pirsê de rojnamevan jî piştgirê ciwanan bin ku zanebûna bi karanîna medya di nava ciwanan de xurt bibe.

Bi alîkarîya zanina bi kar anina medya ciwan wê bi rexne nezî informasyon û rojnamevan bibe, wê bikaribe mif (xeyal) î rastîyê ji hev derxe, , wê dinyayê rast fam bike, wê bikaribe ji medya tişta ji bo xwe baş e bi dest bixe, wê bikaribe xwe li hember manîpulasyon û dezinformasyonê biparêze. Bi kurtî divê ciwanek bizanibe wê çawa medya bi kar bîne. Ji bo vêya divê hikûmet, Medya, û civat ji ciwanan re bibin alîkar perwerda bi karanîna medya di nava ciwanan de xurt bike.

Pirsa Medya û ciwan nuha yek ji pirsên girîng yên desthiladarên welate ye ku çawa her yek ji welatên cîhanê bikaribin ciwanên xwe ji alîyên medya yên negatîv biparêzin û ciwanên xwe bi awayeki bi şexsiyet û modern li ser asasê kultura wana millî û ruhani bi awayekî etîk û moral perwerde bibin. Her welat ji bo wêya karên gelek mezin bi mesrefek mezin bi rêya pisporê teorîk û praktîk yê medya lêkolînên berfireh dikin. Ji ber ev pirs bi ewlekariya welatekî ve grêdayî ye. Heger tu nakaribe ciwanên xwe di warê fikrî (hizir), ruhanî, moral û etîk de ji êrîşên derve biparêzî, wê hinekî din bedena wan ji ter bihêle lê wê mejî û ruhê wan bi awayekî din terbîye bike ( heta gelek caran ciwanek bê ku fam bike dikin dujmunê welatên xwe). Ji ber wê ev pirs nuha dervî aliyên moral û etikê bûye pirsa ewlekarîya welatan ku desthiladaran dest avêtinê ê lêkolîna li ser dikin.

Di wê çarçewa li jor ku min behsa rewşa medya û ciwanan a universal kir gelo li Kurdîstanê rewş çawaye? Berya her tiştî tiştekî girîng lazim e bêjim ew rewşa universal ku min li jor behs kir, bi tu awayî li rewşa kurdîstanê nayê. Ji ber çi? Ji ber wek li jor min got ku 3 qonaxê medya ya universal heye: Madya partîtî, medya profesyonal û ya komersîal û min got ku cihan nuha ji % 90 di qonaxa media komersîal dene lê pir heyf media Kurdî heta nuha di qonaxa media ewil a partîtî dene ev tê wê wateyê ku ew kirasê ku li jor min behs kir li bejna media Kurdî nayê ew tê wê wateyê ku rewş li cem me hîn xerabtire û ciwanên kurd bê paraztin in û mediayên xêrnaxwaz ên kurda ciwanên kurd wek dixwazin terbiye dikin bedena wan ji kurdan ruh û mejîyên wan ji bo hinekî din, behtîrê caran ji bo xêrnexwazê kurdan e, heger mirovek bi ruh û mejîyê xwe ne kurd be bira sibê heta êvarê bê ez kurd im an serxwebûn wê tu meenak wê tune be.

Wek eşkereye başurê Kurdistanê bi hemû kêmayên xwe ve hêvîya paşeroja hemû kurdan e ku Kurd li herderê divê başûr biparezin lê îroj dema em li ciwanên kurd dinerin bi teybet li bakur û rojavayê welatê me pir eşkere ye li van herdu beşan helwesta bêhtirîn ciwanan li hember başurê Kurdistanê ne cihê dilxweşîyê ye û heta lî başur û rojhilat jî. Li vir tu gunehê wan ciwanan nine. Guneh yê media Kurdî ye ku nikare ciwanên kurda ji êrîşen derve di warê medyayê de biparêze, her weha ku hukûmet jî girîngîyê nade vê pirsê.

Dema di nava ciwanên kurd de fikrên radikalîzmê di warê siyasî û ruhanî de xurt dibe em bi yekcar ciwanan gunehbaran nekin, kes pirs nake ji bo çi ev gêncên kurda dikevin nava grûbên siyasî ku li dijî milletê kurd in an ji alî xêrnexwazê kurdan manîpule dibin. Ji xwe pirs tev di wir de ye, ji bo çi? Li vir em bêjin gunehê media Kurdî ye an em bêjin bê şansîya media kurdî ya ku nakare ji qonaxa partîtî derbasi qonaxek pêşde bibe. Lê li vir yek ji pirsgirêka media Kurdî ew e ku stîlek medya kurdî nine. Car caran tiştên gelek baş dikin û carna gelek tiştên ne li rê dikin, min demê berê de çi alîyên baş û çi alîyen ne li rê gelek caran nivîsîye. Ji bo media Kurdî divê stîlek (xetek) wê ya mueyen hebe ku kêm caran şaşîtîyan bike.

Divê pisporên xwedî komponentin di warê pirsên media yên teorîk û praktik de van pirsên cidî munaqeşe bikin. Li vir her weha gazinek mezin ji fakultên rojnamegerîyê yên herêma Kurdîstanê dibe ev zêdeyî 20 salî ye ku xwendevanê wan hene yên tez hazirkirine hene çima heta nuha li ser van pirsên weha cidî tiştekî ber bi çav ne kirine? heta nuha bi sedan rojnamevan ji cem wan derketine ev tev li kune? an şaşiti di sîstema perwerda rojnamegerîya fakultên herêma kurdistanê de heye?

Ev pirsa media û ciwan nuha ji her dema bêhtir lazim e ji bo media kurdî aktuel be. Divê media kurdî bikaribe bernameyên gelek baş ku bikaribe ciwanên Kurd bi nirx û moralê bilnd wek şexsiyetek kurd modern perwerde bike û wan ji êrîşa fikra qewmi ya Turkî (kemalizmê). Fikra qewmîya Erebî û ya Farisî biparêze. Di media kurdî de fehmek gelek şaş nuha hâkim e ku heger teknika medyaya modern di dest wan de hebe ew tê wê wateyê ku ew dikarin medyake baş çê bikin.

Ev fehm ji binî de şaş e, ji ber cewherê medya gotara (mesaja) ji bo civatê (publîka) ye yên din tev alatin ji bo gotar gihandinê ye. Lê gotar çêkirin û gîhandin bi serê xwe ilmek e navê vî ilmî jî Rojnamegerî ye. Mirov bi karanîna kamerekê an bi girtina mikrofoneke nabe rojnamevan. Bê guman medya Kurdî di van çend salên dawî de gelek gavên baş avêtine û gelek rojnamevanê baş gîhandine lê tevî vana jî heta nuha medya Kurdî nakare civata Kurd bi tevayî jî propaganda, dezinformasiyon û manipulasyonê biparêze. Hejaye medya Kurdî û fakulteyên rojnamegerî yên herêma kurdiastanê li xwe hayil bibe û problemên xwe yên teorîk û praktîk munaqeşe bike. Bi vê munasebetê 122 salîya rojnamegerîya Kurd pîroz dikim.

Nîşe: Min di demên derbasbûyî de gelek li ser babetên cuda yên teorîk û praktik yên medya Kurdî nivîsî. Nuh ji bo pirsa medya û ciwan aktuel e min xwest bala medya kurdî bikşînim ser vê babetê. Li jêr gelek jî raport, lêkolîn û nivîsên bi Kurdî û Rûsî ku demê berê ku min li ser medya Kurdî nivîsî bu datînim, kesê bixwaze dikare lê binere

1-Televizyonên Kurdî

https://m.youtube.com/watch?feature=youtu.be&v=bwEs0VzTGyg

2-Radyoyên Kurdî

https://youtu.be/bpv0UQ_hfvY

3-Janrên (cûreyên) televîzyonê û rewşa televîzyonên kurdî.

http://www.dengekurdistan.nu/authors.aspx?an=783&aid=86

4- Medyaya kurdî di înternetê de

http://www.nefel.com/grafik/uploaded/ekrem_onen_medyaya_internete_2009_04_27_h8m44s51.pdf

5-Medya Kurdî û şerê pîskolojîk

http://dengekurdistan.nu/authors.aspx?an=3537&aid=86

6-Medya Kurdî “struktûr û wezîfe”.

http://niviskar.se/wp-content/uploads/2012/11/MedyaKurd_Ekrem.pdf

7-https://youtu.be/bwEs0VzTGyg

8-http://www.youtube.com/watch?v=XhtBrAC4JMM

9-http://www.youtube.com/watch?v=pHiq3lXCXWw

10-https://youtu.be/NJZpp_qLEqE

11-https://m.youtube.com/watch?v=NJZpp_qLEqE

12-К дню рождения курдской журналистики.

https://kurdistan.ru/2011/04/22/articles-10096_K_dnyu_rozhdeniya_ku.html

Çavkanî: Basnews


Bêjeyên Miftehî