1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Medvedev: Hat dîtin ku Trump dikare bi hêrs şerê hikûmeta Sûriyeyê bike
Medvedev: Hat dîtin ku Trump dikare bi hêrs şerê hikûmeta Sûriyeyê bike,medvedev,hat,dîtin,ku,trump,dikare,bi,hêrs,şerê,hikûmeta,sûriyeyê,bike

Medvedev: Hat dîtin ku Trump dikare bi hêrs şerê hikûmeta Sûriyeyê bike

A+ A-

Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtriy Medvedev, êrişa DYAyê ya bi ser Sûriyeyê ve nirxand û diyar kir ku Serokdewletê DYAyê Donald Trump nîşan da ku ew çawa dikere bi awayekî hêrsbûyî şerê hikûmeta meşrû ya Sûriyeyê bike.

Medvede li ser malpera xwe ya Facebookê got: "Rêvebiriya Trump li şûna ku şerê hevpar ê dijminê sereke DAIŞê bike, nîşan da ku bê ew çawa dikare bi awayekî hêrsbûyî şerê hikumeta meşru a Sûriyeyê bike. Di êrişê de normên hiqûqê ên navnetewî hatin îxlalkirin û bêyî destûra Neteweyên Yekbûyî hate pêkanîn. Herwiha di Kongreya DYAyê de ji bo operasyona li hember baregehek leşkerî a ku ti eleqa wê bi êrişeke li hember DYAyê re tune ye û ti agahî jî nehate dayîn."

Çavkanî: Sputniknews