Li Ûrmîyeyê Sersaxî
Mixabin, em agahdar bûn ku Ferhad Simko, çalakvanê siyasî û medenî kurê Baba xan Simko û nevîyê Simkoyê Şikakî, rêberê mezin ê tevgera neteweyî ya Kurd, duh (07.01.2021) serê sibê bi sedema nexweşiyê li gundê Gengeçîn ê bi ser bajarê Ûrmiyeyê ve koça dawîyê kir.
Rola sîyasî ya malbata Simkoyî piştî şehadeta Simkoyê şikakî li Komara Kurdistanê
Bi awayê puxteyî:
Piştî şehadeta Simko di sala 1930an da, malbata Simko di dîroka hevçerxa rojhelata Kurdistanê da roleke mezin lîcad kir. Yek ji kurên Simko, ku hevalê Qazî Mihemed û endamê Komara Kurdistanê bû, Tahir Xanê rehmetî kurê mezin ê Simko bû. Ewê ku di 1945an da Partiya Demokrata Kurdistana Iranê, di bin serokatiya qazî Mihemed da, Tahir Xan, digel her du birayên xwe Baba Xan û Qobad Xan, digel rewşenbîrên din ên Kurd ên wê demê, ji bo hevkarî û yekitiya nava eşîrê Kurdan li bajarê Ûrmiyeyê û Selmasê hewldan û PDKÎyê ava kirin.
Di van salan da, rejîma terorîst a Îranê, li ser malbata Simkoyî ji ber çalakiyên wan ên siyasî bi dijwarî zilm kir, da ku ew dev ji çalakiyên xwe yên ramyarî berdin. Hukûmetê gelek caran hewl da ku wan bixe bin kontrola xwe û heta wana jî neçar kir Paşnavê Simko ji nasnameya wan paqij bikin! Lê malbata welatparêz a Simkoyî qet serî li ber daxwazên rejîmê netewand û li ber xwe da.
Cever mîlan ✍