Li Pey Jimareya Winda
Derbarê nûçeya
“Jimareya 19ê ya Rojnameya Kurdistanê li Amerîkayê ye”
Nûçeyê wiha dest pê dikir:
“13ê vê mehê (Nîsana 2013an) şandeyeke Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Bedirxan û Beşê Hunerî û Kulturî yê Nûneriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê ku pek hatibû ji berpirsê Dezgeha Bedirxan Hemîd Bedirxan û herdu rawêjkarên kulturî û ronakbîriyê yên Dezgeha Bedirxan D.Azad Heme Şerîf û D. Îsmaîl Qeredaxî û nûnerê beşê Hünerî û Kulturî yê Dezgeha Bedirxan li Amerîkayê Necat Ebdullah, bi amanca haydarbûn ji karûbarên wê, serdana Pirtûkxaneya Kongreya Amerîkayê kir û li wir ji aliyê serokê beşê rojhilata nezîk D.Krîstofeı. Morfy û serokê beşê efriqa û rojhilata navîn xatûn D.Mary Ceyn û filolog Maykil Cayt hate peşvvazîkirin.”
Nûçe wiha didome:
“Her di heman serdanê de pirtûkên ansîklopediya Hewlêrê, şecereya malbatên derîn ên Silêmanî, pirtûka kurd û Kurdistan di belgehên nehênî yên hikûmeta Brîtanyayê de, rojnameya Kurdistan û Rojnamegeriya kurdî di serdama komara Kurdistanê de, digel çendîn pirtûken din peşkeşi pirtûkxaneya kongreya Amerîkayê hate kirin. Wan jî bi germi pêşwazî li hewla şandeya mêvan kirin û destxweşî lê kirin. Her weha soza wê çendê jî dan ku dê di nezîktirîn dem de ,jimareya 19ê ya Rojnameya Kurdistan pêşkêşî Dezgeha Bedirxan bikin çimkî ew ji hebûna wê piştrast bûn.”
Dawîya nûçeyê wiha ye:
“Rojnameya Kurdistan di 22’yê Aveêla sala 1898'a de, ji aliyê Miqdad Mîdhed Bedirxan û Celadet Eli Bedirxan (C.E.B. çewt e.) li Qahîreyê, li pavtexta Misirê dest bi weşana xwe kiriye. Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameya Kurdistan îro ji alîyê hemû dezgehên kıırdî û herwiha ji alîyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî weke destpêka rojnamegeriya kürdi tê qebûl û pîroz kirin.”
Çavkanî: PUK Media.
Di derbarê vê mijarê de gerînendeyê me yê giştî Ahmed Kanî wiha got: "Ez di 12ê Çileya 2014an de çûm Hewlêrê min bi Hemîd Bedirxan re hevdîtin pêk anî. Wî got ‘mixabin me jimara 19an payda nekir.’, sih hejmarên li ber dest ên Rojnameya Kurdistanê ku di 2006an de li Tehranê hatibûn çapkirin, bo min dîyarî kir. Min jî ji Hemîd Bedirxan re spasiyên xwe pêşkêş kir. Em hê jî li pey jimareya winda ne."