Li Pale Hunerê Panela Wêjeyî
Duh ber êvarê li Pale Hunerê, paneleke wêjeyî hebû. Panelê, bi axaftina vekirinê ya moderatorê panelê Mamoste Hesib, dest pê kir. Di panelê de gelek nivîskar û wêjehezên wêjeya kurdî amade bûn.
Panelîst îlhamî Sîdar di axaftina xwe de balê kişand ser girînggîya edebiyata klasîk. Wî daxwaz ji romannûsên kurd kir ku sûd ji edebiyata klasîk bigirin. Mînakên sûdgirtina ji edebîyata klasîk, him ji edebiyata tirkî him jî ji edebiyata klasîk a cîhanê dan. Li ser sivikî û sadebûna zimanê Feqiyê Teyran rawest û bi Yunus Emreyê tirkan re berawid kir. Got ku Hasan Ali Toptaş di bin bandora Karacaoglan de berhemên xurt afirandiye.
Bawer Rûken jî bi mînaka romana xwe ya nû derçûyî, ya bi navê “Herimî”, li ser sûdwergirtina ji alegorîyê rawest. Di axaftina xwe de got ku ne bi xêra alegorîyê bûya wî yê nikaribûya romana xwe bicivîne ser hev. Di berdewama axaftina xwe de balê kişand ser girîngîya romanê di avakirina neteweyê da. Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.